Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin bi serkeftinê bi pêşve diçin - PANORAMA

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî şoreşa ku pêşengiya wê kirin, niha jî ji bo avakirina jiyana wekhev û azad bi rêxistibûnê têkoşîna xwe didomînin, bi serkeftinê bi pêşve diçin.

SANA EL-ELÎ

Navenda Nûçeyan- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan, piştî şoreşa ku pêşengiya wê kirin bi têkoşîna xwe ya ji bo avakirina jiyana wekhev û azad, ji jinên cîhanê re dibin îlham. Jinên ku tevî şert û mercên herî dijwar ên şer jî li hemû qadên jiyanê li gorî rêgeza azadiya jinan rêxistinbûna xwe didomînin, bi saziyên jinan ên ku ava kirine re jî xebatên xwe bi sazî dikin.

Bi Hevpeymana Civakî re wekheviya zayendî ket bin temînatê

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 12’ê Kanûnê de Hevpeymana Civakî ya nû ku gelek xalên wekheviya tam a di navbera zayendan de dixe bin temînatê pejirand. Di xala 25'an a hevpeymanê de mafên jinan û wekheviya zayendî ket bin temînatê, di xala 26'an de jî hat destnîşankirin ku jin wê di nava malbatek demokratîk a li ser esasê jiyana hevpar û wekhev hatiye avakirin de, ji vîna xwe ya azad sûdê bigirin."

Tundiya li dijî jinan weke sûc hat hesibandin

Di xala 50'emîn a Hevpeymana Civakî de, wiha hat gotin: "Her cure tundî, êrîşên zayendî û cudakariya neyînî ya li hemberî jinan, bi qanûnî sûc e û wê bê cezakirin." Di xalên 7-8-9'an ên xala 78'an de tê diyarkirin ku rêjeya temsîliyeta jinan a di hemû meclisan de ji sedî 50 ye û jin di meclisên gelan de serokên hevpar ên şaredariyan û her wiha di lijneyên rêveberiyan de jî cih digrin. Di xala 110'an de jî wiha hat gotin; "Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji komîn, bajarok, parêzgeh û herêmê dest pê dike û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birêxistin dibe." Xalên ku di Hevpeymana Civakî de cih girtin yek ji encamên têkoşîna jinan a bi ked û hewldanek mezin dane bû.

Gelek gelên weke Ereb, Kurd, Ermenî û Suryanî bi hev re birêxistin dibin. Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinê ya Zenûbya û Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, di sala 2023’an de bi xebatên xwe paradîgmaya Neteweya Demokratîk mezin kirin û li hemû qadên jiyanê belav kirin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya

Kombûna Jinan a Zenûbiya, bi giranî li Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk xebatên xwe didomîne. Kombûn, ji bo balê bikşîne ser pirsgirêkên civakî û avakirina hişmediyê dem bi dem kampanya û çalakiyên cur be cur li dar dixe. Li dijî pirsgirêkên weke; tundiya li ser jinan, zewaca zarokan, pirzewacî û tundiya dîjîtal çalakiyên hişyariyê li dar xist. Kampanyayên "Ji bo Jinan Dem Dema Azadiyê ye” û “Qanûnên Malbatê Bi cih bîne” di nav kampanyayên herî girîng de cih girtin. Bi armanca şermezarkirina Komploya Navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin jî kampanya hatin lidarxistin.

Kombûnê hezar û 243 civîn li dar xistin

Kombûnê, bi Platforma Çalakî, Rêxistin û Tevgerên Jinan re hevkarî kir û li gorî taybetmendî û şert û mercên her herêmê kampanyayên hevpar li dar xist. Li Reqa û Tebqayê Komîteya Jinên Kedkar a ku hat avakirin dest bi xebatên xwe kir. Kombûnê, di çarçoveya van çalakî û kampanyayan de heta niha hezar û 243 civîn li dar xistine.

Ji bo dermankirina kesên ku madeyên hişbir bi kar tînin navend hatin avakirin

Kombûna ku bi hemû saziyan re hevkarî kir, di 1’ê Tebaxê de li dijî bikaranîna madeyên hişbir starta kampanyaya 3 mehan da. Di çarçoveya kampanyayê de ji bo dermankirina kesên girêdayî madeyên hişbir, navend hatin avakirin. Her wiha xebatên ku li dijî kesên madeyên hişbir bi kar tînin û teşwîqê bikaranînê dikin jî cezayên bi bandor pêşbînî dikin hat meşandin. Ji bo ji nû ve sererastkirina Hiqûqa Malbatê komxebat hatin lidarxistin. Kombûna ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên jinên aktîvîst pêşeng hedef digre jî bêdeng nema, bi dehan car meşên şermezarkirinê li dar xist.

Ji Komîteya Mala Jin re 8 hezar û 976 serlêdan hat kirin

Kombûn, xebatên xwe bi komîteyên ava kiriye re bi awayekî plankirî didomîne. Komîteya Mala Jin, der barê şopandina pêvajoyên doza jinên rastî tundiyê hatine û dixwazin hev berdin de xebatan meşand. Hejmara pirsgirêkên ku ji Komîteya Mala Jin re hatin ragihandin 8 hezar û 976 e. Ji van pirsgirêkan 3 hezar û 123 hatin çareserkirin. 2 hezar û 615 pirsgirêk jî li benda çareserkirinê ne. Ji dozan 3 hezar û 156 dewrî Buroya Edaletê ya Civakî û 82 jî dewrî saziyên din hatin kirin.

Komîteya Tenduristiyê bi Heyva Sor (Heyva Sor a Kurdistanê) re bi koordîneyî xebatê meşand û li kamp, ​​navçe, tax, navçe û komunan der barê zewaca zarokan, penceşêra pêsîrê û tundiyê de xebatên hay jê hebûnê meşandin. Komîteya Aborî, ji bo pêkanîna projeyên çandinî, endusrtiyel û bazirganî xebatan meşand. Ji bo ji nû ve zindîkirina ajalvanî û kooperatîfbûnê proje hatin amadekirin. 35 malbat û 430 karker tevli van projeyan hatin kirin. Komîteya Hîlala Zêrîn a di meha Adarê de hat avakirin jî ji bo parastin û jiyanîkirina mîrateyên çandî xebatên xwe domand. Komîteya Hîlala Zêrîn, bi ekîbên hunerî yên ava kirine re xebatên xwe yên hunerî berdewam dike.

Konseya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Ji bo hemû jinên Sûriyeyê dixebite

Konseya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo mafên hemû jinên Sûriyeyê yên li Sûriyeyê wek erka rêxistineke sîwanê tevdigere. Konseya Jinan a ku ji çêkirina makezagonek nû heta siyasetê di çareseriya hemû pirsgirêkan de tevlibûna jinan esas digre; bi riya komxebat, semîner, konferans, forum û civînên medyayê yên curbe cur ji bo çareseriya qeyrana li Sûriyeyê dixebite.

Konseya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di tevahiya sala 2023’an de der barê qeyrana li Sûriyeyê de 156 konferans û komxebat li dar xistin. Konseya Jinan a ku ji bo pêkanîna peymanên navneteweyî yên ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan hewldanan nîşan dide, di bin sernavên wek "Tundiya li ser jinê", "Di navbera kevneşopî û edetan de jin", "Di navbera olan de jin", "Însiyatîfa Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê mifteya çareseriyê ye", "Di qeyrana Sûriyeyê de rola jinên Sûriyeyê", "Şêwazên dewlet û hemwelatîbûnê", "Destkeftî û berxwedana jinan", "Rola jinan a di civakê de","Di avakirina aştiyê de jin" û "Çand, edaleta civakî, jin û siyaset" de komxebat û konferansan li dar xist.

Ji bo ciwanan perwerde hatin dayîn

Konseya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku der barê ciwanan de xebatan meşand, li ser mijarên "Bihêzkirina rola ciwanan a di jiyana siyasî de, têkiliya ciwanan bi teknolojiyê re û koçberkirina ciwanan" rêze xebatan li dar xist. Li ser mijarên weke civaka xwezayî, têgeha azadî, çand û exlaq, tendurustiya zayînê û xweparastinê 156 perwerde û komxebat li dar xist. Konseya Jinan a ku di 15’ê Mijdarê de li bajarê Reqayê bi sernavê “Di Erîşan de Rola Jinan Civakî’ du formên girîng li dar xist, li bajarê Helebê jî di 9’ê Îlonê de formek bi sernavê “Di Biryargirtinê de Rola Jinan” hat lidarxistin.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê

Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê jî kampanyayên ku çalakiyên cur be cur ên li dijî tundiya li ser jinan di nava xwe de dihewîne, li dar xist. Kampanyaya bi dirûşma “Li dijî hemû cureyên tundî û dagirkeriyê, Jin Jiyan Azadî” hat lidarxistin 15 rojan berdewam kir. Li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, bi dirûşma "Bi hêzkirina jinan ewlekarî û temînata mafên wan e" formek û bi dirûşma "Têkoşîna me ji bo parastin û temînata destkeftiyên me ne” jî sempozyûmek li dar xist, xebatên xwe yên li ser bandora şoreşa jinan a li herêmê li ser hemû tevgerên jinan ên herêmê û cîhanê berdewam dike.

Ji bo dawî li dagirkeriyê were û koçber vegerin malên xwe meşa jinan hat lidarxistin

Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ku di bin navê "Jiyana wekhev bingeha avakirina civakek azad û demokratîk e" 11 komxebat li dar xist, ji bo vegera mala xwe ya koçberên ji cih û warên xwe û dawî li hemû dagirkeriyên li Sûriyeyê bînin, meşek jinan li dar xist. Dema şandeyek ku hemû tevgerên jinan ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav de cih digirt hat avakirin, bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" kampanyaya 8'ê Adarê hat meşandin.

Meclisa Jinan a 12 dewreyên perwerdeyê ku 240 kursiyer di nav de cih girtin vekir, li hemû gund, navçe û bajaran ji bo jinan der barê mafen wan de 117 xebatên perwerdeyê pêkanî. Di xebatên perwerdeyê de, di mijarên wek têgihîna azadiyê, siyaseta demokratîk û avakirina malbatek demokratîk de 13 semînerên lêkolînê hatin amadekirin.