Qeyrana aborî ya li Yemenê barê li ser milê jinan zêde kir

Ola Al-Saqqaf, diyar kir ku li Yemenê ji ber pevçûnan bi sed hezaran jin karê xwe windakirin û da zanîn bi bilindbûna enflasyon û daketina nirxê pereya herêmî re barek duyemin li ser milê jin zêde dibe.

RANİA ABDULLAH

Yemen- Şerê li Yemenê bandorek neyînî li ser jiyanê dike. Li Yemena ku di nava welatên ku enflasyona herî zêde ya cîhanê tê jiyîn cih digre de, daketina nirxê pereya herêmî ya li dijî pereyên biyanî, hêza kirînê ya malbatên kêmdahat roj bi roj kêm dike. Gelek malbat nikarin xurek, cil û berg û pêdiviyên xwe yên bingehîn bicihbînin. Jinên ku debara malbatên xwe pêktînin, neçar dimînin di karek duyemin de bixebitin.

Jin ji bo pêkanîna debara xwe karek duyemîn dikin

Ahlam Najî ya li bajarê Taîzê ya li başûrê rojavayê Yemenê dijî, da zanîn di sala 2017’an de dema hevjinê wê ji kar vedigeriya malê di encama ketina perçeyek guleya topê jiyana xwe ji dest daye. Ahlam Najî, diyar kir ku piştî mirina hevjînê xwe ji bo bicihanîna debara malbata xwe di saziyek de dest bi karê sekreteriyê kiriye û bandora xirab a hilweşîna pereyê ya li ser welatê xwe anî ziman.

Ahlam Najî, anî ziman ku wekî gelek jinên din ji bo bicihanîna pêdiviyên zarokên xwe, hewil dide wek karek duyemîn cil û bergên bihirî dihûne û wiha got: “Dema bihayên bilind û kêmbûna mûçeyê tê berçavgirtin, xwedîkirina zarokan berpirsyariyek mezin e. Mûçeya min 100 hezar riyalî ye ango tevî ku 60 dolar derbas nake jî riyalî derbas nabe, ji bo ez ji zarokên re cil û berg bikirîm pêwîstiya min bi qasî 500 hezar riyaliya Yemenê ango 300 dolar heye." Ahlam Najî, destnîşan kir mûçeya ku di her du karan de qezenç dike, tenê têra bicihanîna pêdiviya xurekê dike û wiha axivî: “Pêdiviyên rojên betlane yan jî rojên qeydkirina dibistanê hêza min a aborî derbas dike. Ez nikarim van pêdiviyan bicihbînim. Ji ber vê yek ez neçar dimînim ji xizm û hevalên xwe deyn bigrim.”

‘Bandora herî zêde ya hilweşîna enflasyonê karker dijîn’

Ola Al-Saqqaf jî di nav de hejmarek zêde aktîvîstên jin jî, li bajarê Taizê ji bo pêkanîna hin pêdiviyên zarokên ji malbatên kêmdahat însiyatîfa kolektîf pêktînin. Ola Al-Saqqaf, bal kişand li ser bilindbûna bihayan û wiha got:

"Bihayên tiştan li gorî mûçeyên karkerên ku li Yemenê li gorî pereya herêmî mûçe digrin, pir zêde bû. Binavînî rêjeya mûçeya ku karkerên di saziyên hikûmetê de bixebitin nêzîkî 80 hezar riyalî ya Yemenê ye, ev yek jî beriya şer 400 dolaran bû, lê îro ji 50 dolarê kêmtir e. Hêza kirinê di astek girîng de kêmbû û bicihanîna mirovan a pêdiviyên malbat û zarokên xwe roj bi roj zehmetir bû.”

'Piraniya jinan di bicihanîna pêdiviyên malbatên xwe de zehmetî dijîn’

Ola Al-Saqqaf anî ziman bi sed hezaran jin ji ber pevçûnan karê xwe windakirin û wiha got: “Di encamê de jin ketin bin barekî karên cot û gelek ji wan karnekirin an jî ji bo peydakirina kar perwerdeya xwe berdewam nekirin. Ji bilî zehmetiyên peydakirina kar, piraniya jinên karker dahata bi sînor bi dest dixin û ji ber vê yekê piraniya jinan di bicihanîna pêdiviyên malbatên xwe de zehmetî dijîn. Ola Al-Saqqaf, da zanîn ji zarokan re cilên cejnê kirîne û wiha got:

"Însiyatîfa me di bin pêşengtiya dayika min de dest pê kir. Însiyatîfa kesanê ku xureka alîkariyê dike an pere belav dike an jî cilên cejnê ya zarokan distîne û bi vî awayî barên aborî ya li ser mile malbatan sivik dike. Lê ji ber zêdebûna bihayan em bi pirsgirêkek mezin re rû bi rû ne.  Miqdarên ku me komdikir têra cil û bergên 100 zarokan dikir, lê piştî zêdebûna dovizê têra 50 zarokan jî nake."