'Ji bo wekheviya zayendî divê mafê mîrasê ji nû ve bê nirxandin'

Seroka Federasyona Yekitiya Mafên Jinan Samira Mohia destnîşan kir ku divê ji bo wekheviya zayendî beşa "mafê mîrasê" ya di Zagona Malbatê ya Mexrîbê de bê vegerandin.

HANAN HARITE

Mexrîb - Jinên Mexrîbê yên ku dixwazin Zagona Malbatê ji nû ve bê nirxandin û sererastkirin, difikirin ku zagonên heyî neheqî û cudakariyê didomîne. Jinên Mexrîbê jî dixwazin beşa "mafê mîrasê" ya di Zagona Malbatê de ji bo wekheviya di navbera zayendan de bê vegerandin. Têkildarî mijarê Seroka Federasyona Yekîtiya Mafên Jinan Semîra Mohîa ji ajansa me re axivî.

‘Divê sîstema mîrasê bê erêkirin’

Semîra Mohîa Samîra Mohîa bal kişand ser vê yekê ku wekheviya mîrasê ya di navbera zayendan de pêdiviyeke lezgîn e û bang kir ku li gorî pêwîstiyên Destûra Bingehîn, mafê mîrasê ber çav bê derbaskirin. Samîra Mohîa da zanîn ku di pergala malbatê de veguherî çêbûye û got: “Jin êdî ji girêdanbûna malbata derketin û li welat bûne jinên hilberîner. Jin êdî di çandiniyê de xwediyê para wekhev in. Ji ber vê yekê divê sîstemek mîrasê ku di wekheviya zayendî di nav xwe de dihewîne bê êrêkirin.”

‘Divê wekhevî bê esas girtin’

Samîra Mohîa ku dixwaze di parvekirina mal û milkê di navbera xizmên heman derecê de, xwişk, bira, hevser, dê û bav de wekhevî bibe bingeh û wiha got: "Di Zagona Malbatê ya heyî de, jinên ku cudahiyên olî bi hevjînên xwe re hene. Ji mafê mîrasê bêpar mane. Li gel ji holê rakirina cudahiyên olî, em daxwaz dikin ku piştî mirinê mafê hilbijartina dabeşkirina mîrasê bê dayîn û ev pêkanîn bê kirin. Li gel rakirina bêtehamuliyê, pêwîst e jinên biyanî jî ji mîrasê bê par nemînin.”

Samîra Mohîa di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku hebûna malbatê hevjîn didin avakirin û wia pê de çû: “Piştî mirina bav mêrek ku tu alaqa wî bi malbatê re nîne tê mîrasê digre. Di roja me îro de jin êdî hatin asta hilberînerê. Piştgirî dide pêdîviyên di nav malê. Dem dema xwendinek nû ya huqûqê ye ku hilberînerên serwet û milkê malbatê li ber çavan digire. Di zagonê de hin bendên mîrasê li ser delîlên teqez û metnên olî ne. Em daxwaz dikin ku zagon bi rengekî ku li gorî veguhertinên serdemê hatine dîtin ji nû ve were xwendin.

'Divê bêhevsengî bên sererastkirin'

Samîra Mohîa bal kişand ku Qralê Fasê VI. Mihemed di 26’ê Îlona 2023’an de der barê pêdaçûna Zagona Malbatê de peyamek ji Serokwezîr re şandiye û ji bo metodolojiya xebatê çend rêzikên giştî nivîsandiye. Samira Mohia di dawiyê de wiha axivî: “Di beyana Dadgeha Kraliyetê de tê gotin ku 'Zagona Malbatê’ girêdayî armancê hiqûqa Îslamê ye û pêdivî pê heye ku li gor pêwistiyên meşandin û pêşketina civaka Mexrîbê bê sepandin.”