Qeyranê avê di astek metirsîdar de ye
Çemê Dîcleyê ku tevahiya sale tijî dihêrîkê, di rojên dawî de di astek pir zêde de zûha bû. Dimênên nû, nîşan didin ku asta avê bi awayekî ku di dîroka nûjen de nehatiye dîtin daketiye.
					Navenda Nûçeyan – Dimênên nû yên ji Çemê Dîcleyê ya yek ji mezintirîn û dîrokîtirîn çemên Rojhilata Navîn hat weşandin, nîşan didin ku asta ava çem pir zêde kêm bûye û mirov dikare hin beşên rêya wê bi bisiklêt û bi peyatî jî biçe. Li gorî pisporan, ev yek mîna diyardeyek bêhempa ya di dîroka nûjen de tê nirxandin.
Çemê Dîcle ku di tevahiya sale de tijî dihêrîke, di salên dawî de ji ber hişkesalî ya li pey hev, kêmbûna baranê û kêmbûna herikîna avê ya ji herêmên çavkaniyê tên, di hecma ava xwe de kêmbûn tê jiyîn.
Pisporên jîngehê, diyar dikin ku kêmbûna asta ava çemê Dicleyê ne tenê bi Iraqê ve sînordar e, nîşana qeyranek avê ya berfireh a li seranserê Rojhilata Navîn e. Li gorî pispoeran, berdewamiya vê pêvajoyê; dikare bandorên cidî yên li ser çandinî, dabînkirina ava vexwarinê û ekosîstemên xwezayî yên herêmê bike.
Kêmbûna herikîna avê ya di Çemê Dicleyê de, ne tenê bandorên jîngehê di heman demê de encamên civakî û aborî jî avakir. Cotkar û civakên herêmî yên ku bi çem ve girêdayî, di hilberîna çandiniyê de kêmbûnek girîng û zêdebûna aloziyan a ji ber kêmbûna avê radigihînin.
Pisporên analîzên jîngehê, diyar dikin ku di nava sedemên sereke yên vê qeyranê de guherîna avhewayê ya gerdûnî, zêde bikaranîna çavkaniyên avê û avakirina gelek bendavan li ser çem a bi taybetî jî li Tirkiyeyê, cih digre. Li gorî pisporan, bawer dikin ku ger tedbîrên lezgîn ji bo rêvebirina çavkaniyên avê, kêmkirina xerckirina zêde ya avê û pêşxistina hevkariya herêmî ya di navbera welatên hewza Dîcle-Firatê de neyên girtin, herêm wê bi qeyranekî avê ya bêhempa re rû bi rû bimîne.