Girê Endarê xwedî şaristaniyeke dîrokî ye

Li Herêma Efrînê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek cihên dîrokî hene yek jê gir û peresgiha Endarê ye ku bûye şahidê gelek serdemên dîrokî û xwedî şaristaniyek kevnar e.

HESNA MIHEMED
Şehba- Her herêmek bi dîrok, şûnwar û çanda xwe tê nasîn, Herêma Efrîn- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi dîroka xwe ya kevnar dewlemend e.  Bi hezarê salan e gelê wê herêmê di nav şert û mercên herî dijwar de dijîn û bi gelek qirkirinên çewsandina vê çandê re rû bi rû mane. Şêniyên Efrînê tevî hemû hewildanên hêzên qirker parastina keneşopiyên xwe yên civakî û şûnwarên xwe yên dîrokî dikirin. Di Efrîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek deverên dîrokî weke Kela Nebî Horî, Seman, Kilûtê, Girê Endarê û Cindirêsê hene. Her wiha gelek deverên dîrokî yên şopa mirovan lê heye têde tên dîtin. Têkildarî mijarê em ê gir û peresgiha Endarê bidin nasîn û şopên wê yên dîrokî şîrove bikin. 
Pênaseya Girê Endarê 
Peresgiha Girê Endarê 50 kîlometreyan ji bajarê Helebê dûr e û bi qasî 3 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Efrînê ye. Dirêjahiya gir nêzî 270 metreye û firehiya wê 170 metreye, her wiha bilindahiya wê jî dighêje 30 metreyî.  Gir bi sûrê hatiye dorpêçkiriye, ev sûr ji çemê Efrînê dest pê dike û heya 300 metreyan dirêj dike. Li kêleka Girê Endarê gundê Endarê heye nav de korîdor hene û gundên weke  Bêlan, Îsalhiyê û sencilrî bi hev dide girêdan. Ev korîdor xwedî girîngiyeke stratîjîk e û bi armanca parastina ji êrîşan hatibû avakirin. 
Şopên dîrokî yên Girê Endarê
Li gor xebatên lêkolîneran ên li ser Girê Endarê hatine çêkirin mirovan zêdetirî 8 hezar beriya zayinê lê jiyan kirine. Li başûrî girê mezin ê Endarê û bi dûrahiya 100 metreyan tepeyekî biçûk heye, mirovan di wan serdeman de ser wê çandinî afirandibûn. Li ser tepe Gundekî biçûk hatibû avakirin di gelek pêvajoyên dîrokî yên pêşketî re derbas bûye weke serdema Hisiyîn, Horî, Mîtanî, Aşûrî û Mîdî û hate îsbatkirin ku jiyan di wî gundî de heya sala 1086’an dewam kiriye.  Bi binketina artêşa Pîzetonî li hember Selçoqiyan bi armanca windakirina şopên dîrokî, gund hate şewtandin. Her wiha bi rêya lêkolînan hate diyarkirin ku niştecihên gundê Endarê yên kevnar di çêkirina hesin de navdar bûn. Li ser Girê Endarê ji aliyê Bakûr de peresgihek heye, ji kevirên Bezilêt ên hûr hatibû avakirin. Li ser dîwarên wê formên pir berbiçav hatin neqişkirin, mîna şêrên bi basik û neqşên jinan bi awayekî beramberî hevdu hatine neqişandin.   Ev neqiş yek ji peykerên herî xweşik e di dîrokê de tê pênasekirin. 
Peresgiha Gundê Endarê
Di peresgiha Girê Endarê de li gor lêkolînvanan di sala 1965'an de pereyên zêr û zîv ku vedigere gelek serdemên dîrokî hatine dîtin. Di heman demê de peykerên xwedewandên Horî, Mîtanî, Hisî û Mîdî hatine keşifkirin. Di pêvajoya kolandinê de peykerê zilamekî hût ku çoka wî dighîne nîviya bilindahiya wî lawirî, hate dîtin. Piraniya van peykeran di peregihên Mîtanî de têne dîtin. Di sala 1965'an Kovara El-Holiyet a Sûriyeyê bi zimanê Firansî li ser navê Serokê Erka Keşifê M. Morris Dunand derbarê Girê Endarê de ragihand bû ku Xwedewandê di Endarê de xwedewandê rojê ne û bi navê  "Xwedewand Tîşop" tê naskirin. Neqşeya şêrên li ser dîwarên Endarê hatine keşifkirin vedigerin sedsala 13'an berî zayinê û li gor tesbîtên Mamosteyê Şûnwarî Firankfort ev şêr dişibine şêrê ku li Bakurê Kurdistanê Malatiye hatiye keşifkirin e. 
Şûnwarên Endarê hatin dizîn û firotin
Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê êrîşî Herêma 
Efrînê û gundewarên wê kirin. Di encamê êrîşan de gelek zirar gihandin mirov û xwezayê. Di van êrîşên hovana de gelek şûnwarên dîrokî yên Efrînê hatin hedef girtin. Piştî dewleta tirk a dagirker di 18'ê Adara 2018'an de Efrîn dagir kir, kiryarên dij mirovî jî li ser gelê herêmê dan meşandin û heya vê kêliyê didome. Cihên dîrokî yên Efrîn û şûnwarên wê hatin dizîn û rûxandin. Girê Endarê ji van êrîşan bê par nema û hemû şûnwarên wê hatin dizîn û li welatên derve hatin firotin. Girê Endarê xwedî şaristaniyeke dîrokî ye.