Gola Abantê bi bedewiya xwe ya xwezayî bêdawî ye

Gola Abantê û derdora wê ku di sala 1988’an da wekî Parka Xwezayî ket bin parastinê, li qadeke daristanî bi oksîjena zêde, ji kesên ku tên serdanê re dibe cihê bêhnvedanê. Welatiyên ku li dora golê û daristanê dimeşin hewl didin bi kêfa hewaya paqij re ji stresa navendên bajaran dûr bikevin.

DÛRKET SUREN
Bolu - Gola Abantê ku her çend demsal diguhere jî bedewiya wê ya xwezayî qet naguhere, li Tirkiyeyê her demsal di nav cihên ku ji bo betlaneyê tên tercîhkirin de ye. Bi dawîbûna demsala payîzê re Gola Abantê û derdora wê demeke xweş a xwezayî pêşkêşî kesên tên serdanê dike.
"Pêvajoya ku ahengên ji rengên germahiya havînê vediguherin rengên spî "
Gola Abantê ku 34 kîlometreyan li başûrê rojavayê Boluyê ye û bi bajarokê Mudurnuyê ve girêdayî ye, li ser çiyayên Abantê bi krater û kurtikê çêdibe, her mehên salê xwedî bedewiyeke balkêş e. Bi dawîbûna demsala payîzê re, gola Abantê xwe amade dike ku bi dawîbûna payîzê re rengên xwe yên germ bi spîtiya zivistanê re veguherîne.
"Ji bo kesên tên serdanê dibe cihê aramî û bêhnvedanê "
Gola Abantê û derdora wê, di sala 1988’an da wekî Parka Xwezayî ketin bin parastinê, li qadeke daristanî bi oksîjena zêde re ji bo kesên diçin serdana wê dibe cihê aramî û bêhnvedanê. Welatiyên ku li dora golê û daristanê dimeşin hewl didin bi kêfa hewaya paqij re ji stresa navendên bajaran dûr bibin. Sosinên ku li derdora Gola Abantê şîn dibin, mirovan heyranî xwe dihêlin.
Her wiha dewlemendiya darên koknar, berû, qajê, gurgar, narewan, şambelot û darên din ên ku fêkiyên kovî digrin jî ji bedewiyên Abantê ne û mirov ji kişandina wêneyê wan têr nabe.
Ketina Gola Abantê û Parka Xwezayê bi pere ye. Ji sala 2021’ê û pê ve ji bo ketina rêwiyan 7 TL, ji bo motorsîkletan 14 û ji bo wesayîdan jî 21 TL tê girtin.