Berxwedana jinên Rojhilat û Îranê didome - PANORAMA

Jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku bi şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” li hemû qadên jiyanê berxwedanê mezin kirin, bi têkoşîna xwe ji hemû cîhanê re bûn mînak, ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve rastî gelek zextên dijmirovahî hatin.

Navenda Nûçeyan- Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de li bajarê Tehrana Îranê ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve bi hinceta “li gorî rêgezên îslamî hîcaba xwe li xwe nekiriye” hat qetilkirin. Serhildanên ku bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin, bi çalakiyên bêîtaetiya sivîl li her derê belav bûn. Jinên ku bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” xwe bi rêxistin kirin û pêşengiya serhildanan kirin, çalakiyên ku di 16’ê Îlona 2022’an de dabûn destpêkirin di sala 2023’an de jî berdewam kirin. Bi siyaseta Komara Îslamî ya Îranê, êrîşên kîmyewî bûn sedema mirina gelek zarokan li dibistanên ku zarokên keç lê dixwînin û gelek ji wan hatin jehrîkirin.

Girtiyên jin neçarî îtirafê kirin

Li gorî rapora Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ku di mehên dawî yên sala 2023’an de weşandiye, girtiyên siyasî yên Kurd bi hemû şêweyên îşkenceyê neçarî îtirafkariyê kirine. Li gorî raporê, girtiyên siyasî ji gelek mafên xwe yên, hevdîtin, danûstandin û parêzeriyê bêpar mane û bi sepandina poşmaniyê rastî gef û zextan hatine. Yek ji wan girtiya Kurd Zeynep Celaliyan bû ku 16 sal in di girtîgehê de ye ji xizmeta tenduristiyê û têkiliya bi malbatê re bêpar e. Zeynep Celaliyan a ku bi kelebçeyê birin lêpirsînê û poşmanî lê hat ferzkirin, pirsgirêkên tenduristiyê yên weke kêmbûna dîtbarî, astim, gurçik û sîstema dehandinê pê re heye. Destûr nayê dayîn Zeynep Celaliyan ji xizmetên tenduristiyê sûd bigre û tedawî bibe.

Endama KJAR’ê Werîşe Muradî hat revandin

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) 1’ê Tebaxê ragihand ku endama wan Werîşe Muradî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatiye revandin û çarenûsa wê ne diyar e. Di daxuyaniyê de hat gotin, Werîşe Muradî dema li Rojhilatê Kurdistanê xebatên siyasî û jinan dimeşîne hatiye revandin û windakirin. Werîşe Muradî li nêzî bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlekariya Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye revandin û birine cihekî nediyar.

Êrişên kîmyewî yên li ser xwendekarên keç

Li gel serhildana Jîna, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê êrişên kîmyewî li gelek dibistanên keçan hatin pêkanîn. Komara Îslamî ya Îranê bi armanca tepeserkirina serhildana Jîna, dibistan û jûrgehên keçan bi êrişên kîmyewî hedef girtin da ku xwendekarên keç li malê bimînin. Di nava çend mehan de li dijî bi sedan navendên perwerdeyê êrişên kîmyewî hatin kirin. Bi hezaran xwendekar ku piraniya wan keç in, bi gazên nenas rakirin nexweşxaneyê. Her wiha li gorî raporên hatine weşandin di encama van êrişan de gelek xwendekaran jiyana xwe ji dest dan. Êrişên kîmyewî berdewam dikin.

Sendîka jî di bin zextan de bûn

Çalakvanên sendîkaya mamoste û hîndekaran di nava salekê de ji piştevanên sereke yên xwendekaran bûne û di heyama sala borî de bi awayên cuda li dijî siyasetên hikûmetê nerazîbûn nîşan dan. Ji aliyê din ve grevên sendîkayên mamosteyan sala derbasbûyî zêde bûne û ji gelek bajaran beşdarî grevên sendîkayan bûne ku pêştir ji aliyê Konseya Koordînasyona Yekitiya Îranê ve hatibû ragihandin. Hikûmetê xwest grevên sendîkayan û protestoyên mamosteyan bi sepandina cezayên giran li sendîkavanan bifetisîne. Gelek mamoste û aktîvîstên sendîkayê yên naskirî bi cezayê girtîgehê û cezayên din hatin cezakirin.

60 profesor ji kar hatin derxistin

Xwendekar û profesorên zanîngehan li Îranê ji destpêka serhildanê ve rastî tundtirîn gef û zextên ewlekarî û edlî hatine. Heta niha zêdetir ji 700 xwendekar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û herî kêm 60 profesor li zanîngehên seranserî welat ji kar hatine derxistin, dûrxistin, neçar mane ku malnişîn bibin, hatine sirgûnkirin an jî mûçeyên wan hatine birîn.

Bi sedan jin hatin cezakirin

Jinên ku pêşengî ji serhildana bi qetilkirina Jîna Emînî re re çêbû kirin , di hedefa destpêkê ya rejîmê de bûn. Parêzvanên mafên jinan, rojnamevan, jinên ku di nava xebatên civaka sivîl de cih digrin, xwendekar, endamên hînkirinê, nivîskar, sînemager, aktîvîstên mafên zarokan, endamên komeleyê û bi sedan jinên di gelek qadan de dixebitin hatin binçavkirin û girtin. Jinên ku doz li wan hatibû vekirin bi gelek cezayên wekî hepsa malê, qamçiyan û hepsê hatin cezakirin. Gruba aktivîstên mafên mirovan îstatîstîkek ji pêvajoya 9’ê Adara 2022’an heta 7’ê Adara 2023’an belav kir û ragihand ku rejîma Îranê piştî serhildana Jîna herî kêm 3 hezar û 953 jin girtine.

Navê hinek jinên hatine girtin û der barê wan de ceza hatiye dayîn wiha ye: “Mîna Akîkhanî, Pegah Sadat Fakhraî, Fatemeh Mehrî, Neda Najî, Rozhîn Yousedzadeh, Forough (Fateme) Jamalpour, Farzana Saîdî, Ghazal Bahzadîzade, Mahshîd Zahîdpasand, Faezeh Abdîpourse, Narges Hosseînî, Lîlî Pourbaba (Efson), Leîla Mansour, Mahsa Farhadî, Bîta Haqqanî-Nasîmî, Nazlî Saeedî, Galala Moradî, Safîa Mamoshipour, Samîneh Belîdeh, Naghmeh Rahabî Far, Aqîq Shamaî, Metîn Soleîmanî, Hasna (Kajal) Watanpour, Maryam Darîsî, Zahra Mehrabî, Nazîla Marufîan, Saronaz Ahmadî, Fereshte Mansourî, Astîazh Haghîghî, Fatemeh Gerjî, Negîn Kîanî, Haujîn Lotfî, Farzaneh Saîdî, Fereshte Hosseînî, Ramleh Trîgrenjad, Mehsa Tîrgar, Shahrazad Masturî, Sadaf Sheîkhzadeh, Negîn Rezaeî, Nakîssa Sadeghî, Elham Sharqî Aranî, Sabîn Yazdanî, Sohba Edîanî Yazdanî, Negar Davoudî, Fatemeh Sepehrî, Faîzeh Hashemî Rafsanjanî, Anahîta Ramzanîan, Mahost Adalatî Alîabadî, Sepîdeh Keshavarz, Raha Ajudanî, Marzîeh Mahmoudî, Rihane Ansarinejad, Marzîeh Mohebî, Azar Kurundî Musazadeh, Saeeda Shafîeî, Nasîm Sultanbeîgî, Varan Mohammadnejad, Narges Mohammadî, Zaînab Zaman, Hastî Amirî, Sanaz Tafzalî, Mahosh Shahrîarî, Farîba Kamalabadî, Susan Badawam, Forough Sheîkh Al-Islamî, Mahosh Tauslî, Maryam Akbarî-Manfard, Nazîla Hakkar, Elnaz Mohammadî, Negîn Bagherî, Shahla Choupanî, Azam Gholamî Zahad, Shahdakht Khanjanî, Zaînab Kazemî, Elham Farshad, Ghazale Bagharnîa, Azîta Eskandarîun, Mûnira Montazerî, Samaneh Asgaharî, Elham Afkarî, Tahereh Bejrovanî, Hanîeh Maroufî, Parva Behdad, Sepîdeh Qalîan, Behnaz Jamalazadeh, Repfe Mîrbagherî, Shîlan Kurdestanî, Maryam Banîrezîmutlaq, Farzaneh Qarahasanlou, Maryam Vahîdîan, Golrokh Iraeî, Marzîeh Nîkara, Marzîeh Mahmudî, Farzaneh Zîllabî, Kahdîja Mehdîpour, Masoumeh Sanobarî, Shîva Esamîlî, Soudabeh Fakharzadeh, Zahra Tawhîdî, Hoda Tawhîdî, Zohra Sayadî, Surî Babaeî Chegînî, Sara Thabit Rasakh, Natasha Khazrî, Shadî Shahîdzadeh, Anîsa Samiyan, Bîta Haghîgî, Sanaz Hîkmat, Negar Darabî, Mehsa Fathî, Samîa Qolînjad, Anîs Yenaî, Afnaneh Nematîan, Hengameh Alîpour, Golban Falah, Nazanîn Golî, Mahosh (Sayeh) Saîdalî, Sakîneh Parveneh, Marzîeh Mahmoudî, Nîloufer Hamedî, Elaha Mohammadî, Nasîm Sabetî, Azîta Foroughî, Rpuya Qaneh Ezzabadî, Soheîla Ahmadî, Noushîn Mîsbah, Saba Sefîdî, Saeeda Khazouî, Samîra Ebrahîmî, Farîdah Moradî, Golnoush Nasîrî, Nozhîn Saneh, Sarved Pourmohammadî, Mahsa Yazdanî, Shanhaîq Tajîk, Mahbobeh Rezaeî, Samaneh Norouz Moradî, Hamîdah (Shîmîn) Zareî, Roya Malkoutî, Zahra Safaeî, Prasto Moînî, Samaneh Asgharî, Zaînab Khanîabpour, Shahreh Salekîan, Soha Thabetî, Sanaz Alîzadeh, Tîna Deljo, Nesrîn Husnu, Esrîn Afsar, Masoumeh Yavarî, Negîn Chaparîan û Armîta Paver.”

Di sala 2023’an de 270 jin hatin qetilkirin û 21 jin jî hatin darvekirin

Yasayên baviksalar û dijmina jinan a Komara Îslamî ku bi dehan sal in civaka Îranê birêve dibe, dibe sedema zêdebûna qetlîamên jinan. Ji ber ku nebûna yasayên cezayî yên li dijî kiryaran, cesaret dide mêran. Mirina bi awayekî guman ên gelek jinên ku rastî êrîşa zayendî û tundiyê tên, wek 'întihar' derbasî tomaran dibe. Li Îranê der barê qetilkirin û întiharên jinan de amarên rast tune ne. Bi serhildana Jîna re di hejmara întiharan de kembûne cidî hat jiyîn lê di komkujiyên jinan de jî berevajî zêdebûn çêbû. Li gorî daneyên ajansa me berhev kir, di sala 2023’an de 270 jin hatine qetilkirin an jî neçarî întiharê hatine kirin. Piraniya jinan ji aliyê ferdên malbatên xwe ve hatin qetilkirin. Ji bilî qetlîamên jinan, di sala 2023’an de 21 jinên di girtîgehan de hatin darvekirin.

Armîta Garawend jî bi hinceta ‘hîcabê’ hat qetilkirin

Armîta Garawend a 16 salî ku xelkê Kirmaşanê ye û li Tehranê dijî, roja 28’ê Cotmehê li nexweşxaneya Fecrê piştî têkoşîna jiyanê ya 28 rojan jiyana xwe ji dest da. Armîta Garawend di metroyê de ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve bi hinceta ku hîcaba xwe 'rast nekiriye' hat derbkirin û piştre rakirin nexweşxaneyê. Tiştên ku Armîta Garawend jiya, ji aliyê kamerayên metroyê ve jî hatibûn qeydkirin. Piştî mirina wê, Armîta Garawend di 29’ê Cotmehê de ji aliyê girseya gel ve li goristana Beheşt-î Zehra ya Tehranê hat definkirin.

Jin bi hêrs in: Banga têkoşîna rêxistinbûyî dikin

Ji 16’ê Îlona 2022’an ku Jîna Emînî hat qetilkirin heta mehên dawî yên sala 2023’an ji gelek welatên cîhanê jinan bertek û hêrsa xwe anîn ziman. Tevgera Jinên Azad (TJA) di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya têkildarî qetilkirina Jîna Emînî de got: “Ev qetlîam bi destên pergala serdest a mêr li hemû cîhanê tên kirin. Em qetlîamên jinan li her devera cîhanê rû didin şermezar dikin û careke din bang li hemû jinan dikin ku li dijî qetlîamên li ser jinan têkoşîneke birêxistin bikin. Em daxwazê ​​ji hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û rêxistinên jinan dikin ku vê komkujiyê bişopînin.”

‘Em zextan qebûl nakin’

Keçên Rojê-Yekitiyên Apo yî: “Em wek Keçên Rojê-Yekitiyên Apo li hemberî qetlîamên li ser jinan ên li Îran û Kurdistanê bêdeng namînin û bertekên xwe nîşan bidin. Em zexta li ser jinên Kurd û jinên Îranî qebûl nakin. Yên zextê dikin ji êrişên me xilas nabin. Jin dê şoreşa li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêk hatiye bişopînin. Jin têkoşînê ji şervanên Kobanê fêr bûn. Dê jin jiyan û azadiyê bi rengekî nû pênase bikin.”

‘Em ê azadiya jinan mîsoger bikin’

Kongra Star û Hilala Zêrîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî pêk tînin, wiha gotin: “Ev qirkirina li ser jinan li hemû cîhanê didome. Em weke rêxistinên jinan ên Rojava van pêkanînên dijmirovî şermezar dikin. Wek dengê hemû jinan em ji tundî û qetlîaman re dibêjin na. Em ê bi hêza jinên ku ji çiyayên azad rabin bi berxwedana YJA-Starê li dijî hovîtiya pergalên faşîzmê bersivê bidin van êrîşan. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê yekê bi hemû hêza xwe bidomînin û azadiya jinan mîsoger bikin.”

‘Em li her derê cîhanê di serhildanê de ne!’

Li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê têkildarî qetlîama Jîna Emînî gelek çalakî hatin lidarxistin. Li bajarên Stenbol, Enqere û Edeneyê yên Tirkiyeyê jin li hev civiyan û qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kirin. Jinan bi porê xwe yê ku jêkirin û bi kulma xwe dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Di daxuyaniyên ku hat gotin; “Bi rojan e ku kolanên Îranê veguherîn qada xwepêşandanan” ev tişt hat gotin: “Bi rojane kolanên Îranê dişewitin. Bi rojane li her derê cîhanê dilê me jinan dişewite, hêrs û serhildana me mezin dibe. Jineke din jî ji ber ku sînorên li ser wê hatî ferzkirin red kir bi tundiya dewletê hat qetilkirin! Em ji bo Jîna Emînî li Îran, Tirkiye û hemû cîhanê di serhildanê de ne! Em dibêjin agirê xwe pêbixin. Ev agir şewitandina paçên ku hewl didin me pê veşêrin e. Ev agir, li hemberî tarîtiya ku dixwestin me pê bigrin hat pêxistin. Ev agir li dijî desteserkirina mafên me di şevekê de hat pêxistin. Ev agir li hemberî yên ku hebûna me paşguh dikin, ên ku dibêjin ‘hûn ne malbat in, hûn tune ne, em xanî ji we re kirê nadin, hûn nikarin di jiyanê de hebin’ hat pêxistin.”

'Em ê rejîmê biavêjin sergoyê’

Komeleya Jinên Şoreşger ên Afganistanê (RAWA), qetilkirina Jîna Emînî bi van gotinan protesto kir: “Li dijî dijminê mezin radîkalîzmê, li dijî hêzên komploger û parastvanên sûcdaran divê têkoşîna jinan hevpar be. Dema ku rutbeya hêmayên şer û bazirganan hatin jêkirin, mirov dikare bibêje lehengiya jinan dê berhemdar be. Em piştevaniya xwe ya bi Tevgera Azadiyê ya Îranê re radigihînin û dibêjin ku baweriya me ya bi serhildêriya gel û bi taybetî jî ya jinên îranî di asta herî jor de ye ku dê vê rejîma xwînmij û dilbikîn a ‘Velayat Faqih’ têk bibin û biavêjin sergoyê. Ji dojeha bi navê Afganistanê em silavên xwe yên bêdawî ji gelê serhildêr ê Îranê re dişînin. Êşa we, êşa me ye.” 

Li Meclisa Şaredariya Lozanê çalakiya Jîna Emînî

Ji Partiya Gel û Kedê Sevgî Koyuncu, li Meclisa Şaredariya Lozanê mafê axaftina xwe ji bo Jîna Emînî bi kar anî. Sevgî Koyuncu, bi wêneyê Jîna Emînî wiha axivî: "Min di civîna Meclisa Şaredariyê de ji bo şermezarkirina qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya li Îranê, mafê axaftinê girt. Jîna Emînî ji bo azadiya jinên li Rojhilata Navîn bû sembolek. Ez bi rêzdarî wê bi bîr tînim. Jin, Jiyan, Azadî!”

'Jin ji ber ku bingeha azadiyê ne tên qetilkirin'

Jinên ku li Beyrûdê li hev civiyan, wiha gotin: “Jîna Emînî ji ber hicabê nehat qetilkirin. Jin ji ber ku bingeha civak, exlaq, mirovahî û azadiyê ye tên qetilkirin. Ev komkujî ji bo hemû jinan heqaret e. Ev tundiya li ser jinan bandorê li nifşên pêşerojê jî dike û di civakê de belav dibe. Li cîhanê tundiya li ser jinan zêde dibe. Ger tundiya heyî berdewam bike, wê cîhan xirabtir bibe. Jin êdî li dijî desteserkirina mafên xwe û li ser xwe bêdeng namînin. Wê jin vîna xwe xurttir bikin.

Jinan wêneyê Jîna Emînî li Sûran daliqandin

Ji ber qetilkirina Jîna Emînî endamên Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û Tevgera Jinên Azad (TJA), li ber Deriyê Mêrdînê yê Sûrê hatin cem hev û daxuyaniya çapemeniyê dan. Jinan piştre pankarta ku posterê Jîna Emînî li ser bû bi sûran ve daliqandin. Jinan di daxuyaniyê de, wiha gotin: “Em ji bo Jîna û hemû jinên ku têkoşiyane û jiyana xwe ji dest dane soz didin ku dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' dê li çar aliyên cîhanê bilind bibe. Ji roja ku Jîna hatiye qetilkirin ve heya niha li Rojhilat û Îranê ji bo azadiya jinan çalakiyên mezin tên lidarxistin. Kesên divê hesab bidin, bi darê zorê hewl didin hêrs, îtiraz û daxwazên jinan bitepisînin. Ev çend roj in li Îranê jin û mêr li hemberî vê feraseta yekparêz daketine kolanan. Ev kes ji ber ku bi awayekî demokratîk berteka xwe nîşan didin tên qetilkirin, birîndarkirin û bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Lê jin her dem dengê xwe ji bo îtirazê bilind dikin. Em ji vir, ji Amedê gelê Rojhilat ê ku li hemberî vê pergalê dengê xwe bilind dike û li kuçe û qadan e silav dikin û em dibêjin em li cem berxwedana wan in. Em jin careke din dibêjin em ê li dijî vê feraseta ku hewl dide bêhna me biçikîne û koletiyê ferz bike dest ji berxwedanê bernedin. Silav ji jinên li Rojhilat û li Îranê li ber xwe didin re.”

412 kesan îmze avêtin û gotin: Jin dê dawiya tarîtiyê bînin

412 kesên ku di nav wan de hunermend, wêjevan û rewşenbîr jî hene, bi daxuyaniyek banga beşdarbûna çalakiyên ji bo Jîna Emînî kirin. Di daxuyaniya ku bi zimanên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî hat dayîn de wiha hat gotin: “Jin û gelên ku îro li Rojhilatê Kurdistanê, li Îranê û hemû cîhanê li ber xwe didin ala azadiyê ya ku bi tayê porê xwe afirandine bilind dikin. Em wek hunermend, wêjevan û rewşenbîr baş dizanin ku jinên berxwedêr bi têkoşîna xwe dê dawiya tarîtiyê bînin. Em bi berxwedana jinan û gelên bi rûmet serbilind in. Dê serkeftin a berxwedêran be! Em bi we re ne! Jin Jiyan Azadî!”

Li çar aliyên Ewropayê jin daketin qadan

Bi hezaran jinan li gelek navendên Ewropayê çalakî li dar xistin. Li kolanên Ewropayê dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bilind bû. Di daxuyaniyên bi Kurdî, Farsî û Elmanî hatin dayîn de, wiha hat gotin: “Dirûşma "Jin, jiyan, azadî" êdî hêviya jinên cîhanê ye. Werin em li dijî polîtîkayên qirkirinê yên rejîma Îranê hêviya berxwedanê ya jinan bilind bikin. Werin em vê rejîma kujer hilweşînin.”

Bella Ciao/Ji bo Jîna Emînî

Jineke Îranî strana "Bella Ciao" Çav Bella, piştî qetilkirina Jîna Emînî bi Farsî vegot. Stran li ser medyaya dîjîtal bi deh hezaran caran hat parvekirin, têmaşekirin û ecibandin. Versiyona Farisî ya "Bella Ciao" bi gotina "Ji bo Jîna Emînî” hat parvekirin. "Bella Ciao" stranek gel a protestoyî ya Îtalyan ku di dawiya sedsala 19’an de derketiye holê ye. Bi rexnekirina şert û mercên zehmet ên karkerên li zeviyên birincê yên li Bakurê Îtalyayê dixebitin hatiye vegotin û di roja me ya îro de bûye sembol û bi dehan zimanan hatiye wergerandin.

Li Parlamentoya Ewropayê dirûşma "Jin jiyan azadî" deng veda

Endama Parlamentoya Ewropayê Abeer El-Sahlanî, ji bo piştgiriya jinên Îranê porê xwe li pêşberî hevpîşeyên xwe qut kir û çalakiya xwe bi zimanê Kurdî û Îngîlîzî bi berzkirina dirûşma jinan a “Jin, jiyan, azadî”, bi dawî kir.

Parlamentera HDP'ê Semra Guzel ji bo Jîna porê xwe jêkir

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel a di Girtîgeha Sîlîvriyê de, ji bo Jîna Emînî ya ku ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin, porê xwe jêkir. Semra Guzel di peyama ku bi riya parêzera xwe şand de, bal kişand ku serweriya mêrsalar ji jinên li ber xwe didin ditirse û her ku ditirse êrîşên xwe didomîne.

12 wezîrên jin ji jinên Îranê re gotin: Em dengê we dibihîzin û li gel we ne

Di 40’emîn roja xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, Wezîrên Derve yên 12 welatan daxuyaniyeke hevbeş dan û zextên li ser xwepêşanderan bi taybetî jinan ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve şermezar kirin. Jinên ku wezîrên karên derve yên Almanya, Andorra, Awustralya, Fransa, Elmanya, Îzlanda, Kosova, Lîbya, Lîchtenstein, Zelanda Nû, Kanada û Norwêcê ne di nava wan de bûn, di daxuyaniya xwe ya hevpar de wiha gotin: "Em weke wezîrên karên derve yên jin ji bo ji jinên wêrek ên Îranê ku mafê xwe yê beşdarbûna xwepêşandanên aştiyane û parastina mafên mirovan bikar bînin, di nava hevgirtinê de ne. Jinên Îranî ji bo pêşerojeke baştir ji bo xwe û hemû gelên Îranê têdikoşin. Em berpirsyar in ku piştgiriyê bidin wan."

Hat xwestin Îran ji Komîsyona Mafên Jinan a NY’ê bê derxistin

Senatoya Hollandayê, bi biryarên ku di dîroka 2’ê Mijdara 2022’an de girt re, daxwaz ji hikûmetê kir ku her cure pêşniyara derxistina Komara Îslamî ya Îranê ji Komîsyona Mafên Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) piştgirî bike.

Îran ji Komîsyona Statuya Jinan hat derxistin

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di encama dengdana Encumena Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji 54 kesan pêk tê de, biryar hatiye dayîn ku Îran ji Komîsyona Statuya Jinan were derxistin. Komîsyon bi armanca xurtkirina wekheviya zayendî û bihêzkirina jinan xebatên hevpar dimeşîne. Ji 29 welatên endam ên beşdarî dengdanê bûn ji bo ji komîsyonê derxistina Îranê deng dan, 16 jî bêalî man. Bolîvya, Şîlî, Kazakistan, Nîkaragua, Nîjerya, Oman, Rûsya û Zimbabwe li dijî biryarnameyê deng dan.

Ji 218 welatan banga Îranê: Divê sûc bên lêpirsînkirin

Ji 218 welatan zêdetirî, 760 hezar kesan daxwaznameyek ku ji bo lêkolînkirina sûcên herî giran ên li Îranê di aliyê hiqûqa navneteweyî de tên kirin ku banga daxwaza avakirina mekanîzmayeke serbixwe dike, îmze kirin.

Çiyager Elnaz Rekabî bêyî hîcab beşdarî Olîmpiyadê bû

Elnaz Rekabî, endama tîma çiyagera Îranê ya ku beşdarî fînala lîstikên Asyayî yên li Koreya Başûr bû, bi avêtina hîcabê, qanûna mecbûrî ya hîcabê û qetilkirina Jîna Mahsa Emînî protesto kir. Di vê pêşbirkê de Elnaz Rekabî li Asyayê di rêza çarem de cih girt. Parmîda Ghasemî ku dinava werzişvanên ku li merasima bi dawîbûna lîga tîrvanê ya Kupaya Korpeza Basra ya li Tahranê, ji bo wergirtina madalyayê derket platformê cih digre, qanûna hîcabeya neçarî ji ne ditî ve hat, bê hîcabê poz da û nîşana serkeftinê kir. Çêkera flîm, wênekeş û endama Komeleya Nivîskarên Îranê Maryam Yavarî jî li ser hesabên xwe yên medyayê, wêneyên xwe yên bê hîcab bi peyama "Jinên Azad" parve kir. Di peyama xwe de diyar kir ku mafên xwe yên ji jinbûn û mirovbûnê tên hildibijartî ye. Her wiha nûçegihana werzîşê Kowsar Akbernejad, ji bo ku di weşana vîdeoya zindî de, der barê rastî û heqîqetên çapemeniyê de axaftinek kir hat ecibandin.

Lîstikvanên Îranê reş li xwe kirin û porê xwe vekirin

Li Îranê komek ji lîstikvanên şano û sînemayê yên Îranê ji bo şermezarkirina pêkanînên girtin, binçavkirin û qetlîamê yên rejîmê, derketin pêşberî kamerayan û piştgirî dan serhildanê. Lîstikvanên bi cilên reş yek bi yek derketin derketin pêşberî kamerayê û bêdeng sekînin. Jinan hicabê bi kar neanîn. Di dîmena ku hat weşandin de lîstikvan Soheila Golestanî, derhênerê şanoyê Hamîd Pourazrî û komek hunermendên şano û sînemayê jî cih girtin. Lîstikvan Soheila Golestanî, ev vîdeo û wêneya protestoyê weşand û li ser rûpela xwe ya Instagramê ev parve kirin kir: “Wê rojek xwepêşandan bi dawî bibe û rastî derkeve holê. Qehremanên me yên rastî mirovên bênav in... Di nava rojekê nû de riyên bêhejmar, çareserî û hêvî hene."

Yekem jina dublor a Îranê di balafirê de piştgirî da berxwedanê

Yekem jina dublor a Îranê Mahsa Ahmadî li hewayê li ser balafirek dîmenê xwe li ser hesabê tora civakî belav kir û got; “Ji bo gelê xwe û jinên Îranê ez bi serbilindî li ser lingan im.”

Festîvala Fîlman a Cannesê piştgirî da Taraneh Alidoostî

Di Festîvala Fîlman a Cannesê de, binçavkirina lîstikvana Îranî Taraneh Alîdoostî ya piştî bertek nîşanî cezayên darvekirinê da, hat şermezarkirin û hat xwestin demildest bê berdan.

3 endamên jin ji bo 'komîteya komkirina agahiyê' ya NY’ê ya têkildarî Îranê hatin hilbijartin

Konseya Mafên Mirovan a NY’ê, ji bo Heyeta Lêkolînê ya ku ji bo vêkolîn û lêkolînkirina binpêkirinên mafên mirovan li Îranê hatiye avakirin, 3 endamên jin tayîn kir.

Hostaya satrancê ya Îranê bê hicabê beşdarî turnuvayê bû

Hostaya satrancê ya Îranî Sara Khadim al-Sharîa ku cihê xwe di turnuvaya satrancê ya li Qazakistanê de girt, ji bo piştgirîdayîna serhildana gel a ku piştî Jîna Emînî li Îranê dest pê kir, bêyî hîcab beşdarî pêşbirkê bû.

Çiyagerên jin li ser berfê "Jin, Jiyan, Azadî" nivîsandin

Çiyagerên jin bi armanca piştgirî dayîna serhildanên gel ên li bajarên Îran û Rojhilatê dest pê kirin, li ser çiyayên hilkişiyan li ser berfê dirûşma "Jin, Jiyan, Azadi" nivîsandin, bal kişandin ku jin jiyan e û jiyan jî ji azadiyê derbas dibe.

Werzişvan Zîba Kalhor ji Şampiyoniya Cîhanê vekişiya

Li Îranê di meha 5’emîn a çalakiyan de, werzişvana Skî ya Îranî Zîba Kalhor ragihand ku ji bo piştgiriya serhildana gel a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji Şampiyoniya Cîhanê vekişiyaye. Zîba Kahlor ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku ew ji şampiyoniyê vekişiyaye, wiha got: “Helbet bi her bedelê serkeftin ne hêsan e. Tê zanîn ku şampiyonî tên û diçin lê bingeha exlaqî bêdawî ye.”

Werzişvana ku hikûmeta Îranê protesto kir madalyaya xwe diyarî gelê xwe kir

Farzaneh Fasihî, di şampiyoniya Salon a Asyayê ku li Qazakistanê hat lidarxistin de, madalyaya zêr bi dest xist û bû jina herî bilez a Asyayê. Farzaneh Fasihî ku di vê pêşbirkê de sirûda Komara Îslamî negot, bilindkirina ala Îranê jî red kir.

Li girtîgehan berxwedan

Li Îranê girtiyên siyasî yên jin grev dan destpêkirin

Komek girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Evînê piştgiriya xwe ya ji bo serhildanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ragihandin û dan zanîn ku dest bi grevê kirine. Girtiyên jin ên êrîşa bê pivan a hêzên rejîmê ya li dijî gel şermezar kirin, diyar kirin ku piştgirî didin grevên hatine destpêkirin û ragihandin ku wan jî di vê çarçoveyê de dest bi grevê kirine.

Girtiyên jin ên li Îranê bi çalakiyên xwe piştgirî dan berxwedanê

Aktivîsta Sivîl û dijberê hicaba ferzkirî Saba Kordafsharî û aktîvîsta kedê Asal Mihemedî, du girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Evînê ne. Girtiyên jin ku bi nameyên nivîsandin diyar kirin çalakiyên li seranserê welat silav dikin, da zanîn ji bo piştgirî bidin berxwedanê li girtîgehê çalakiya rûniştinê pêkanîne. Her wiha hat diyarkirin di çalakiyê de girtiyên jin timî caran dirûşmên "Ji girtîgehê heta kolanan Îrana azad”, "Her çiqas em di girtîgehan de bin jî em bi şoreşê re di heman demê de ne” û "Jin jiyan azadî" berz dikin.

Girtiya siyasî Leyla Huseyînzade: Tu sînor ji bo berxwedanê tune ye!

Jinên ku li Îranê şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" ji kolanan heta malan, ji kargehan heta zanîngehan gihandin, berxwedana xwe li girtîgehan jî domandin. Girtiya siyasî Leyla Huseyînzade bi peyama ku ji girtîgehê şandiye wiha got: “Tû sînorên berxwedanê di nava qad û girtîgehan de nîn e.” Her wiha da zanîn ku di girtîgeha lê dimîne de girtiyên jin berxwedana ku li dijî hicaba bi zorê di nava hemû şert û mercên dijwar de berdewam dike. Leyla Hosseinzadeh ku bi riya malbata xwe peyam şandibû dabû diyarkirin ku wê weke jin bikaranîna hicaba bi zorê red kiriye.

Çalakvana girtî Bahare Hedayat: Yekane rê berxwedan e

Çalakvana girtî Bahare Hedayat a di nameya xwe de gelê ku li Îran û Rojhilat li ber xwe dide silav kir wiha got: “Yekane riya li dijî rejîmê berxwedan e. Komara Îslamî ya Îranê di her firsendê de datîne holê ku dijminê welat e. Xwezaya vê hikûmetê û çarenûsa ku tîne hilweşîne û teqez divê biçe. Ji holêrakirin û rûxandina vê rejîma kujer helbet xeternak e û em ê wek gel berdêlên giran bidin. Reva ji bedeldayînê û rûbirûmayîna bi xetereyan, ne gengaz e. Gel li kolanan diyar dike ku ew pêkanînên rejîma heyî qebûl nakin û ew ê qebûl nekin. Ev nayên paşguhkirin. Ev tevger û dirûşma ku îro hêvî dide, dide diyarkirin ku ev nifş çiqas daxwazên zelal li kolanan in. Xwepêşandan ji dilê gel tê. Em polîtîkayên qetlîamê yên li dijî berxwedêrên li kolanên Îranê tên meşandin şermezar dikin. Ev rêbazên çewisandina bi xwîn, li girtîgehan jî tên meşandin. Ruxmê zextan jî divê welatî hestyariya xwe winda nekin.”

‘Gelo hûn dengê şikandina dîwarê tirsê li Îranê dibihîzin?’

Nameyên aktivîstên jin Zeyneb Celaliyan, Sepideh Gholian, Jalraj Iraee, Narges Mihemedî û Nîloufer Bayanî yên ku li Îranê li girtîgehên Evîn û Yezdê girtî ne, cuda cuda nivîsandin di rojnameya Le Monde de hatin weşandin. Di nameyê de ji girtiyên jin Narges Muhammedî got: “Gelo hûn dengê şikandina dîwarê tirsê li Îranê dibihîzin? Bi saya vîna heyî hûn ê di demeke nêz de hilweşîna wê bibihîzin” nivîskar Jalrokh jî wiha got: “Qet guman nîne ku riya şoreşê û bidawîhatina dîktatoriyê tenê kolan in.”

XELATÊN HATINE GIRTIN

Ji bo aktîvîsta Îranî Nasrîn Sotoudeh xelata 'Robert Pedinter' hat dayîn

Parêzvana mafên jinan a Îranê parêzer Nasrîn Sotoudeh, ji ber xebatên xwe yên li dijî cezayê darvekirinê  li Îranê meşand, hêjayî xelatê hat dîtin.

Xelata 'Ruhê Sînemayê' ji Mehnaz Muhammadî ya Îranî re hat dayîn

Di Festîfala Fîlman a Kelarê ya navneteweyî ya 27’emîn de ‘Xelata salê ya ruhê sînemayê’ ji bo sînemagera Îranî Mehnaz Mohammadî ku piştgirî dabû serhildanan hat dayîn. Derhênera ku nikaribû beşdarî festîvalê bibe, hinek porê xwe şand.

Ji akvîsta mafên mirovan Narges Mohammadî re hevbajarîtiya rûmetê hat dayîn

Girtiya siyasî Narges Mohammadî ya salên dirêj e li Îranê çalakvana mafên mirovan e û rojnamevana hemwelatiyê, di 12 Kanûna 2022’an de bi boneya hefteya mafên mirovan hat xelatkirin. Ji Narges Mohammadî re ji aliyê bajarê Lyon ê Fransayê ve, xelata hevbajarîtiya rûmetê hat dayîn. Narges Mohammadî ji ber xebatên wê yên di warê mafên mirovan û çalakiyên xwe yên ji bo rakirina cezayê îdamê yê li Îranê hat xelatkirin, li ser navê dayika xwe Kiana û Elî Rahmanî xelatê girt. Zarokan peyama spasiyê ya dayika xwe Narges Mohammadî ku niha li Girtîgeha Evînê girtiye, ragihandin. Di merasîma ku ji aliyê Şaredariya Lyonê ve hat lidarxistin de, peyama Narges Mohammadî hat xwendin. Di peyamê de bal kişand ser dirûşma “Jin, jiyan, azadî.”

Xelata Mafên Mirovan û Raseriya Hiqûqê ji bo Jina Emînî hat dayîn

Xelata Mafên Mirovan û Raseriya Hiqûqê ya Fransa-Almanya ya Navdewletî ji jina Kurd Jîna Emînî ya ku li Îranê ji aliyê 'polîsên exlaq' ve hatibû qetilkirin re, hat dayîn. Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna û Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ku li ser servîsa tora dîjîtal a Twitterê bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" vîdyoyek weşandin, diyar kirin ku xelat ji bo Jîna Emînî û jinên ku bi wêrekî li Îranê li ber xwe dane hatiye dayîn.

Ji bo derhênera Îranî ya girtî Mojgan Ilanloo xelat hat dayîn

Derhênera Îranî Mojgan Ilanloo ya ku ji aliyê rejîma Îranê ve bi hinceta beşdarî serhildanên piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribûn bûbû, hatibû girtin û biribûn girtîgeha Karçakê di 13’ê Kanûnê de xelat girt. Mojgan llanloo, bi nasnameya xwe ya derhênera belgefîlman û wênekêş tê naskirin, Mojgan llanloo, yek ji navên ku di xebatên xwe de balê dikşîne ser mafên mirovan e. Mojgan Ilanloo di Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan a Viyanayê de xelata Taybet a Mafên Mirovan girt.

Derhêner Naheed Hesenzadeh xelata xwe diyarî berxwedarên Îranê kir

Derhênera fîlma “Rohan, Shkowe Khamsh” Naheed Hesenzadeh, ji Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Kolkata xelata wergirt. Naheed Hesenzadeh xelata xwe diyarî berxwedarên Îranê kir.

Zahra Amîrabrahîmî ji bo seroka juriya Festîvala Fîlman a Gutenbergê hat hilbijartin

Lîstikvana îranî Zahra Amirbrahîmî ji bo seroka juriyê ya 46’emîn Festîvala Fîlman a Gutenbergê ku îsal di meha Çileyê de li Siwîsreyê tê lidarxistin, hat hilbijartin. Li Fransayê fîlma nû ya bi navê “Survivors” ku Zehra Amirbrahîmî tê de dilîze jî ket weşanê. Zahra Amirbrahîmî par bi lîstina fîlma “Tevngirka Pîroz” ku behsa cînayetên olî yên li Meşhedê dikir, nav û deng da. Zahra Amîrabrahîmî ku 14 sal berê koçî Fransayê kir, yek ji navên piştgirî dide serhildana jinan a li Îranê ye.

Xelata Olof Palme ji Narges Mohammadî re hat dayîn

Xelata Olof Palme ya 2023’an ji ber di serdemeke ku mafên mirovan bi şer, tundî û zordariyê tê tehdîtkirin de ji ber hewldanên wan ên di têkoşîna di bin ewlehiyê de girtina azadiya jinan, ji Ukraynayê ji Marta Chumalo, ji Tirkiye ji Eren Keskîn û ji Îranê ji Narges Mohammadî re hat dayîn.

Xelata Sîmone de Beauvoir dan jinên berxwedêr ên Îranê

Merasîma xelata Sîmone de Beauvoir a sala 2023’an ku li Parîsê hat lidarxistin, ji bo piştgiriya serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ji jinên Îranî re hat dayîn. Seroka Juriya Xelata Azadiya Jinan a Sîmone de Beauvoir Sylvie Le Bon de Beauvoir di merasîma xelatdayînê de ku tê de vîdyoyên serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" di nav de cih digre hatin nîşandan de axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya serhildana gel a niha li Îranê û rola jinan a di vê serhildanê de.

Fîlmên girêdayî dewleta Îranê ji Berlînale hatin derxistin

Festîvala Fîlman a Berlînê ku bi milyonan şopînerên wê hene û di 16’ê Sibatê de dest pê kir, fîlmên girêdayî Îranê ji lîsteya xwe derxist. Berlînalê diyar kir ku ew piştgiriyê didin xwepêşanderên Îranê, zextên li ser sînemagerên Îranê jî şermezar kir.

Kanadayê xelat da rojnamegerên Îranê

Rojnamegerên Kanadayê ji bo derbirîna azad Xelata Çapemeniya Azad a Navneteweyî dan rojnamegerên Îranî Nîloofar Hamedî û Elahe Mohammadî.

Fîlma 'The Red Suitcase’ a diyarî jinên Îranî hat kirin, ji bo Oscarê namzed e

Fîlma Îranî ya bi navê "The Red Suitcase” (bawula Sor) di beşa kurtefîlman de ji bo xelata Oscarê wek namzed hat nîşandan. Fîlma ku balê dikşîne ser jiyana jineke ciwan a Îranî, diyarî jinên Îranî hat kirin.

Ji bo rojnamevanên girtî yên nûçeya serhildana gel a Îranê çêkirin xelat hat dayîn

Federasyona Rojnamegerên Kanadayê ya ji bo Azadiya Derbirînê (CJFE), "Xelata Azadiya Çapemeniyê" da rojnamevan Nîloofar Hamedî û Elaha Muhammedî. 

Xelata di Rojnamegeriyê de Wijdan û Rastî dan 2 rojnamegerên girtî yên Îranê

Xelata di Rojnamegeriyê de Wijdan û Rastî ku ji aliyê Weqfa Rojnamegeriya Nieman ve tê dayîn, îsal dan rojnamegerên li Îranê girtî Nilûfer Hamidî û Elaha Mihemedî.

Li Viyanayê navê Jîna Emînî li kolanek hat danîn

Şaredariya Viyanayê ragihand ku wê navê taxeke bajar bikin Jîna Emînî ku bûye sembola serhildanê.

Xelata ‘Azadiya Nivîsandinê’ ya PEN’ê ji Narges Mohammadî re hat dayîn

Komeleya PEN’a Amerîkayê dê xelata "Azadiya Nivîsandinê ya Barbara Goldsmitf" da nivîskar û aktivîsta mafên mirovan Narges Mohammadî ya li girtîgeha Evînê tê girtin. Dîrektora PEN'ê Susan Nussel, wiha got: "Narges Mohammadî bi wêrekî û berxwedana xwe bû îlhama hemû cîhanê."

Xelata Rojnamegeriya Jinê ji Nazîla Maroufian re hat dayîn

Di 30’emîn Xelatên Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad a Mûsa Anter de kesên bi ser ketin diyar bûn. Rojnameger Nazîla Maroufian ku bi bavê Jîna Emînî Amjad Emînî re hevpeyvîn kir, di beşa Rojnamegeriya Jin de xelata yekemîn girt.

Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2023’an ji Narges Mohammadî re hat dayîn

Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2023’an, ji bo Nergis Muhammadî ku ji ber têkoşîna xwe ya ji bo mafên jinan li Îranê hat girtin, hat dayîn. Komîteyê, banga berdana Narges Muhammedî kir.

Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov ji Jîna û tevgera 'Jin jiyan azadî' re hat dayîn

Xelata Azadiya Ramanê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) ya Saharov, îsal ji Jîna Emînî û Tevgera Jin Jiyan Azadî re hat dayîn.

Peyama jinan a sala 2023’an: Me şoreşek ji bo pêşveçûnê li dar xist

Komek jinên aktîvîst ên Îranê, di daxuyaniya xwe ya bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, di sala 2023’an de jî biryardariya xwe ya berxwedanê nîşan dan. Jinên ku bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bal kişandin ser bilindkirina şoreşê, wiha gotin: “Ne ji bo em paşve bizivirin me şoreş pêk anî. Em ê jiyanê ji kesên agahiya mirinê didin vegerînin. Heta ku em bigihîjin civakek serbixwe ku zayend, çîn, nijad, netew, etnîkî, olî, biyolojîk û cureyên din cudakarî nîn e, têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Sibê: Li hemberî Talîbanê têkoşîna jinên ji Efganistanê