Jin li Misrê peşî girtina tundiyê nîqaş dikin

Parêzerên jin ên Misrî derbar cezakirina sûcdaran di mijarên tundî, tacîz û destdirêjiyên ser jinan de gotin ku rehabîlîtasyon û hişiyarkirina sûcdaran tekane riya li pêşî girtina dubarekirina sûcan e.

ESMAA FETHÎ

Qahîre – Krîza rastîn di mijara rehabîlîtasyona sûcdaran de di qebûlkirina vê ramanê ji aliyê mexdûrên van sûcan ve ye, ji ber ku gelek ji wan kesên ku serî li dozgeriyê didin, li mafên xwe yên tevahî cezayek astengker û berfireh digerin. Nîqaşên li ser vê mijarê hê jî berdewam dikin.

Yek ji pirsên hesas ên ku tê nîqaşkirin ev e ku ceza bi tena serê xwe çiqas têrê dike ku sûcdaran piştî ku cezayê xwe diqedînin ji kirina sûcan dûr bixe û bernameyên rehabîlîtasyonê ji bo sûcdaran çiqas hewce ne, ku ne tenê ji bo sûcdaran lê ji bo qurbaniyên pêşerojê jî mijarek e.

'Zêdekirina cezayê ne çareseriya herî baş e'

Parêzera mafên mirovan Şeyma Hesen ku piştgiriya yasayî dide çend rêxistinên jinan, got ku zêdekirina cezayê ne çareseriya îdeal e û wiha axivî: "Ji ber ku rastiyê îspat kiriye ku ew pirsgirêk û binpêkirinên ku rûbirû li kolanan, li ber çav û bihîstina her kesî diqewimin çareser nake. Her wiha jin û jinên ciwan jî bi tundiyê re rûbirû dimînin û rêjeyên wan zêdetir dibe. Ji ber vê zêdekirina cezayê ne çareserî ye. Li şûna wê tedbîrên alternatîf hewce dike ku beşdarî kêmkirina rêjeya sûc bibin. Pêdîvî heye ku ciwan li ser binpêkirin û sûcên ku diqewmin bên hişyar kirin. Ji ber nebûna nezaniyê rêjeyên tundiyê wek tacîzê zêdetir dibe, tevî ku cezayê wê lê hatiye zêdekirin jî.           "

Mexdûrên tundiyê û qebûlkirina fikira rehabîlîtasyonê

Şeyma Hesen da diyar kirin ku sûc di warê qebûlkirina fikira sererastkirina sûcdaran de diguherin û got: "Di dozên destdirêjî de nîqaşkirina vê yekê ne gengaz e, ji ber ku di van dozan de ji cezayên astengker re alternatîfek din tune. Hin zarokên xort hene ku bi nezanî tacîz an şantajê dikin, ev jî rehabîlîtasyonek psîkolojîk hewce dike. Zarok dikarin bi vî rengî werin hişyarkirin da ku ew ji bo danûstandina bi civakê re, taybet bi zarokên keç û jinan re, werin rehabîlîtekirin. Bi nêrîna min kirina xizmetguzariyê ji bo jinan ji mêrên ku sûc kirine da ku şansê wan ê jiyanê hebe, ji ber ku girtina di vî temenî de kesên seqet derdixe holê ku heman kiryaran dubare dikin, an jî dibe ku xerabtir be ji ber ku bi sûcdaran re di zîndanê de eleqedar dibin."

Pêşniyarên ji bo rehabîlîtasyonê

Şeyma Hesen da zanîn ku ezmûneke taybet bi malên lênêrînê re heye, ku gelek amûrên rehabîlîtasyonê peyda dikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Heman tişt dikare ji bo zarokên temenbiçûk ên ku sûcên sivik li dijî zarokên keç û jinan kirine jî were sepandin. Rolên lênêrînê yên bi vî rengî dikarin hejmarek hunerên destan, ligel rehabîlîtasyona psîkolojîk û reftarî û xizmeta civakî pêşkêş bikin, ku dê reftarên wan baştir bike û ji wan re bibe alîkar ku bi awayekî ku li gorî pêşeroja wan be, encamên astên cûrbecûr ên girtinê kêm bike û bi ewlehî ji nû ve tevlî civakê bibin."

'Rehabîlîtasyona sûcdaran beşek ji bidestxistina edaletê ye'

Parêzer Nesma Yûsêf ku bi gelek rêxistinên jinan re xebitiye, tekez kir ku rehabîlîtasyona sûcdaran beşek ji pêkanîna edaletê ye û wiha axivî: "Ji ber ku armancên rehabîlîtasyonê cezakirin, astengkirin û reform in. Ew tenê bi cezakirinê ve sînordar nîne. Hişyarkirin beşek ji xebata pêşîlêgirtinê ye û rehabîlîtasyon tekane garantî ye ji bo zanekirina sûcdaran. Mexdûr jî bi kêmkirina cezayekê an jî bi veqetandina beşek ji wê ji bo bidestxistina edaleta xwestî di sererastkirina sûcdaran de ku heman sûcan dubare nekin, nayên qanihkirin. Ji ber vê pêdîviya mexdûran bi hewldanên zêdekirina hişmendiyê heye da ku fêm bikin ku rehabîlîtasyona psîkolojîk û reftarî tedbîrek pêşîlêgirtinê ye an jî beşek ji cezayê ye ku rê li ber dubarekirina sûcan digre."