19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li hevşaredarê Colemêrgê hat birîn

Rûniştina doza hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ku qeyûm li şûna wî hat tayînkirin, hat dîtin. Li hevşaredar 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn û biryara girtinê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan - 61’emîn rûniştina doza ku di sala 2014’an de der barê hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ku qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin, îro li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat dîtin.

Beriya dozê û piştî dozê edliye ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Parlamenter û şaredarên DEM Partiyê yên ku xwestin xwe bigihîjînin edliyeyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Qedexeya 10 rojan a li dijî çalakî, civîn û xwepêşandanên ku ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve li bajêr hatibû ragihandin, weke hincet hat nîşandan û destûr nehat dayîn ku heyet derbas bibe. Ev pêkanîn ji aliyê girseyê ve hat şermezarkirin. Destûr nedan wekîl bikevin salona dadgehê jî.

‘Serê min bilind e’

Hinek parêzerên ku xwestin tevli danişînê bibin, bi hinceta ku navê wan di lîsteyê de nîn e, nikaribûn tevli rûniştinê bibin. Piştî ku hat diyarkirin tenê 6 parêzerên ku navê wan hatin gotin dikarin bikevin salonê, nîqaş derketin. Piştî hevdîtinan destûr hat dayîn ku parêzer bikevin salonê. Siddik Akiş ê ku di danişînê de axivî û ji ber lêpirsîna KCK’ê dihat darizandin diyar kir ku dozger, polîs û dadwerê heyamê ku îdianame amade kirine endamên FETO’yê ne, dosyaya ku amade kirine siyasî ye û dosyaya îro di rojevê de ye jî siyasî ye.

Siddik Akiş wiha got: “Serê min bilind e. Ez 53 salî me, ev çend sal in ez têdikoşim û ez ê têkoşîna xwe berdewam bikim. Min bihîst ku der barê min de nûçeyên revê hatine çêkirin. Min tu caran hewldana revê nekiriye. Tiştên ku min kirine înkar nakim. Bi awayek siyasî çi pêwîst bû ku ez bikim, min ew kir. Ez li hemberî we bi awayekî serbilind radiwestim. Min got ‘aştî’, ‘biratî’, ‘edalet’, ‘azadî’. Ez hîna jî dibêjim. Min hemû jiyana xwe li gorî van hûnand, ji niha û şûnde jî ez ê wisa bikim. Ez ji girtin û ketina girtîgehê natirsim. Ez bi awayekî serbilind li hemberî we me. Ez daxwaz dikim ku ji nû ve îdianame were amadekirin. Ez naxwazim bi îdianameya dozgerekî FETO’yê werim darizandin. Ez ji we daxwaza tehliye û beraetê nakim. Ez biryarê dihêlim ji wijdana we re. Heta îro ez bi şeref jiyam û bêyî ku quruşekî vî gelî bixwim min xizmet kir.”

Biryara girtinê hat dayîn

Piştî navbera danişînê, dadgehê biryara der barê Siddik Akiş de eşkere kir. Der barê Siddik Akiş de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat û di heman demê de biryara girtinê hat dayîn.