“Jin bi xwezayê xwedî hestên xwezaparêziyê ne”

Aktivîst, rojnameger û akademîsyen Fatima Yassin ji ber xebata xwe ya jîngehparêz, li welatê xwe Mexribê xelat girt. Fatima Yassin difikire ku her sê warên ew bi rengekî çalak lê dixebite, bi aloz in û piştgirî didin hev wiha dibejê; “Wekî xeyalek be jî ger carek bibim wezîra jîngehê yekem tişta bikim ew e ku ez ê di qadê de çalaktir bixebitim û ji bo xebatê rê li ber hejmara zêdetir a jinan vekim.

HANAN HARIT
Mexrib- Tê texmînkirin ku Mexriba ku ji hêla jîngehê daristan, behr û çolê ve di nav welatên herî dewlemend e cih digre zêdeyî 24 hezar cureyên ajalan dijîn. Welatê ku xwedî jîngehêk pir rengîn e, hebûna daristan, behr û li ser vê yekê, jîngehek çolî diparêze. Digel van dewlemendiyan, tê gotin ku li welat ji 600’î zêdetir cure di nava xeterê de ne. Ji bo parastina jîngehê pêwîstiya me bi planên çalakiya lezgîn heye. Li Mexriba ku ji sedî 40’ê aboriya welêt ji hêla çandiniyê ve tê dabînkirin, 24 herêmên avî û 3 deverên xwezayî yên di nav tora rezervên bîosferê yên navneteweyî ya UNESCO’yê de ne hatine damezrandin.
Li welatê ku roj bi roj hevsengiya ekolojîk xirab dibe, ji ber faktorên xerakirina jîngehê 6 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Ne mimkûn e ku mirov zirara darayî ya ji hêla xerabûna jîngehê ve hatiye kirine hesab bike. Di nav însiyatîfên ku ji hêla plana Mexriba Kesk ve hatine destpêkirin de, yek ji wan ew e ku şênî dixwazin cotkariyê bikin. Motorek mezin a ji bo mezinbûna aboriya neteweyî, Santrala rojê ya Nûr ku dê ji sedî 52 hewcedariya elektrîkê ya Mexribê heya 2030’an peyda bike û her wiha parastina jîngeh û ava binê erdê destpêkirina pêngavên hişyariya jîngehê bike. Xebata çalakvanên jin ên jîngehparêz heybet e. Fatima Yassina ku hêjayî xelata jîngehê hat dîtin, çalakvan, rojnamevan û jîngehparêz e. Van rojan, ew Foruma Rast a Jîngeh û Tenduristiyê rêve dibe. Fatima Yassin diyar kir ku rola jinan di belavkirina hişmendiya parastina jîngehê de pir girîng e û bersiv da pirsên me û destnîşan kir ku jin di vê mijarê de hesastir in. 
Ji ber hişmendiya jîngehparêziyê û xebata xwe xelat girt
Li ser pirsa xelata jîngehê ya ku wê girtiye ji bo na wê tê çi wateyê, Fatima Yassin dibêje ku ew kêfxweş e xebata wê tê dîtin û karê ew bi hev re dikin jê re giran nayên. Di heman demê de destnîşan dike ku bawer dike çalakiyên rojnamegeriyê dema lêkolînên aktîvîstiya jîngehê dike bi bandor dibin û fêdeyek mezin bidinê. 
“Ji bo min lûtke ne girtina xelatê ye, dîtina xebatên min ên jîngehê ye. Bi taybetî, rastiya ku ji rojnamevanek re hatiye dayîn dikare ji hevalên min ên hempîşe re bibe mînak. Pêwîstiya me hemûyan bi geşepêdana domdar û parastina jîngehê heye.” 
Fatima Yassin dibêje ku pisporiya di zanistên jîngeh û hişmendiya ekolojîk de gavên nû ber bi erdnîgariya Ereban ve avêtiye.
"Karesatên li ser jîngehê, qirêjbûn û rabûna lehiyan, tenê bandorê li herêma Ereban nake. Ew pirsgirêkek cîhanî ye lê em hewce ne ku vê hişmendiyê li herêma xwe çêbikin û mezin bikin. Rojnamegerî, çapemenî û medya dikare bibe gaveke girîng di pêşxistina vê hişmendiyê de. Ez difikirim ku divê di warê ekolojiyê de çalakiyek rojnamegerî ya taybet hebe. Di vî warî de pisporî, bê çêbibe. Bi xwe, ez ne tenê rojnamevan im, di heman demê de berdewamiya çalakiyên xwe yên akademîk im. Ji ber vê yekê ez xebateke profesyonel a piralî ya ku hev têr dike pêk tînim. Lê yek, ji yekê pêştir nîn e. Ji ber ku dema ez di warê jîngehê de xebatên akademîk dimeşînim, dikarim van lêkolînên akademîk bi riya çapemeniyê ragihînim.”  
Kêmbûna deverên şîn û kesk hesasiyeta min zêde kir  
Fatima Yassin dibêje ku ji zarokatiya xwe ve aliyê wê yê jîngehparêz hebûye, dûre nebûye xwedî van hestan, di heman demê de dixwaze malbat zarokên xwe fêr bikin ku ji hawirdorê re hestiyar bin.
Fatima Yassin dibêje ku bi gelek rêxistinên navneteweyî re li welatê xwe lêkolînên rastîn ên jîngehê dike wiha dibejê: "Dema ez zarok bûm, min ji keskahî û hemû awayên xwezayê hez dikir û têgihîştina min di vî warî de ku em jê re bibêjin hesasiyet hebû. Bi mezinbûna me re deverên kesk her ku çû hindik dibin. Vê yekê jî hesasiyeta min kûrtir kir û bû sedem ku ez di vî warî de bibim pispor.” 
“Ji parastina axê bigre heya hezkirina wê, rolek mezin heye ku jin bilîzin. Ji ber ku ew jin e dikare vê hişmendiyê bide. Dîsa, ez dixwazim bibêjim ku jin di nav qurbaniyên herî mezin ên pirsgirêkên jîngehê de ne. Bi taybetî guherîna avhewayê, ji ber vê yekê ez dixwazim teqez bikim ku ew li pêş in û dikarin bi encamên we re şer bikin. Jin hem berdewamiya mirovahiyê hem jî yên ekosîstemê ne. Bifikirin, heke gundek ji ber guherînên avhewayê ji ava vexwarinê bêpar bimîne dê jin çawa avê bînin gund? Ew ê neçar bin ku li mesafeyên dirêj bigerin. Dibe ku ew wek mînakek piçûk xuya bike lê em vê yekê di gelekan de dibînin, hem li welatê me û hem jî li hemû cîhanê." 
Li Mexribê 800 komeleyên jîngehê, jinan ji vî warî dûr dixin 
Fatima Yassin destnîşan kir ku li wî welatî zêdeyî 800 komeleyên jîngehê hene lê deriyên piraniya wan ji jinan re girtîne û got; "Mixabin, em cudakariya ku te kirin û jin ji jiyana civakî tên durxistin di karên çalakvaniya hawirdorê de dibînin. Jin ji komeleyên jîngehan tên derxistin. Erkê jinan e ku hawirdorê biparêzin lê ji bo bi rengeke aktîf bi vî karî re mijûl nebin tên astengkirin.”
"Dibe ku xeyalek be lê ger ez carek bibim wezîra jîngehê ez ê gelek tiştan bikim" 
Her çend wekî xeyalek bibîne bi van gotinan xeyala xwe tîne ziman: “Ger ez rojek wekî wezîra jîngehê bêm wezîfedarkirin, yekem tiştê ez ê bikim ew e ku ez di qadê de çalaktir bixebitim û rê li ber zêdetir jinan vekim da ku bikaribin di vî warî de bixebitin. Ez dixwazim hişyariyek sivîl biafirînim û bi taybetî di warê jîngehê de vê yekê bi tevnên herêmî re bi rêxistin bikim û lêkolînên ekolojîk pêk bînim û jinan di vî warî de bixebîtinim”