Li Zorava yê HES’a duyemîn tê çêkirin!

Li Sêrtê di sala 2015’an de li ser Çemê Zorava HES hatibû çêkirin. Tevî ku niştecihên gund heta niha vê yekê qebûl nekirine jî; niha amadekariya HES’a nû tê kirin. Jixwe jiyana hemû zindiyan bi wê ketibû xeterê. Ji xwezayê bigre heta şêniyên li herêmê, ji ajalkariyê bigre heta hewayê, ji bo gelek tiştan xeterek mezin bû îcar bi ya nû re dê ev zirar mezintir bibin.

SUHAM AKMAN
Sêrt - Dema ku behsa xweşikahiyên xwezayî yên Sêrtê tê kirin, Çemê Zorava yek ji wan cihên ku ewil tê bîra mirov e. Bawer im tê bîra me, di sala 2015'an de Santrala Hîdroelektrîkê (HES) li ser Çemê Zorava yê ku ji Gundê Şavûra yê navçeya Dihêya Sêrtê derbas dibe, hatibû çêkirin. Li gel ku gelê herêmê heta niha wê HES'ê qebûl nekiriye jî projeya HES'ê ya duyemîn niha di rojevê de ye!
Zirara ku hatiye dayîn bi çavan tê dîtin
Zirara ku ji hêla projeya HES’ê ya yekem ve li ser Çemê Zorava hatiye çêkirin, dîmenek berbiçav a xemgîn ku hêrsa mirov radike afirand. Li gel hesabkirina zirara xwezayî ya ku hatiye jiyîn, zirara baweriya hiqûqî jî afirand. Wekî tê bîra we, dadgeha ku li dozê dinêrî, li ser serlêdana gelê herêmê ku li dijî çêkirina HES'ê ya ewil îtîraz dikirin, destpêke gotibû; "Wê hevsengiya ekolojîk xira bike" û paşê li dijî doza gundiyan biryar girtibû. 
Şêniyên gund li dijî projeyê derketin
Projeya duyemîn a HES'ê ya li ser Çemê Zorava di sala 2019’an de, di çarçoveya "Peymana Mafê Bikaranîna Avê ya ji bo Rêgulatorê Mergî û Tesîsa Hilberîna Hêza Hîdroelektrîkê" hat îmzekirin. Gundiyên ku li dijî projeyê derketin çûn Dadgeha Îdarî û 2 caran biryara rawestandina dan girtin lê piştî nerazîbûnan vê carê doz li dijî gundiyan bi encam bû, hat gotin ku "Rapora ÇED'ê li gorî rêgezê ye." Şûraya dewletê jî rapora ÇED'ê qebûl nekir û biryar da ku di raporê de xeletî heye û divê pispor bên wezîfedarkirin. Meclisa Giştî ya Bajara Sêrtê ji bo çêkirina HES’ê di plansaziya avakirinê de guhertin pêk anî. Îtîrazên ku ji aliyê Meclisa Giştî ya Bajarê Sêrtê ve hatin kirin dê bên nirxandin û ger îtîraz bên redkirin dê meclis ji bo pejirandinê rayaya biryarê bide walîtîyê.
Yek ji quncikên biheştê: Çemê Zorava
Çemê Zorava ku li herêmê wekî yek ji quncikên bihuştê tê binavkirin, ji bo gelê herêmê xwedî girîngiyeke mezin e. Çemê Zorava ji bilî ava çavkaniyê, bi bedewiya xwe ya xwezayî re hema bêje çar demsal bi gelî û pelên avê xwe mêvanan pêşwazî dike. Gundiyên li ser Çemê Zorava û "Platforma Dest Nede Zorava" bi hev re li dijî HES'ê têdikoşin. Rêxistinên sivîl û hezkiriyên xwezayê yên li herêmê, li dijî avakirina HES'a duyemîn in.
Şêniyên gund dibêjin ku divê bi rêzdarî nêzî xwezayê bibin 
Şêniya gundê Şavûra Sabriye Kurt jî bertekek mezin nîşan da û wiha got: "Divê rêz ji xwezayê re bê girtin." Sabriye Kurt, anî ziman ku divê destûr neyê dayîn ku jîngehên wan bên xirakirin, avakirina HES'ê bandorê li her tiştê û hemû kesên li wir dijîn dike û got ku ew naxwazin cara duyemîn ji gundên xwe koç bikin. 
Platforma Dest Nede Zorava diyar kir ku dê 15 gund jê bi bandor bibin
Platforma Dest nede Zoravayê jî bi îmzeya #Dest nede Zoravayê kampanya da destpêkirin û di her fersendê de daxuyanî da û anî ziman ku projeya duyemîn a HES'ê wê bibe sedema felaketeke ekolojîk. Li gorî xebatên ku ji aliyê Platforma Dest Nede Zoravayê ve hat meşandin, çêkirina HES'a duyemîn a li ser Çemê Zorava tê wê wateyê ku dê 15 gund jê bi bandor bibin.