‘Li ser zagona malbatê 40 sal derbas bû lê daxwazên me nayên bicîh anîn’

Aktîvîsta Femînîst Amal Hajjaj da xuyakirin ku di ser qebûlkirina Zagona Malbatê re 40 sal derbas bûne, lê hê daxwazên wan nehatine bicihanîn û got ku ji bo nivîsandina zagoneke sivîl a wekhev û adil îradeya siyasî ya rast nîne.

NECWA RAHÎM                                                  

Cezayîr – Tevî ku 40 sal li ser weşandina Zagona Malbatê ya ku bêyî daxwazên femînîst û rêxistinên mafên mirovan li ber çavan bê girtin derbas bû jî nîqaş berdewam dikin. Zagon rastî rexneyan tê û têkoşîna guhertina zagonê didome.

‘Îradeya siyasî ya pêwîst nîn e’

Aktîvîsta femînîst û damezrînera Rojnameya Femînîst a Cezayîrê Amal Hajjaj da zanîn ku her çend 40 sal li ser Zagona Malbatê re derbas bûye jî hêj daxwazên wan nehatine bicihanîn û ji bo li gorî zagona heyî guhertin têkoşîneke demdirêj pêwîst e. Amal Hajjaj da zanîn ku hin guhertinên hatine kirin têrê nakin û got: “Ji ber ku bertekên rayedar û komeleyên jinan pir kêm in. Ti îradeyek siyasî ya rast tune ku zagonek sivîl a wekhev û adil were nivîsandin.”

Der barê jinan de newekhevî hene

Amal Hajjaj diyar kir ku yek ji daxwazên herî girîng ên ku aktîvîst û komeleyên femînîst hê jî ji bo têdikoşin, pêwîstiya zagonên sivîl ên wekhev e û wiha berdewam kir: “Rûxmê ku 40 sal derbas bû jî jin hîn jî mexdûrên neheqî û kêmasiyên Zagona Malbatê ne. Mînak, paragrafa duyemîn a gotarê eşkere cihêkariyê dihewîne. Dema mêrê hevberdayî careke din bizewice, dikare dest ji serweriya jina xwe ya berê berde û bêyî ti asteng û zextên qanûnî dikare ji nû ve bizewice. Ev doz di navbera kesên hevberdayî de parvekirina velayetê nahewîne. Belê, di çarçoveya newekhevî û cihêkariyê de li dijî jinên hevberdayî yên ku dixwazin jiyana xwe ji nû ve ava bikin dozek tomarkirî ye.”

Jin ji mîrasê bêpar tên hiştin

Amal Amal Hajjaj anî ziman ku pirsgirêkên di parvekirina mîrasê de tên jiyîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dayikên ku kurê wan nîne  ji mafê mîrasê bê par in. Ne ew û ne jî keçên wê nikarin ji mafê mîrasê sûd werbigirin. Neheqî ye ku jina alîkariya avakirina malê û kirîna xaniyê kiriye, piştî ku hevjînê xwe winda dike, ji mîrasê xwe bêpar bimîne.”