Xebatên 48 salan ên rêxistina aştiya kesk li hemberî xeterên jîngehê

Tê ragihandin ku ji destpêka sazûmankirina rêxistina aştiya kesk ve di sala 1971’an de xeterên li ser gerstêrka me, jîngehê û guhertina avhewayê xebatên girîng dide meşandin. Sedemên wê jî bikaranînên şêwazên cur bi cur li ser xwezayê û kêmbikaranîna amûrên alternatîf li ser jîngehê ne.

Navenda Nûçeyan

 - Rêxistina kesk a aştiyê yek ji rêxistineke kar û xebata xwe baş dike. Di çareserkirina pirsgirêkan bi riya rêvebirin û çalakiyên li dijî modernîteya pîşesazî û ceribandina kîmyewî li ser xwezayê ye. 
Yek ji hewldan û armancên rêxistina kesk parastina gerdûnê ye. Her wiha parastina jîngeh û lawiran ji nêçîrvaniyê, serweriya li ser diyardeyên germahiya gerdûnî û bandora wê li ser zindî û mirovan jî dike mijara xwe û li ser disekine.
Ji bo parastina gerdûnê rêxistina kesk gelek çalakiyên aştiyê li cihên ku xetere li ser jîngehê heye li dar dixe. Li hemberî projeyên zirarê dide jîngehê û siyaseta dewletan helwest dide nîşandan. Her wiha rêbazên zanîn û zanistê li ser jîngehê jî wekî amûreke li dijî guhertina avhewayê xwe birêxistin dike. Bi vê şêweyê balê dikşîne ser projeyên aborî û yên kîmyewî yên dewletan ku bandorek neyînî ji bo pêşerojê dide çêkirin. 
Di mijara  germahiya 200 salên borî derbas kiriye rêxistina kesk xebatan dide meşandin. Sedema wê jî avakirina kargehan û dûmana ku jê derdikeve, dibe sedema qirêjiya hawayê. Helbet germahiya zêde ya berfa çiyayan a her du cemseran dihelîne û gerdûnê de ku du caran beriya zêdebûna rêjeya avê, dê gelek bajar û dewletan di bin xwe de bihêle. Her wiha germahiya zêde li ser daristan û lawiran xetereyek çêdike û dibe sedem ku çandinî li paş bimîne.
Tê diyarkirin ku sedema sazûmankirina rêxistina aştiyê ya kesk xemsariya berpirsyaran li hemberî jîngehê ye. Di sala 1964’an de nêzî 7000 kes derketibûn xwepêşandanê, li Alaskayê wekî hêrseke li hemberî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku gelek bombe û çekên kîmyewî di bin erdê de li girava Amîştîka ku yek ji giravên Alaskayê ye dide ceribandin. Lê wekî hatiye diyarkirin ku ev xwepêşandan bêencam bû, Dewletên Yekbûyi yên Emerîkayê ceribandinên xwe zêde dikin. Li gel helwestên opozîsyonê,  gel, kesên navdar û hunermend jî careke din heman ceribandinan didomîne.
Tê zanîn ku navenda rêxistina kesk li paytexta Holanda Amsterdamê, Dezgeha Rêxistinên Navneteweyî ya teybet li gel Navenda Şêwirmendiyê ya Aborî û Civakî ya Meclisa Neteweyên Yekbûyî heye. 
Kampanya yekem a rêxistina aştiya kesk 
Ji ber xemsariya Neteweyên Yekbûyî û ancamnegirtina xwepêşandanan, rêxistinê biryara kampanyaya sefera li girava Amîşteka da. Di sala 1970’yan de komîteya bi navê (pêlên deryayê rawestîne) civîn li dijî ceribandinên kîmyewî li dar dixe. Her wiha tê ragihandin ku di dawiya salê de dikaribû gelek alîkariyan kom bike û dest bi sefera deryayê ya li giravan bikin.
kampanya ji bo komek çalakvan û rewşenbîrên bi navê Keştiya Bawerî (the confidence) tê avakirin û dest bi seferê dikin lê ev sefera keştiyan rastî astengiyên dewletê hatiye û rasterast ew vegerandin. Rêxistin nerazîbûn û helwesta xwe ya ji bo parastina jîngehê li hemberî çekên kimyewî li cihên ceribandinên wan tên kirin berdewam dikin.
Pirsgirêkên jîngehê
Tê zanîn rêxistina aştiya kesk ragihandiye ku sedema şewitandina daristana li Lubnanê di cotmeha 2019’an de ger bi destên kesan be jî bandorek xirab li ser avhewa û jîngehê dike. Her wiha bal dikşîne ser şewitandina daristanên Amazonê jî ku yek ji xetereya herî mezin a li ser xwezayê ye, ev daristan wekî sînga erdê ango nefesa wê ye. Ji sedî 20 ji gazên oksîjen dide erdê û 90 heya 140 milyon metre çargoşe ji karbonê dibe, ew daristana ku hijmareke mezin ji zindiyan di nav xwe dihewîne ye.
Fînans
Tê ragihandin ku rêxistina aştiya kesk biryar daye ku xwe bi xwe bi rê ve bibe û alîkariyên ji xwediyên fabrîqe û kargehan qebûl nake. Ji ber ku li dijî rêgezên rêxistinê ne, li ser asta cîhanê alîkariya xwe ya ji welatiyan digire ji sedî 2,9 e.
Tê zanîn ku gerdûn û jiyana li ser erdê bi xeterek cidî re rû bi rû ye û dê jiyan ji ber vê yekê zortir bibe. Sedema wê jî qirêjiya hewa, av û çolistanan e. Ev jî rê li ber mezinbûna kuna ozonê vedike, ango divê helwesta dewletan û bikaranînên wan ên ceribandinên kîmyewî bên rawestandin û tiştên ku bedêlên wan wiha giran nîn in ava bikin.