Jinên Sûriyeyî ji bo azadiyê pêşengiya berxwedanê dikin - PANORAMA

Gelên Sûriyeyê di nava pevçûn, krîza aborî û koçberiyê de bi salan e ji bo jiyanê têdikoşin. Di sala 2023’yan de jî ji bo hilumeta Şamê biguhere û demokratîkbûna Sûriyeyê di nava çalakiyan de bûn.

Navenda Nûçeyan - Li Tûnisê di 2010’an de bi pêvajoya ku dest pê kir û sîrayetî gelek welatên Rojhilata Navîn kir û bû sedema guherîna hikumeta Tûnisê; di raya giştî de bi navê “Bihara Ereb” hat pênasekirin. Pêvajoya ku ji Tûnisê dest pê kir, di sala 2011’an de pêla wê gihîşt Sûriyeyê. Ji sala 2011’an ve heta niha li Sûriyeyê şer û pevçûn didomin û gelên Sûriyeyê li dijî hikumeta Şamê xwepêşandanan li dar dixin, daxwazên xwe yên ji bo azadî û demokrasiyê tînin ziman.

Di rapora Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ya 2022’yan de hat diyarkirin ku ji sala ku şer dest pê kiriye ve heta niha, di 11 salan de herî kêm 610 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 60 hezar û 681 jin, zarok û sivîl in. Li gorî heman raporê 2,1 milyon kes ji ber êrîşan astengdar mane, 13 milyon kes jî ji ber şer bêmal mane.

Gelên Sûriyeyê sala 2023’yan jî di nava şer, krîza aborî tiryak, fuhûş ku dejenerebûna civakî kûrtir dikin de derbas kirin. Her wiha şîdeta li ser jin û zarokan zêde bû, bûyerên qetilkirinê, zêdebûna hêzên çete û paramîlîter û bi pirsgirêka koçberiyê re saleke din li pey xwe hiştin. Ji ber polîtîkayên hikumeta Şamê yên ku pêşî li çareseriyê digrin, ji 3 milyonî zêdetir mirov neçarî koçberiyê man.

Yek ji bûyerên herî girîng ên vê salê ew bû ku piştî 12 salan Sûriyeyê tevli Yekitiya Ereb kirin. Di civîna li Qahîreyê ku wezîrên karên derve yên welatên Yekitiya Ereb tevli bûbûn biryar hat girtin. Her çendî vê biryarê hinek bendewariyan çêkir jî ji ber ku pevçûn didomiyan û îstîqrar çênebûbû, di demek nêz de diyar bû ku dê tu feydeya wê ji gelan re tunebe.

Krîza aborî roj bi roj mezin dibe

Ji ber ku her roj şer heye, li welat her diçe krîza aborî mezin dibe. Gel di serî de xurek, madeyên paqijiyê û derman, ji gelek pêdiviyan bêpar e. Li welatê ku bêkarî her diçe zêde dibe, ji ber ku hikumeta Şamê mehaneyên karmendên dewletê her meh nade di sala 2023’yan de hezar û 800 karmendan îstifa kir.

Gel li dijî hikumeta Şamê rabû serhildanê

Li bajarê Dera yê başûrê Sûriyeyê, di 15’ê Adara 2011'an de serhildanên ku bi dirûşma "Ey bijîjk (Beşşar Esed) niha dora te ye" ji aliyê xwendekaran ve dest pê kirin; her çendî hikumeta Şamê xwest biçewisîne jî heta îro domiyan. Îsal jî li navenda bajarê Derayê, li taxa Dera el-Beled, navçeya Busra eş-Şam û bajaroka Tafasê, bi dehan kesên ku kom bûn, polîtîkayên hikumeta Şamê şermezar kirin û xwestin Beşar Esad îstîfa bike.

Di 10’ê Tebaxê de kampanyaya medyaya dîjîtal

Di 10’ê Tebaxê de ku tevgera civakî zêde bû, li ser medyaya dîjîtal bi hastaga “10’ê Tebaxê” dest bi kampanyayê hat kirin. Ji aliyê bikarhênerên medyaya dîjîtal ên tevli kampanyayê bûn ve daxwazên; “Zêdebûna mehaneyan, ji bo hemû axa Sûriyeyê rojane 20 saet dayîna cereyanê, piştgiriya nan, mazotê û li dijî zêdebûna bikaranîna captagon ku nêzî amfetamîn e, tiryak e divê polîtîkayek were pêşxistin û were qedexekinin. Di serî de jin û zarok berdena hemû girtiyên siyasî, çavkaniyên welat ên ketine destên biyaniyan paşve werin girtin” hatin kirin.

Jinan ji çalakiyên gel ên li Suweydayê re pêşengî kirin

Li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê ku bi giranî gelê Durzî lê dijî, ji 17’ê Tebaxê ve çalakiyên gel didomin. Ji bo kesên li Meydana Karama kom dibin jî jin pêşengî dikin û bi dirûşmên ku diqîrin dixwazin hikumeta Şamê biguhere, ji bo krîza aborî çareser bibe polîtîka werin pêşxistin û ji bo çareseriya siyasî biryara 2254 a NY bikeve meriyetê.

Jinên ku pêşengî ji çalakiyan re dikin, hem demokratîkbûna Sûriyeyê dixwazin hem jî balê dikşînin azadiya jinan û têkoşîna hevpar a jinan.

Hikumeta Şamê ya ku tevî pêşketinên li Sûriyeyê jî bêdengiya xwe didomîne, nêzî çareseriyê xuya dike. Gelên Sûriyeyê yên ku şahidî ji Şoreşa Rojava re kirine li dijî hikumetê têkoşîna xwe mezin dikin, bi biryar in ku pergalê bi rêbazên aştiyane biguherînin.

Sibê: Li Rojhilata Navîn 2023: Jin têkoşînê bilind kirin.