‘Divê em jîngeha Kurdistanê biparêzin’

Endama koma ‘Guwêje biparêze’ Yerîvan Şasûwar got ku koma wan hewl dide birîna darên çiyayan ji bo çêkirina projeyan asteng bike û da zanîn ku armanca wan pêşîgirtina li projeyên niştecihbûnê yên li binarên çiyayê Guwêje tên çêkirin e.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Bi destên ji derve û navxweyî hewldanên ji bo tunekirina jîngeha başûrê Kurdistanê didomin. Ji bo gihîştina armanca siyasî û razîkirina dagirkeriyê tunekirina jîngehê didome. Tenê armanca desthilatdariya başûrê Kurdistanê ew e ku pergala sermayedar bi pêşve bibe. Pergala sermayedar çiyayê Guwêje girtiye û ji bo projeya niştecihbûnê darên çiyayan dibirin.

Hemwelatiyên bajar û jîngehparêzên herêmê li beramberî van projeyan nerazîbûna xwe diyar kirin. Her wiha bi riya panel û semîneran metirsiya ji bo hemwelatiyan raxistin ber çavan. Di 30’yê Gulana 2024’an de koma ‘Guwêje bi parêze’ ji aliyê jîngehparêzan û hemwelatiyên bajar ve hat avakirin. Armanca vê komê parastina çiyayê Guwêj e û ji bo parastinê gelek çalakî hatin lidarxistin. Lê belê desthilatdariya herêmê bi çekan êrîşî wan kir û ew dan sekinandin. Tevî van êrîşan jî çalakvanên jîngehê her dem hewldanên ji bo parastina jîngeha başûrê Kurdistanê didomînin.

‘Desthilatdariya başûr bi destên hundir û derve hewldana ji bo tunekirina Kurdan didomîne’

Lêkolînera jîngehê û endama koma ‘Guwêje biparêze’ Yerîvan Şasûwar wiha behsa koma parastina jîngehê kir: “Ev kom hewl dide rê li birîna darên çiyayan ji bo çêkirina projeyan digre. Armanc sekinandina projeya niştecihbûnê ya li binarê çiyayê Guwêje tê çêkirin e. Bi riya birîna darîn li çiyayan hewl didin projeyên niştecihbûnê çêbikin. Lê belê koma me hewl dide pêşî li vê yekê bigre. Desthilatdarî niha darên çiya ji bo pergala sermayedar razî bike û çêkirina projeyan dibire. Armanca wan wêrankirina çiyayê Guwêj e. Ji bo çiya neyê wêrankirin me hewl da. Bi riya koma ‘Guweje biparêze’ destpêkê bi semîner û panelan me hewldana hişyarkirina hemwelatiyan der barê ziyanên wê li ser mirovan li bajarê Silêmanî da. Lê belê desthilatdariyê bi riya hêz û girtina endamên koma me hewl da me bisekinîne. Komê bi riya hemwelatiyên bajarê Silêmanî jîngeha bajar diparast lê belê desthilatdariyê ji bo astengkirinê tedbîran girt. Koma ‘Gewêje biparêze’ niha bi komên dostên jîngehê re parastina jîngehê dikin.”

‘Tu projeyên desthilatdariyê ji bo parastina jîngehê tunene’

Yerîvan Şasûwar da zanîn ku desthilatdarî û sermayedar ji bo berjewendiyên xwe û razîkirina pergala sermayedar jîngeh û mirovan ber bi tunebûnê ve dibe û wiha got: “Tu projeya aliyên pêwendîdar ji bo parastina jîngehê tune ye. Şert û mercên jîngehek bi tendurist ji bo pêşerojê nîn e. Tenê ji bo berjewendiyên xwe hewl dide. Ji ber vê jî jîngehê tune dike û di pêşerojê de mirov jî ji ber nebûna jîngehek bi tendurist de tune bibin. Niha namzedên hilbijartina parlamentoya Iraqê bi riya posteran reklama xwe dikin lê belê me kesek nedît ku behsa hebûna jîngehek bi tendurist bike. Eve nîşan dide ku tenê armanca wan berjewendiyên wan in, ne ew e ku jîngehek bi tendurist ji bo nifê pêşerojê hebe. Tenê şerê desthilatdarî, partî û aliyên siyasî tê dîtin.”

‘Jîngeha welatê me mîrasê mirovahiyê ye’

Yerîvan Şasûwar di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jin weke dayîk û berpirsên malbatê rola girîng di parastina jîngehê de dilîzin. Tevî malên me, malek me ya mezintir heye, ew jî jîngeha bajarê me ye. Divê ji çarçoveya malê derbikevin derve divê hemwelatî bi riya dengderxistinê hewl bidin herêmê biparêzin. Ger ji sedê 80 hemwelatiyan ji bo parastina xak û dagirkeriya navxweyî û derve hewl bidin wê demê em ê bibin xwedî jîngehek bi tendurist. Dagirkerên derve bi çekên kîmyewî jîngehê tune dikin desthilatdariya herêmî ji bo jinavbirina jîngehê tiştek nake heta alîkarî dike. Jiyana me û  ajalan guherî, di jiyana xwezayî de êdî nikarin bijîn. Her wiha herêmên sînorî ji nav dibin, tenê armanc ew e ku bi riya tunekirina jîngehê hemwelatiyên başûrê Kurdistanê tune bikin. Weke endamên koma ‘Guwêje biparêze’, em ê her dem parastina jîngehê bikin. Ji ber ku jîngeh bingeha jiyana me û nifşê pêşerojê ye. Ne milkê tu alî û desthilatdariyan e, milkê mirovahiyê ye. Her çendî pêşî li koma ‘Guwêje biparêze’ were girtin jî dê parastina jîngehê bi gelek şêwe û çalakiyên din berdewam bike.”