Li Esfehanê paytonên bi hesp tê protestokirin

Paytonên hespan yê li navenda dîrokî ya Esfehanê Nakş-i Cihan, ji aliyê parêzvanên mafê ajalan ve hate protestokirin. Parêzvanên mafê ajalan, diyar kirin ku eziyeta ku ajal dibînin, dîrok jî reş kiriye.

SARA KERÎMÎ

Esfehan – Qada mezin a Nakş-i Cîhan (Naqsh-e Jahan) ku di lîsteya Mîrasa Cîhanê ya UNESCO de cih digre û di dema Safewiyan de ji aliyê Şah Ebbas li bajarê Esfehan girîng û dîrokê ya Îranê ye çêkirî, îro jî sembola turîzmê ye.

Qada dîrokî ku wateya ‘Qada dîmenê dinyayê’ dihilgire, hatiye halê ku her roj bi sedan turîst bi paytonan lê digerin. Lê belê li pey vê dîmenê nostaljîk, rastiya êşa ku hesp dijîn heye. Parêzvanên mafê ajalan, bezandina paytona bi hespan protesto dikin. Parêzvanên mafê ajalan ku kampanyaya ‘Rizgarkirina hespên paytonan’ dane destpêkirin, li benda piştevaniyê ne. 

Rewşa hespên paytonan li Esefehanê ev demek dirêje bûye mijara nîqaşê. Di meha Tebaxa 2019’an de dîmenê hespekê li qada Nakş-i Cîhan ji hişê xwe çûbû, di medyaya dijîtal de deng veda. Di Newroza 2024’an de dîmenê ku hespekê nekarî lingê xwe rake cardin hate rojevê. Ev buyerên wiha, tenê teyîsîna pirsgirêkek ku bi salan e didome ye. Hesp ji 9’ê siharê heta 12’ê şevê saetên dirêj payton hildigirin û di nava vê demê de di germahiya zêde de diwestin. Gelek hesp li gorî hespên din ji sêyan yekê temenê xwe dikarin bijîn.

Mîrasa çandî ye, an qirkirin e?

Hinek ajokarên paytonan, geşta bi payton weke kevneşopekê diparêzin. Lê belê dîroknas Maryam H. diyar kir ku eve bi bandora dema Pehlîvanî ya di sala 1950’an de pêkanînek ku ji Ewropa girtine ye. Maryam da zanîn ku qada Nakş-i Cîhan ji bo lîstokên di dema Safewiyan de hatiye çêkirin, li vê qadê gerandina paytonan tu caran nebûye kevneşopî. Îfade kir ku qadek ya dîrokî, qirêjkirina ezyeta li ajalan û çêkera dîroka herêmê xirab dike û bandorek xirab li hatina turîstan ya ji bo Esfehanê dikin. 

Ji aktîvîstên mafê jinan bertekên tund

Aktîvîstên mafê jinan di vê mijarê de di çeperên pêş de c ih digrin. Aktîvîst Reîhana K. diyar kir ku ajal ji aliyê endustriya ajalan ve weke çavkaniya debar û kêfê tê bi karanîn û got: “Divê mafê jinan û mafê ajalan di heman demê de werin parastin. Ger em li dijî vê eziyata ku bi ajal û xwezayê tê kişandin nesekinin, em ê nekaribinn civakek baştir ava bikin.” Ev nêrîn lênêrînek parastina qirkirina ajalan, nêzîkatiyên turîzmê di hemû beşên civakê de bandorên nerênî ava dike.

Çareseriyên alternatîf: Paytonên bi kehrebe û bisêklêt

Gelek aktivîstên civaka sivîl, paytona bi hesp bi guherîna erebeyên kehrebê yên payton û bisikletan gelek kes pêşniyar dikin. Alternatîfên wê paytonên kehrebeyê û bisîklet, bi navê ku bi dawîkirina qirkirina ajalan, dibe ku çareseriyek bi bandor be. Li Esfehanê her çend dest bi bikaranîna amûrên alternatîf yên hilgirtinê kiribe jî, bikar anîna paytonên hesp hê didome.

Kampanyayên kûrewî

Li bajarên cûda yên dinyayê, bi karanîna paytonên bi hesp her ku diçe kêm dibe. Li bajarên wek Parîs, Londra, New York û Pekîn kampanyayên wek ‘Peytonên bi hesp nîne’ pêktînin. Ev tevgerên kûrewî, rê li ber wê yekê vekir ku li Barselona paytonên hesp werin qedexe kirin, li Montral jî bi paytonên kehrebê guherîn vekir. Li Tirkiye heman kampanya didomin.

Li Esfehanê kampanyayek din

Li Esfehanê parêzvanên mafê ajalan, li dijî eziyeta ku hesp dijîn, ji bo dengê xwe bidin bihîstin ev demek dirêj e têdikoşin. Kampanyaya bi navê ‘Rizgarkirina Hespên Paytonan’, di peyîza 2024’an de car din hate rojevê. Aktivîst ji bo hespên ku li qada Nakş-i Cîhan bi awayek tendurist bijîn kampanyayên îmza li dar dixin.

Ev kampanya hedef dike ku eziyeta li dijî ajalan rake. Ji 29’ê Nîsanê ve kampanyaya îmzayan car din hate destpêkirin û wê heta dawiya meha Gulanê bidome.

Protestoyên li Esfehanê, di navbera endusriya turîzm û mafê ajalan de, nîqaşek girîng destpê kir. Çareseriyên alternatîf û tevgerên kûrewî ji bo çareseriya pirsgirêkê hêvî dide.