Fadil Şenyaşar ê ku 6 sal in girtî ye, nehat berdan

Di doza êrişa li hemberî malbata Şenyaşar de Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan. Emîne Şenyaşar a ku 6 sal in ji bo berdana kurê xwe têdikoşe, di danişînê de diyar kir ku ger kurê wê neyê berdan wê çalakiya xwe ya li Enqereyê bidomîne.

Navenda Nûçeyan - Rûniştina doza têkildarî êrişa li dijî malbata Şenyaşar ku êriş ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'yê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve di 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûs a Rihayê pêk hatibû, li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê pêk hat.

Girtiyê bi navê Fadil Şenyaşar ji Girtîgeha Elezîzê ku nêzî 6 sal in li wê derê tê ragirtin, bi sîstema SEGBÎS'ê beşdarî 6'emîn danişîna li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bû. Bersûcên din Enver Yildiz, Mîkaîl Şîmşek û Celal Yildiz jî bi rêya SEGBÎS'ê ji girtîgehên ku lê tên ragirtin tevlî danişînê bûn.

Emîne Şenyaşar û kurê xwe parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar ku bi salane nobeda edaletê digirin, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û gelek parêzer beşdarî danişînê bûn.

‘Karmendên nexweşxaneyê paqijî dikirin, ne lêkolîna cihê sûc’

Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol û Bulent Dûran pirsên der barê paqijiya ku li cihê bûyerê hatine kirin, ji şahid Gokhan Serdal kirin. Serdal got ku li cihê bûyerê ne paqijiya lêkolînê ya polîsan, personelên paqijiyê li wir paqijî dikirin. Serdal paşê bersûcên girtî li ser SEGBÎS’ê teşhîs kir.

‘Alîgirên Yildiz hewl dan stûyê Adil Şenyaşar bi camê jê bikin’

Ji şahidan li Emîne Kilinç jî hat guhdarîkirin. Kilinç da zanîn ku alîgirên malbata Yildiz li nexweşxaneyê hewl dan ku stûyê Adil Şenyaşar bi camê bibirin û kêliya ku ji sedyeye hat girtin û xistin ambûlansê dengê çekan bilind bû û xwe avêtine erdê.

Kilinç jî li ser SEGBÎS’ê bersûcan teşhîs kir. Parêzerê malbatê Hîdayet Enmek îtîrazî teşhîsa li ser SEGBÎS’ê kir.

Emîne Şenyaşar: Ez ê çalakiya xwe ya li Enqereyê bidomînim

Emîne Şenyaşar jî axivî û xwest kurê wê Fadil bê berdan û got: “Lawê min berdin ku em biçin mala xwe. Nexwe ez ê li Enqereyê çalakiya xwe bidomînim.” Ferît Şenyaşar jî axivî û destnîşan kir ku her danişîn neheqî li wan tê kirin û got biraziya wî keça Fadil dema bavê wê tê girtin 6 mehî bûye û niha bûye 6 salî û ew li benda bavê xwe ye.

Dozger der barê bersûcan de biryara berdewamiya girtinê da.

Fadil Şenyaşar: Yên komkujî kirin û yên ku tehrîk kirine li derve ne

Fadil Şenyaşar li dijî mutalayê axivî û got: “Ez mexdûr im girtî me, lê yên ku komkujî kirin û yên ku komkujî dan kirin li derve ne.”

Bersûc Enver Yildiz Nobeda Edaletê hedef girt

Ji bersûcan Enver Yildiz parastina xwe kir û li şûna ku li xwe mikûr were Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar kir hedef û got: “Kî wê hesaba 4 kesên hatin gulebarankirin bide? Ger edalet hebûya ez ê ne li vê girtîgehê bibûma.”

Xwestin ku Fadil bê berdan

Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku di çarçoveya darizandina adilane de girtina dema wê dirêj, binpêkirina maf e û xwest dema dirêj miwekîlê wê li ber çavan bê girtin û were tehliyekirin. Parêzerên din jî yên malbata Şenyaşar parastina miwekîlê xwe Fadil kirin û dan zanîn ku delîlên dozê ji holê hatine rakirin û veşartin, tu sûcekî miwekîlê wan nîne û xwestin miwekîlê wan bê berdan.

Şandeya dadgehê navberek dirêj da danîşînê. Şandeyê biryar da ku qedexeya îmzekirinê ya der barê bersûcên negirtî de ku hatibû sepandin bê rakirin. Dadgehê der barê bersûcên girtî de jî berdewamiya girtinê da.

Danişînê taloqî 12’ê Tîrmehê hat kirin.