Jin bi rêxistinbûna Kongra Star li dijî dagirkeriyê têkoşiyan – PANORAMA

Berdevka Kongra Star Rihan Loqo kar û xebatên salek ên Kongra Star nirxand û got: “Li gorî bername û biryarên sala nû bi coş, hezkirin û rêxistinbûnek mezin em ê kar û xebatên xwe berfireh bikin.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo-Rêxistina Kongra Star di 15’ê Çileya 2023’an de Kongreya xwe ya 9’emîn li dar xist, piştî kongreyê gelek biryar hatin girtin, di nava salê de hatin pêkanîn. Di nava salekê de çalakiyên cur be cur bi pêşengiya Kongra Star hatin meşandin, yek ji armanca wan a esasî ew bû azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin, gelek çalakî hatin lidarxistin. Her wiha biryara kongreya wan ew bû ku di nava salê de konferansa Mala Jinê ku destkeftiya şoreşa jinan e pêk bînin, li dar xistin. Di heman demê de gelek çalakiyên mîna konferans, komxebat, komcivîn û forum li dar xistine.

Berfirehiya kar û xebatên Rêxistina Kongra Star a salekê Berdevka Kongra Star Rihan Loqo nirxand. 

‘Piştî Kongreyê xebatên pîroz pêk hatin’

Rihan Loqo di destpêka gotinên xwe de diyar kir ku wan di 15’ê Çileya 2023’an de kongreya xwe ya 9’emîn pêk anîne û biryarên ku di kongreyê de girtine di nava salê de pêk anîne û wiha got: “Kongreya 9’emîn a Kongra Star bi dirûşma “Bi ruhê têkoşîna şoreşa jinan, em ê serhildana jin jiyan azadî bi ser bixin” di roja damezrandina Kongreya Star a 15’ê Çileyê de pêk hat. Di kongreyê de tevlibûnek pir mezin û biryarên pir xurt hatin girtin. Biryarên kar û xebatên 2 salan di aliyê, siyasî, dîplomasî, jiyanî, çandî, ekolojî, aborî ve hatin girtin û karên pîroz hatin meşandin. Li beramberî hemû cureyên tundî, şer, êrîş û kiryarên şerê taybet jî kampanyayên taybet ji bo şikandina dagirkerî û parastina ax û nasnameya jinan pêk hat.”

‘Biryara esasî azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye’

Rihan Loqo desnîşan kir ku yek jî biryara wan û armanca wan a sereke azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha domand: “Biryarek sereke bû ku komîteyek bi navê azadiya fizîkî ya Rêber Apo, bê avakirin. Di heman wextê de konferansek di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li ser paradîgmaya neteweya demokratîk bi pêşengiya jinan li ser tecrîda girankirî, bê lidarxistin ku pêk hat. Di konferansê de jinên serbixwe, rewşenbîr, dîplomat û siyasetmedar amade bûn. Di heman wextê de bi ruh û hestên zarokan 12 hezar nivîs ji Rêber Apo re hat nivîsandin û ji aliyê Kongra Star, qada civakî û komîteya zarokan ve ew nivîs hatin komkirin û bi rengekî pirtûk bi navê ji ‘Derya dilê me re’ hat çapkirin. Bi sedan semîner ji tevahî qad, tax, bajar, gund, navçe û saziyan li ser tecrîda girankirî û belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo hatin dayîn. Di heman wextê de rewşa Rêber Apo ji tevahî gel û pêkhateyan re bi riya civînan hat parvekirin, bênavber ji bo azadiya Rêber Apo, komkirina nivîsan ji bo rêbertî, konferans, komcivîn, meş, mitîng û çalakî ji bo Rêbertî hatin lidarxistin. Di heman wextê de dewreyên perwerdeyê bi taybetî li ser paradîgmaya neteweya demokratîk hatin vekirin.”

Nêzî 62 mala jin hatin birêxistinkirin

Rihan Loqo diyar kir ku ew di nava vê salê de dikaribûn Konferansa Mala Jinê ku stûna bingehîn a şoreşa jinan e li dar xistine û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Yek jî biryara kongreyê lidarxistina konferansa Mala Jinê bû ku Mala Jinê yek ji stûna bingehîn a şoreşa jinan e. Her wiha Mala Jinê modela malbata demokratîk ava dike. Piştî berfirehbûna wan giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 62 mala jin hatine birêxistinkirin. Di Mala Jinê de pirsgirêka civak, malbat, jin û mêr, tên çareserkirin. Li gorî pîvanên jin û qanûna malbatê rê û rêbazên cuda bi malbat û hevjînan re nîqaş pêk tên ku çawa malbata demokratîk bê avakirin. Piştî kar û xebatên mezin ên Mala Jin ji bo gav û biryarên nû bên girtin konferans hat lidarxistin, gelek jin beşdarî konferansê bûn û gelek biryarên girîng hatin girtin. Li ser mijarên ew ê çawa bikaribin qanûna malbatê bingeha wê daynin û çawa derbasî malan bikin, civakê çawa li ser qanûna malbat û pîvanên jinan, perwerde bikin, nîqaş hatin kirin.”

Rihan Loqo bal kişand ser pergala hevserokatiyê û wiha domand: “Li aliyê din li ser pergala hevserokatiyê jî hat rawestandin. Jin di vê pergalê de çawa dê xwe bi rêxistin bikin, di tevahî sazî û qadan de rol û mîsyonek çawa bigrin, civînên hevbeş pêk hatin û bi sedan hevserokan re nîqaş çêbûn.”

‘Encama Kongreyê bi her kesê re hat parvekirin’

Rihan Loqo anî ziman ku yek jî bîryara Kongreya wan ew bû ku kongreya hatiye lidarxistin, li her derê encam û plansaziya wê bê parvekirin û wiha pêl da gotinên xwe: “Piştî kongreya me hat lidarxistin me biryar girt ku em encamên kongreya xwe bi her kesê re parve bikin. Em dikaribûn encama kongreyê li hemû sazî, dezgeh, bajar, kanton, heta Başur, Lubnan û Ewropayê parve bikin. Her wiha bi dehan civîn pêk hatin ku me encama konferansê bi gel re parve kir. Her wiha ji bo em xebatên avakirinê di qadên şoreşa jinan de berfireh bikin û rêxistinbûna xwe bigihîjînin tevahî jinan û Kongra Star danasîna wê bikin kar û xebat hatin meşandin.”

Nûnertiyên Kongra Star li 8 welatên Ewropayê ava bûn

Di heman wextê de li ser di aliyê avakirinê de em ê çawa karê xwe yê dîplomasî li tevahî qadan xurt bikin, nîqaş çêbûn. Kongra Star di nava salê de dikarî di 8 welatan de xwe bi rêxistin bike û nûnerên xwe ava bike mîna Elmanya, Belçîka, Holanda, Danîmarka, Siwêd, Siwîsre, Brîtanya û Yûnan. Ji bo xwegihandina tevahî jinên Rojava, kar û xebatên mîna civîn, perwerde, serdan pêk hatin. Di heman demê de bi rêxistin, tevger û kesayetên cur be cur re hevdîtin pêk hatin. Di heman wextê de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û Ewropayê re bi parlamenter, sendîka, nivîskar, sosyalîst û berdevka rêxistina jinan re, li ser jinan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên li ser destkeftiyên şoreşa jinan, nîqaş û danasîn pêk hatin. Di heman demê de nêzî 18 heyet ji welatên Ewropayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û hatin serdana Kongra Star. Nîqaşên berfireh li ser Kongra Star, rola wan di nava civakê de, pergala neteweya demokratîk, komîn, meclis û gundê Jinwar danasîna wan ji wan re hatiye kirin. Gelek rojnamevan û nivîskaran li ser şoreşa jinan pirtûk nivîsandin, belgefîlm li ser şoreşa jin çêkirin.”

‘Şoreşa jinan dibe dengê tevahî jinan’

Rihan Loqo da zanîn ku wan îsal ji bo jinên Şengal û Efganistanê kampanyaya ragihandine û rêzeçalakiyên cur be cur li dar xistine û wiha domand: “Îsal ji bo piştgiriya jinên Efganistan û Şengalê kampanya hat ragihandin. Em ê weke warê şoreşa jinan bibin dengê tevahî jinan û êşa tevahî jinan êşa me ye, li ser vê esasê di meha Tebaxê ku salvegera êrîşên li ser Şengalê û dagirkirina Talîbanê ji aliyê Efganistanê bû. Me kampanya da destpêkirin û rêzeçalakiyên mîna foruma jinan li bajarê Reqayê, semîner, meş û li tevahî deran find hatin vêxistin. Di heman wextê de kampanyaya me ya 8’ê Adarê hebû ku bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinan ve” di heman kampanyayê de danasîn û bi rêxistinkirina çalakiyan pêk hat. Bi hezaran semîner, meş û forum û dewreyên mêran hatin vekirin. Her wiha di bin vê kampanyayê de bi dehan çalakiyên ji aliyê Hîlala Zêrîn, komîteya tenduristî, dîplomasî, qada civakî, komîteya zarokan ve hatin lidarxistin. Komîteya ekolojî jî kampanyayek ragihand ku wê bi pêşengiya jinan çawa civakek ekolojîk ava bikin çalakî pêk anîn. Her wiha komîteya ekolojîk bexçeyê jinên azad li Dirbesiyê û li navçeya Amûdê vekirin. Di aliyê din de  kampanyaya bi navê ‘Li hemberî her cure dagirkerî û tundiyê, jin jiyan azadî’, ji bo xwedîderketina jinan, ji bo xwedîderketina ax û welat ev kampanya hat ragihandin.”

‘Em ê bibin xelek û destkeftiyên xwe biparêzin’

Rihan Loqo herî dawî destnîşan kir ku ew ê di sala nû de kar û xebatên berfireh bimeşînin û wiha bi dawî kir: “Di nava salekê de di hemû kêliyên jiyanê de li beramber dagirkerî, pergala baviksalarî, tundî, dewlet, cinsiyetperest, olperest, kar û xebat hatin meşandin. Zehmetiyên ku me jiyaye jî hebû, me dît ku her ku asta têkoşîn û berxwedana jinan bilind dibe, êrîş jî zêde dibin. Em tevahî hevalên xwe yên şehîd di şexsê şehîd Yusra û Rihan de hemû şehîdên xwe bi bîr tînin. Soza me ew e ku em ê riya hevalên xwe bişopînin û xeyalên wan rast bikin. Hevala Yusra û Rihan pêşengên şoreşa jinan bûn ku me dît çawa bi balafirên bê mirov a dewleta tirk şehîd bûn. Ji bo avakirina pergala demokratîk kar û xebat dimeşandin, her ku xebatên jinan berfireh dibin, dewleta tirk êrîşî pêşengên wan dikin.

‘Em ê destkeftiyên xwe biparêzin’

Rihan Loqo ya bal kişand êrişên dewleta Tirk yê li ser heremê wiha got: “Dewleta tirk bi rojan e bi balafirên bê mirov li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digerin, ji bo ku asta karê me zêde nebe, dixwaze îradeya me bişkîne lê her ku ew wiha dikin helwesta me zêdetir dibe, em karê xwe xurt dikin. Ev êrîş li ber çavên tevahî cîhanê çêdibin lê heta niha tu kes dengê xwe nake, ev jî zehmetiyên şoreşê ne. Di heman wextê de bi riya şerê taybet û sîxuriyê dixin nava civaka me. Dixwazin civak û pergala me xirab bikin, ev yek jî neçû serî naçe jî. Ji ber em li ser paradîgmaya neteweya demokratîk hatin perwerdekirin. Em ê her li qadan bin û rê nadin dijmin. Her wiha dewleta tirk herî dawî di 5’ê Cotmehê de êrîşî binesaziya herêma me kir. Vê yekê zehmetiyek li ser jin, civak û zarokan ava kir. Em careke din dibêjin, ev kiryar me natirsînin û bi van kiryaran wê nikaribin hişmendiya xwe ya dagirker di nava civakê de ferz bikin. Em ê bibin xelek û destkeftiyên xwe biparêzin. Li gorî bername û biryarên mayî em ê sala li pêş bi coş, hezkirin û rêxistinbûnek mezin kar û xebatên xwe berfireh bikin.”