Geliyê Godernê bihareke din di bin gefa bendavê de derbas kir

Geliyê Goderne ku gelek celebên nebatên endemîk û avahiyên dîrokî lê hene, di bin xetera bendavê de ye. Bi xilaskirina bendava Farqînê ya ku tê çêkirin dê gelî di bin avê de bimîne.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Geliyê dîrokî Pira Kevir û Geliyê Godernê ku şopên serdema neolîtîkê digre nava xwe, bi hatina biharê re bi gelek rengan xemilî. Geliyê Godernê ku dikeve navbera Farqîn, Pasûr û Licê, di biharê û havînê de bi hezaran geştiyarên herêmê û biyanî dike mêvan. Geliyê ku ji hêla her kesê ve bi ava xwe ya sar diherike û dîmenê xwe bêhempa tê zanîn, di van salên dawî de di bin gefa binavbûnê de ye.
Gelî ji ber bendavê dê di bin avê de bimîne
Gelî, ji ber Bendava Farqînê ku di 2009’an de dest bi çêkirina wê kiribûn dê di bin avê de bimîne. Bendava ku ji sedî 70’ê wê qediyaye, tê texmînkirin ku di nav sê salan de dê temam bibe.
Bi xilaskirina bendavê re, bi hezaran hektar erdên çandiniyê dê digel geliyê dîrokî yê ku di bin avê de bimîne, wêran bibin. Bendava ku bi îdiaya "ewlehiyê" ve girêdayî Projeya Anatoliya Başûr-Rojhilat hat çêkirin, wê geliyên gelek gundan jî di bin avê de bihêle.
Dê dîrok û xweza tune bibe
Geliyê xwedî cihêrengiya biyolojîk û celebên nebatên endemîk û her wiha gelek celebên di xeterê de ye. Li geliyê ku Pira Kevir a dîrokî lê ye, gelek şikeft, rêyên avê û dêrên keviran hene.
Gelî li herêma çiyayî ji bo ajalan rêwîtiyek e, di heman wateyê de ji bo gundiyan jî debara jiyanê ye. Gorên kevir û gorên bîrdariyê yên li herêmên Hevika, Kanika û Kelê ku ji bo bîranîna dîrokî û civakî pir girîng in, kavilên keleh û qesrê ji Mervanî û şikeftên ji Serdema Neolîtîkê li Geliyê Godernê jî bi bendavê re di bin xeterê de ne. Bi gelî re dê avahiyên dîrokî jî winda bibin.
Hejmara wan her roj zêde dibe
Hejmara bendavên ku li paş xwe bermahiyek jehrîn dihêlin, temenê wan tenê 50 sal e, zirarê didin ax û hewayê, bi îdîaya "ewlehiyê" ya li herêmê roj bi roj zêde dibin. Heya niha li Colemêrgê 5, li Şirnexê jî 7 plansaziyên bendavan hene. Bendava Ilisuyê ku yekser piştî wê hat çêkirin, bi vê mantiqê bû. Sedema Bendava Farqînê ji heman îdiayan pêk tê. Tê fikirîn ku bendava tê payîn piştî 3 salan were xelaskirin dê zirarek mezin bide avhewaya ekolojîk a herêmê.