Şikefta arkeolojîk a li benda vekolandinê: Şikefta Um El-Siric
Çiyayê Kizwanan gelek deverên arkeolojîk dihewîne, Şikefta Um El-Siric yek ji wan e ku heta niha dîroka wê nepenî ye û tu mîsyonên kolandinê, dîroka wê yan jî çawaniya çêbûna wê keşif nekirine.

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Rojavayê Kurdistanê ya îro di bin û ser wê de bi hezaran gir, şikeft û kaniyên wê yên navdar ku şahidî ji şoreşa neolîtîk û çanda xwendevanan re kiriye, hene.
Her gir, şikeft û çiya dîroka niştecihên xwe, rêûresmên niştecihên herêmê û çanda gelên wê yên kevnar bi bîr tîne, nahêle ku ew di kûrahiya demên berê de winda bibin. Ne tenê mirovên îroyîn lê di van şikeftan de jî mirovên demên berê jiyane. Heta nayê zanîn di kîjan serdemê de çêbûye.
Şikefta Um El-Siric
Şikefta Um El-Siric nêzî 40 km li rojava başûrî Çiyayê Kizwanan e. Kûrahiya şikefta nepenî nêzî 50 metre bin erdê de ye. Rêwî yan jî kesên ku dixwazin bigihîjin hundirê şikeftê, neçar in ku di qulikeke biçûk re dakevin.
Lê ji ber hundir pir tarî ye, riya wê ne rast û pir dijwar e, bi tedbîrên ku qeza çênebin û xwe ji ketinê yan jî şemitandinê biparêzin, neçar in ronahiyek çêkirî bi kar bînin û bi baldarî dakevin.
Di kûrahiyê de kaniyek jêder û herikîna wê nenas e heye
Şikeft bi kaniyek avê ya zelal bi dawî nabe, ava wê tê vexwarin lê madeyek kilsî tê de heye. Heta niha ne diyar e av ji ku tê û ber bi ku ve diçe. Tu lêkolînên ku vê agahiyê piştrast bikin jî tune ye. Ji ber ku heta niha kesek dîroka vê şikeftê nekolandiye.
Cihê geştiyariyê hewza avjeniya xortan û stargeha şivanan e
Li şikeftê tenê kevok dijîn, mar an jî cureyên din ên lawiran najîn. Ji lewre şikeft ji hinek malbatan re bûye cihê geştiyariyê, ji hezkiriyên avjeniyê re bûye hewza avjeniyê û ji şivanan re jî stargeh e.
Teqîna şikeftê ya 2011’an: Hestiyên mirovan ên kevnar hatin dîtin
Li gorî govanekî di sala 2011’an de, wesayîdeke li ser nivîsa (Gundewarên Şamê) hatin, şikeft teqandin. Lê heta niha nayê zanîn ku kî bûn yên ku şikeft teqandin û çi ji hundirê şikeftê derxistin û birin. Govan got ku piştî teqandinê, ew diçe wir hestiyê cenazeyekî dibîne. Hestiyên lingê wî û parsûyê wî pir dirêj û qalind bûn, diranên wî yên jêrê hebûn lê belê qafê wî nehat dîtin. Govan wan hestiyan careke din vedişêre. Hestiyên ku hatine dîtin nîşaneya mirovên kevnar ên li ser vê axê jiyane ye.
Ji ber nebûna lênêrîn û xemsariyê şikeft rastî vandalîzmê hatiye
Ji ber guherîna avhewayê, erdhejên ku çêbûn, dizîna şûnwaran şikeft rastî pir texrîbatan hatiye. Şikeft di serdema rejîma Baasê de rastî paşguhkirinê hatiye. Di serdema Rêveberiya Xweser de jî heta niha tu mîsyon neçûne wê derê û nekolandine. Sedem jî ew e ku ji ber şerê li Sûriyeyê tu misyon derbasî herêmê nedibûn. Ev rewş heta niha didome.
Ji bo ku em bêhtir hundirê şikeftê nas bikin Eliya El-Îsa ku tevî kurê xwe yê 9 salî û hevjînê xwe ketiye nava şikeftê û dîtiye, ji ajansa me re axivî.
Eliya got ku ew niha li şikefta Um El-Siric in, wê 50 metroyê asoyî dakevin heta ku bigihîjin kûrahiya wê, ku li wir kaniyek avê heye.
Ji keviran av tê!
Di daketinê de em rastî kevirên ku av ji wan tê hatin. Yên ku ne baldar bin di daketinê de dibe ku li ser van keviran bişemitin.
Kevirên volkanîk
Her ku em dadikevin rastî tiştekî nû tên. Eliya ya ku rastî kevirên reş hat dibêje: “Ev dişibin kevirên volkanîk ên reş. Lê gelek kevir û dîwarên reş ên dişibin çêbûna volkanê di demên kevn de, hene.” Eliya got ku li her derê cîhanê tê zanîn ku çiya ser erd in lê di vê şikeftê de tê dîtin ku çiyayekî din di bin erdê de heye.
Roman çi dibêje?
Eliya piştî ku digihîje kaniyê dibêje ku jêdera kaniyê nayê zanîn û ne jî diyar e ava wê diherike ku derê. Kanî ji başûr ve tê û ber bi bakur ve diherike. Awayê çêbûna kaniyê wekî groverê ye.
Li gorî romanek heta roja îro tê gotin, berê şivanek hebûye lîreyên zêr di gopalê xwe yê ku dikeve kaniya şikeftê de, veşartibû. Piştî demekê gopal ji hêla zilamekî li nêzî kaniyên bajarê Serêkaniyê ve tê dîtin. Ji lewre li gorî niştecihan ev kanî diherike kaniyên Serêkaniyê.
Şikeft bi 150 metroyê bi dawî nabe lê ji wê kûrtir e
Eliya li ser dîroka çêbûna şikeftê jî dibêje ku heta niha tu misyon nehatine şikeftê nekolandine. Şikeft pir kevn e û digihîje dapîr û bapîrên me. Ji ber guherîna avhewayê av gelek kêm bûye. Ger niha keştiyên binê avê hebûna di kûrahiya kaniyê de noq bûbana, wê bizanibûna kanî digihîje ku û hê çend metre di bin erdê de ye.
Gencîneyek di bin erdê de ye
Eliya da xuyakirin ku şikeft ji ber cihê xwe yê şûnwarî, di havînê de dibe cihê geştiyariyê. Ji ber mirov li dora şikeftê najîn û pir dûrî gundan e, çandinî li dora wê çênabe ku em bibêjin ava wê ji bo çandiniyê tê bikaranîn. Kaniya şikefta Um El-Siric gencîneyek di bin erdê de ye.
Pêwistiya şikeftê bi lênêrînê heye
Eliya got ku erkê Desteya Şûnwaran ew e ku cihên arkolojîk biparêzin û lê binêrin. Kes dawiya vê şikeftê û kaniyê nizane, ji lewre ev cih pêwist e were parastin, heta ku were kolandin û keşifkirin. Pêwist e dora wê were têlkirin û sererastkirinek jê re çêbibe û kes çopê navêje hundirê wê. Dikare bibe cihê geştiyayek giştî.Gelek cihên dîrokî hene, lê nehatine keşifkirin.
Yên wê dîroka şikeftê keşif bikin zanyarên arkeolojîk in
Eliya got ku ji bo ev şikeft were zanîn zanyar pêwist in. Guherîna avhewayê, şemitînên keviran û erdhej hemû jî awa dane şikeftê. Ev şikeft heta devê wê dibe ku av be her ku av kêm dibe valahî çêdibe û kevir dişemitin.
Um El-Siric şikefteke radar e, dîroka wê nehatiye keşifkirin û nasnameya wê ya rastîn hê jî ji gelê herêmê re razdar e. Heta vê demê rayedarên berpirsyar tu kolandin an lêkolînek arkeolojîk a fermî nekirine. Ev yek bûye sedema paşguhkirina vê deverê û rûbirûbûna kolandinên neqanûnî ji aliyê qaçaxkarên şûnwaran ve.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Çiyayê Kizwanan jî bûn sedem ku gelek cihên arkolojîk rastî texrîbatan werin, bi armanca windakirina dîroka herêmê.