Huda Kaya: Axaftinên min wek tolhildana siyasî dan ber min

Huda Kaya ya ku di danişîna ewil a di qonaxa duyemîn a Doza Kobanê de hat darizandin wiha got: “Axaftinên min weke tolhildana siyasî dan ber min. Kî dibe bila bibe em ê li kêleka zarokan, bindestan, jinan û li kêleka heq û heqîqetê cih bigirin.”

Navenda Nûçeyan - Li ser parlementerên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Fatma Kurtulan, Pero Dundar û Garo Paylan ku bi hinceta çalakiyên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de piştî êrişên DAIŞ’ê li ser Kobanê, kirin, darizandin hate destpêkirin. Doza ku yekemîn rûniştina wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê pêk hat, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan Sultan Ozcan, Cahît Kirkazak, Hevseroka Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Tulay Hatîmogullari, parlamenterên DEM’ê Burcugûl Çubuk, Dîlan Kunt Ayan û endamên Kongreya Îslama Demokratîk şopandin.

‘Axaftinên min wek tolhildana siyasî dan ber min’

Huda Kaya ya ku bi rêya Pergala Agahdariya Deng û Dîmenê (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û 38 cezayê muebetê lê hat birîn, parastina xwe kir. Huda Kaya diyar kir ku ji ber axaftinên wê tê darizandin û wiha got: “Ev îdianame kopyeyeke xirab a weke yên berê derket pêşberî min. Ez ji ber axaftinên xwe yên ku ji serî heta dawiyê heqaretek jî tê de tune têm darizandin. Axaftinên min ên ku her tim alîgirê aştî û wekheviyê bûn, weke tolhildana siyasî dan ber min. Ez ê bi kurtasî nirxandineke giştî bikim. Ez di jiyana xwe de jinek im ku her tim bawer kiriye ku edalet, aştî û mafên mirovan pîroz in. Min bawer dikir ku zindiyên di her aliyê jiyanê de pîroz in. Di dîrokê de yên ku şer, xwîn û pevçûnan dixwazin, her tim li dijî kesên aştî û biratiyê bûne desthilatdar, ol, pirtûk û al hatine desteserkirin. Ez ji ber sûcên giran ji têkbirina pergala destûra bingehîn bigire heta qetilkirinê tê me darizandin.”

‘Em bi tenê bin jî em ê xwe nespêrin derew, neheqî û bêedaletiyê’

Huda Kaya, anî ziman ku tevahiya axaftinên wê û çalakiyên tevlî bûye weke sûc hatine nîşandan û wiha got:

“Em mexdûr nînin ji ber ku şikûr ku me dizî nekiriye, me azadiya mirovan nediziye, me derew nekirine û em hertim li dijî her cureyên tundiyê sekinînin. Tevî van jî bi awayekî derhiqûqî destûr nehat dayîn ku ez li dijî sûcên dozger daxwaz dikir îfadeyê bidim. Ev 8 meh in ez bi awayekî neheq têm ragirtin. Helbet parlamenterek dê tevlî şîna hilbijêrên xwe bibe û dema rastî neheqiyê tên bibe dengê wan. Ez dibêjim ku biryarên kesên em ji azadiya me bêpar hiştine biryarên siyasî ne.”

‘Divê li ser kesên ku derhiqûqtî kirine pêkanîn hatiban kirin’

Huda Kaya diyar kir ku bangawaziya wê ya ji bo rizgarkirina birîndarên li Cizîrê jî di dosyayê de cih girtiye û wiha got: “Dema min dîtî ez pir şaş mam. Ez li dijî tundiyê me û aştîxwaz im. Bersiva li hemberî vê ez bidim we jixwe di nava dosyayê de ye. Em dikarin bibêjin ol ji bo pêşxistina mirovan û civakan a ji hêla wijdan û cewherê ve hene. Tevî ewqas doktrîn û qasidan jî civak dejenere bûn û ol weke amûra serdestiyê bi kar anîn. Veguherandin, amûra zext, kedxwarî, mêtingerî û zayenperestiyê. Her wiha axaftineke min a li Meclisê jî xistine nava dosyayê. Parêzbendiya kursî hatiye binpêkirin û li dijî destûra bingehîn hatiye tevgerîn. Di esasê xwe de diviyabû derheqê kesên ev derhiqûqtî kirin û yên ev xistine nava dosyayê de pêkanîn bihata kirin.”

‘Ya ku naxwaze bûyer bên ronîkirin AKP-MHP ye’

Huda Kaya diyar kir ku wan ji bo eşkerekirin û ronîkirina bûyerên Kobanê pêşniyarnameyek pêşkêş kirine û got: “Min li Şaxa ÎHD’a Stenbolê têkildarî bûyerên Kobanê axaftinek kiriye. Min çi gotiye; ‘Me ji bo bûyerên Kobanê derkevin holê û rastiya wan derkeve holê pêşnûme da Meclisê, lê AKP-MHP’ê nehiştin ev rastî derkevin holê. Dewleta kûr û rûyê tarî yê dewletê naxwazin rastiya bûyeran derkeve holê. Zehmet nîne mirov bizane bê ka kî naxwazin rastî derkevin holê.’ Yanî em çi biaxivin, em çi bibêjin, ma em qala aştiyê nekin, ma em qala başiyê nekin, ma divê em her li ser şer biaxivin? Diviyabû ji ber hewldanên me yên ji bo başkirina welat xelat dabûna me lê em tên darizandin. Her wiha di 6’ê îlonê de li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê protesto hatiye lidarxistin, lîrandin hatiye kirin, stran hatine gotin û min axaftinek kiriye. Ev jî xistine nav dosyayê. Min gotiye; ‘Em ê serî li ber dizan netewînin, îtaet nekin’.”

‘Ev welat, ev gel wê teslîmî xirabiyê nebin’

Huda Kaya axaftina xwe wiha domand:

“Her wiha min li vir ji bo Suleyman Soylu gotina ‘qaşo wezîrê karên hundir’ bi kar aniye. Min gotiye; ‘Mirov ji ber we ji olê dûr ket, we dizîkerî, talan û nebaşî bi baweriyê re kir yek. Em ê teslîmî xirabiyên we nebin. Kî dibe bila bibe em ê li cem zarokan, bindestan, jinan û li cem heq û heqîqetê cih bigirin. Ev welat dê teslîmî xirabiyê nebe. Vaye ev polîtîkaya qeyûm jî, hewldana xirabiyê ya ji bo qutkirina dengê gel e. Em ê li hemberî vî dengê xirabiyê têk neçin. Vî gelî dersa we daye û dê her bide jî.’

Bi rastî jî beşeke weke îbretê ye. Mirov ji kîjan alî ve jî binirxîne kêm dimîne. Li ku dibe bila bibe min her tim gotiye ez li dijî tundî û neheqiyê her tim li kêleka zindiyan, azadiya mirovan cih digirim. Yanî ma divê em van ji rayedaran re nebêjin? Me jî dikariya ji hêza îktîdarê sûd bigirin lê şikûr ku me ev nexwest, me li kêleka wan cih negirt. Ma di vê hilbijartinê de xelkê Mêrdînê dîsa Ahmet Turk ne hilbijart? Vaye gel wiha dersê dide serdestan.”

‘Deshilat guherî, awayê darizandinê neguherî’

Huda Kaya got: “Heman pergala serdema 28’ê Sibatê îro bi destê AKP’ê tê domandin. Dema em di 28’ê Sibatê de bi cezayê darvekirinê dihatin darizandin, em bi şerîatparêziyê tawanbar dikirin. Desthilat guherî lê şêweyê darizandinê neguherî. Wê demê em ji ber şerîatparêziyê dihatin darizandin û îro jî ji ‘terorîst, dabeşkariyê’ tên darizandin. Daxwaza başî û aştiyê li gorî desthilatê naguhere. Başî, aştî û terorîstî li gel hev nabin. Min duh li qadan, li kolanan, li ser kursiyan çi xwestibe, ez îro jî ji bo tevahiya xwezayê, zindiyan, axê û mirovan başî, aştî û aramiyê dixwazim.” Têkildarî îdiayên şahida bi navê Gul Tanriverdî ku digot çûye Qendîlê jî Huda Kaya wiha got: “Ez di pêvajoya çareseriyê de bi eşkereyî çûm Qendîlê. Ev hevpeyvîn jî hatin weşandin. Ez cara duyemîn jî bi şandeyekê re çûm. Dîrok û daneyên wan hene. Şahid îdia dike ku ez bi Komîsyona Gel û Baweriyan re çûm e lê ev rast nîne. Di 6’ê Cotmehê de jî ez beşdarî civîna MYK’a HDP’ê nebûm. Wê demê ez li Mûşê bûm.”

Çalakiyên wê wek sûc hat dîtin

Piştî parastina Huda, parêzer Zîlan Leventoglu axivî. Zîlan Leventoglu bal kişand ser pêvajoya di navbera salên 2013-15’an de û got ku bi ser vê pêvajoyê re 11 sal derbas bûne. Zîlan Leventoglu, da zanîn ku tu AKP’iyên di nava vê pêvajoyê de cih girtin nehatine darizandin lê siyasetmedarên HDP’î hatine darizandin. Zîlan Leventoglu, diyar kir ku xebat û çalakiyên behsa xeberê sûc nînin û bi agahiya dewletê hatine kirin. Zîlan Leventoglu, bal kişand ser qeydên HTS’ê û wiha got: “Heta axaftinên miwekîla min ên bi kurê xwe re kirine jî di dosyayê de cih girtine. Ev yek nîşan dide bê ka ev dosya çiqas neadilane ye. Lêpirsîn salek berê hatiye destpêkirin û biryara nepeniyê nehatiye rakirin. Destûr nehat dayîn ku miwekîla min parastina xwe bike. Têkildarî miwekîla min pê tê tawanbarkirin tenê yek delîl jî tune ye. Miwekîla min ev 8 meh in bi awayekî derhiqûqî li girtîgehê tê ragirtin. Di danişîna biryarê ya Doza Kobanê de siyasetmedaran ji tawanbariyên niha li miwekîla min tên kirin beraet kirin. Ji bo rewşa wê ya girtî tu hinceteke hiqûqî nema ye. Bangawaziya 6-8’ê Cotmehê bangawaziyeke demoratîk e lê îmzeya miwekîla min tê de tune ye. Her wiha tevlî civînê jî nebûye û parve jî nekiriye. Di vê mijarê de tenê yek delîl, şahid û belge tune ne.”

Dadgehê navber da danişînê.