"Bi tunebûna daristanan em bê bêhn û pêşerojê dimînin!"

Şewatên daristanan ên li herêmê di mehên havînê de ku destûr nadin werin vemirandin, zirarek mezin didin xwezayê. Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere got; "Windakirina çûçikek an kûsiyek ne tenê windakirina zindiyek e di heman demê de, zirarek mezin e. Hemû zindî xwedî peywirek in. Mafên wan heye bijîn” û diyar kir ku bi tunebûna daristanan re, bêhngirtin û pêşeroja mirov jî tune dibin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Navenda Nûçeyan – Şewatên daristanan ên li bajarên wekî Amed, Çewlik, Mêrdîn, Şirnex û hin parêzgehên li rojavayê Tirkiyeyê zirarek mezin dide sazûmana ekolojîk. Dema ku her sal bi hezaran qadên hektarê bi şewatê dibin xwelî, bi sedhezaran zindî ji ber şewatê telef dibin. Di dawiyê de, şewata daristanê ku di rojên borî de li Çewlikê derket û ji ber mudaxeleya dereng bû sedema hilweşînek mezin, bi rojan berdewam kir. Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Menekşe Kizildere diyar kir ku şewatandina dar û beran li hesabê sermayedar û dewletê tê û diyar kir ku yên van şewatan dane destpêkirin û bêdeng mane sûcê mirovahiyê kirine.
"Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin" 
Menekşe Kizildere teqez kir ku li seranserê welat, bi taybetî di mehên havînê de nûçeyên şewatan her roj tên û got ku pir hindik agir ji ber sedemên xwezayî derketiye. Menekşe Kizildere got; “Em dibînin ku pargîdaniyên madenê, enerjî û avahiyên înşatê qada daristanên ku çav berdanê dişewitînin, ji ber ku ew wekî amûrek şer tê dîtin. Lê her darek dişewite hebûnek ekolojîk e ku wekî hemû welatan li vî welatî jî mafê jiyan û hebûnê ji bo wan heye. Agirê daristanê di heman demê de mafên hemwelatiyan jî talan dike û mafên nifşên pêşerojê yên di jîngehek bi tendurist de desteser dike. Dema ku krîza avhewayê bi lez çêdibe, li dijî wî şerê herî bi bandor berfirehkirin û başkirina daristanan e. Şewitandina daristanek û temaşekirina ku karesatek wiha sûcê li dijî gerdûn û mirovahiyê ye.”
"Agir veguherî desteserkirina mafan" 
Menekşe Kizildere diyar kir ku li herêmê rewşa şer heye û ji berê ve heya îro siyaseta birandina daran tê meşandin û diyar kir ku şewatên li herêmê veguherîne desteserkirina mafan. Menekşe Kiziledere diyar kir ku destûr nayê dayîn li daristanên ku her dem hatine şewitandin destwerdan bê kirin û got; “Îro, em dibînin ku şewatên daristanan li Cûdî, Omera, Çewlik, Dêrsim û parêzgehên din ên Kurdan bi awayekî sîstematîk derketine û tu mudaxele tune ye. Gava ku agir bi gund ket jî em dibînin ku kesên li gund mudaxele kirin hatin astengkirin. Em dibînin ku dezgehên vemirandina agir ku bi gelemperî li rojavayê welat tên bikaranîn, nayên bikaranîn. Ev bêguman kirinên sîstematîk in û ne tesadûfî ne. Mîrasa ku ji xwezayê ji mirovahiyê re maye, îro dibe çeka şer û li dijî xweza û mirovan tê bikaranîn. Bikaranîna daristanan wekî amûrek şer veguherî desteserkirinek pir cidî ya mafên parêzgehên Kurdan.”
"Pêşeroja me jî bi daristanan re winda dibe" 
Menekşe Kizildere destnîşan kir ku mafê her zindiyê heye ku di cîhaneke ekolojîk de hebûna xwe bidomîne û anî ziman ku hevsengiya ekolojîk bi şewatan têk çûye û wiha domand: “Tu hebûnên gerdûnê, tenê ji bo berjewendiya mirovan nîn in. Mirov tenê perçeyek xwezayê ye. Ne xwedî û serdest e. pêdiviya xwezayê bi mirov nîn ê lê ya mirov bi xwezayê heye. Darek tenê xwedî gelek peywiran e. Ew ekosîstemek bi zincîrên jiyanê ye ku ji hêla hemî zindiyên piçûk û mezin ve hatiye damezirandin. Li aliyê din, daristan, ekosîstemên bi milyonan zindî yên bi hev ve girêdayî ne. Di van pergalan de gelek zindî û ewqas jî têkilî hene ku ev pêvajo gelek salan berdewam dikin. Şewatên li daristanan windahiyên mezin in. Mirin an jî kuştina çûkek an jî kûsiyek ne tenê windabûna can e, windahiyek mezin e. Hemû zindî pîroz û hêja ne. Mafên wan heye ku bijîn. Her ku daristan tên şewitandin û tune dibin, pêşeroja me jî tune û winda dibe.”