TÛÎK: Rêjeya bêkariyê ya ji bo jinan ji sedî 11,3 e

Li gorî daneyên TÛÎK'ê rêjeya bêkariyê ya ji bo mêran ji sedî 7,3 û ya ji bo jinan jî weke ji sedî 11,3 hate texmînkirin.

Navenda Nûçeyan- Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên bêkariyê yên meha Sibatê parve kir. Li gorî daneyan; di meha Sibatê de rêjeya bêkariyê ya ji bandora demsalê hatiye paqijkirin ji sedî 8,7 e.

Li gorî encamên Lêkolîna Hêza Kedê ya Malê; hejmara bêkarên 15 salî û jortir di meha Sibatê ya 2024’an de li gorî meha borî 109 hezar kêm bûye û bûye 3 milyon û 78 hezar. Rêjeya bêkariyê jî ji sedî 0,3 pûanan kêm bûye û bûye ji sedî 8,7. Rêjeya bêkariyê ya ji bo mêran ji sedî 7,3 û ya ji bo jinan jî weke ji sedî 11,3 hate texmînkirin

Hejmara kesên hatin îstihdamkirin di Sibata 2024’an de li gorî meha borî 147 hezar kes zêde bû û bû 32 mîlyon û 423 hezar kes, rêjeya kar jî ji sedî 0,2 pûanan zêde bû û derket ji sedî 49,3. Ev rêje ji bo mêran ji sedî 66,5 û ji bo jinan weke ji sedî 32,5 pêk hat.