Fêdeya pelên rezan

Pelên mêwên tirî, bi tama xwe ya xweş ji bo xwarinê tên bikaranîn. Ev pelên ku bi demsala biharê re çêdibin û heta dawiya havînê dimînin, hem bi şînahî, hem jî xistina nava şoravê, dibe xwarin ji bo her çar demsalan.

 
Navenda Nûçeyan - Mêwa tirî wekî yek ji nebatên ku rehê wê di kûrahiya erdê de kûr dibe û demên dirêj dijî, tê zanîn. Temenê wan di navbera 50-100 salî de ye û di sala yekem de şaxên wê mezin dibin lê tirî nagire. Dibe ku di sala duyemîn de tiriyên biçûk ên ku nayên xwarin bigre, di sala sêyemîn de jî tiriyê baş û ji bo xwarinê bigre.
Ji bo ku mêwa tirî di mercên guncav de bi rêkûpêk mezin bibe divê di nava axa guncav de were çandin û madeyên organîk li axê werin zêdekirin, bi taybetî yên ku azot di wan de heye. Mêwên tirî di gelek celebên axê de tên çandin lê çêtir e ku meriv di nava axa zer de biçîne, ji ber ku dema meriv di nava axa reş de biçîne tirî kêmtir dide. Her wiha erda bi qûm ji bo çandina tirî ne guncav e. 
Divê ku meriv gihayê nebaş ji derdora mêwên tirî rake, ji ber ku dara wê xwediyê rehên kûr e. Hebûna mijê di dema bişkîvîna dara tirî de dibe sedema weşandina wan. 
Li gelek herêmên Kurdistanê şîn dibe
Mêwa tirî, dema ku şaxên wê bi hin daran an jî cihên wekî çardax ve tên pêçandin heta çend metreyan bilind dibe derdora xwe digre û sîwaneke gelek xweş jê çêdibe. Dema ku bi derek ve neyê girêdan jî li erdê şaxên xwe bera derdora xwe dide. Li Kurdistanê li herêmên Mêrdîn, Amed, hema bêje hemû navçeyên wan, tirî heye û gelek berhem jê tên çêkirin. Ji demsala biharê heta havînê pelên wan ji bo xwarinê tên jêkirin, hem bi şînahî tên pêçandin ji bo xwarinê hem jî ji bo demsalên din dixin şoravê heta çend salan jî dimîne. Li Amedê li navenda bajar tu li kîjan cihê ax lê heye yan jî bexçeyên malan binêrî tu mêwên tirî dibînî. Navçeya Rezanê ku dûre navê wê kirine Baglar, dibêjin ku berê hemû xaniyên kevirîn û rez lê hebûne loma jê re wisa gotine lê mixabin ew der niha tenê beton e, ji rezan, pelên wan û fêkiya wan a bi bereket tu tişt nemaye! 
Li Ewropayê gelek cureyên tirî hene
Li Ewropayê jî gelek cureyên wê hene, nemaze li Îtalya, Fransa û Îspanyayê. Tirkiye û Emerîka jî di nava welatên sereke yên xwedî hilberîna tirî de ne. Her wiha gelek dewletên Ereb, Misir, Filistîn, Sûriye, Mexrib û Lubnan jî mêwên tirî diçiînin. Cureyên tirî yên herî girîng ên Ewropayê ne û zêdetirî 3 hezar celebên wî hene.
Mêwa tirî di meha Adarê de şîn dibe û dema ku bahoz hebe, pelên wê diweşin. Dema mezinbûna wan di meha Adarê de dest pê dike û di meha Cotmehê de diqede. Her wiha ji pelên mêwa tirî xwarina bi navê yebreq ku ji pelên wê yên pêçayî bi birinc û goşt, tê çêkirin heye. 
Gelek sûdên pelên tirî hene, enfeksiyonan kêm dike, tendirustiya hevbeş diparêze, ji bo dil baş e, alîkariya çêbûna hestî û xurtkirina diranan dike. Bedenê ji nexweşiya kêmbûna xwînê û nexweşiya penceşêrê diparêze. Fêdeyên pelên tirî ji hêmanên girîng ên ku tê de weke vîtamîna K, A, magnezyûm û kalsîyum hene tê.