Cezayê têkoşera daristana Akbelen muxtar Nejla Işik hate betalkirin

Cezayê îdarî ya pere ku li Muxtar Necla Işik ji ber hewl daye birîna daristana Akbelen asteng bike, ji aliyê dadgehê ve hate betalkirin.

Navenda Nûçeyan- Di dema birîna daristana Akbelen a ku li navçeya Milas ya Mugla ye, bi hinceta astengkirina qirkirina daran ‘panqert daliqandiye’ cezayê îdarî ya pere 40 hezar 189 TL li muxtara Ikizkoy Nejla Işik hate birîn, bir dadgehê.

Li dijî biryara cezayê îdareya pere, doza li 2’yemîn dadgeha Îdare ya Mugla hatî vekirin, biryar derket. 2’yemîn Dadgeha Îdare ya Mugla biryara Hakimtiya Cezayê Sulhê di cih de dît û heta gotin ku ‘Cezayê îdarî ya pere bi biryara darazê mijara doza hatî îptalkirin di fermana dayînê de di hiqûqê de guncav nehate dîtin.”

Tevî dadgehê ceza îptal kiriye, daîreya bacê ji Nejla Işik re fermana dayîna ceza rêkir.