Jinên Afganistanê di sala 2023’an de jî li dijî polîtîkayên Talîbanê li ber xwe dan - PANORAMA

Talîbanê ku di 15’ê Tebaxa 2021’an de rêveberiya Afganîstanê desteser kir, tişta ewilê mudaxale kirina gelek qadên aîdê jinan bû. Jinên ku li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan ê Talîbanê li ber xwe dan, di sala 2023’an de jî dev ji têkoşînê bernedan.

Afganîstan- Li Afganîstana ku Talîbanê ji 15’ê Tebaxa 2021’an vir ve rêveberiyê desteser kir gel di her firsendê de diyar dikin ku pergalek zordest naxwazin, ket statuya welatekî ku êdî ji bo jinan ne ewle ye. Sala 2023’an her çend bi taybetî ji bo jinan ji bo gelê Afganîstanê bû salek di bin qedexe û zextên Talîbanê de jî,  di heman demê de bû sala berxwedanê jî.

Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) diyar kir li Afganîstanê ji sedî 23 jin, ji sedî 54 zarok û ji sedî 8,3 jî astengdar zêdetirî 28 mîlyon mirov pêwîstî alîkariya mirovî dibînin. Di rapora salane ya Rêxistina Medyaya Azad a Afganistanê de, wiha hate gotin, “Îsal rêxistina me li dijî rojnamevanên xwe 120 bûyerên tundiyê tomar kir. Ji van ji sedî 80’ê lêdan, biçûkxistin, heqaret, tevgerên bê rêgez û girtinên keyfî dihewîne.” Ofîsa Madeya Hişbir û Sûcan a NY’ê, di rapora xwe ya Îlona 2023’an de wiha gotibû: “Îsal li Afganîstanê nêzîkî 330 ton madeyên hişber hat hilberandin.”

Wezareta Karûbarên Girtîgehê ya Hikûmeta Talîban, di bultenek xwe de diyar kir di girtîgehên çar aliyê Afganîstanê de nêzîkî hezar û 194 jê jin, hezar û 42 jê zarokên kur, 47 jê zarokên keç û 5 jê jin 16 jê welatiyên biyanî bi giştî 16 hezar giştî hene. Her wiha hat destnîşankirin ku di Navenda Îslah û Perwerdeyê de di navbera 600 û 700 de zarok dijîn, 400 ji van jî zarokên parsek ku ji kolanan hatine komkirin e.

​Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, wiha got: "Jin û zarokên Afgan, ji ber şert û mercên neyînî wek derûnî ne baş in. Ji sedî 39’ê zarokan bi pirsgirêkên hîsî re rû bi rû ne, ji sedî 522’ê van bi hemsalên xwe re pirsgirêk dijîn û ji sedî 11,52’ê van jî ji ber pirsgirêkên derûnî di pêkanîna karên xwe yên rojane de pirsgirêk dijîn.” Di dema desthilatdariya Talîbanê ya du salan de, di cînayetên jinan û mirinên bi awayekî guman de zêdebûn hat jiyîn. Neteweyên Yekbûyî di raporek xwe de wiha got: "Li Afganîstanê ji her 10 jinan 9 mexdûrên tundiya nava malê ne. Piraniya van bûyerên tundiyê ji aliyê Talîbanê ve tê piştgirî kirin.”

Polîtîkayên dijmînatiya jinan ê Talîbanê di sala 2023’an de jî berdewam kir

*Gelek jin û rêxistinên jinan, piştî ku daxuyaniya Talîbanê ya ji bo zarokên keç û jinan dibistan û zanînehan girt, ji bo zarokên keç li malê jîngehek perwerde avabikin, bi dizî xebitin. Endamên Talîbanê, li bajarên Afganîstanê kolanan dewriye geriyan, di rewşa ku zarokên keç û jin li hev kom dibin de, bêyî destûr ketin malan û bi zextê çekan civînan belavkirin. Endamên Talîbanê, di gelek rewşan de rastî berxwedana jinan hat. Gelê Afganîstanê û parêzvanên mafên mirovan, bertek nîşanî sînordarkirinên li dijî jinan dan û dan zanîn Talîban dijmina jinan e.

*Xwendekara Fakulteya Bijîşkî ya Kabulê ya Afganistanê Elaha Delawerzaî, di  Tebaxa 2022’an de vîdyoyek parve kir û diyar kir ji aliyê berdevkê berê yê Wezareta Navxwe ya Talîbanê Qarî Saeed Khostî ve rastî destdirêjiyê hatiye. Elaha Delawarzaî piştre bi awayekî zorê bi Qarî Saeed Khostî re hat zewicandin. Malbata jina ciwan, piştî 54 rojan a keça wan Elaha Delawarzaî ji aliyê Talîbanê ve hat girtin, ji Mîsyona Alîkariya Afganîstanê ya NY’ê (UNAMA) re nameyek şand û da zanîn zaroka wan rastî îşkenceyê hatiye û xwestin bê berdan. Malbatê di nameya xwe ya ji UNAMA’ê re nivîsandin de, dan zanîn zaroka wan piştî ku ji rojnamevanek re hevpeyvînek li Pakistanê winda bûye.

*Piştî ku Talîbanê rêveberiya Afganîstan desteser kir, welat ji gelek aliyan pêvajoyek bi qeyran jiyan kir. Li welatê ku xizanî roj bi roj kûrtir dibe, bi milyonan malbat di cendereya xizaniyê de têkoşîna jiyanê didin, di demsala zivistana 2023’an de 67 hezar zarok ji ber pirsgirêkên germkirinê rakirin nexweşxaneyan. Li gorî Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ku li paytext Kabîlê xebat dimeşîne, li welat li gorî sala 2022'an hejmara zarokên ji 5 salî biçûktir ên êşa sîngê dikişînin ji sedî 50 zêde bû.

*Talîbanê, sînordarkirinên ku li dijî jin û zarokan pêktîne, di sala 2023’an de jî domand. Talîbanê, li pêkanînên xwe yên li dijî jinan pêkanînek nû zêde kir û ji jinan xwest dikanên xwe bigirin. Wezareta Belavkirina Fazîlet û Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê, di 9’ê Çile de bi hinceta "jin peçê bikarnaynîn” ragihand ku ji bo jinên bajar du roj dem daye ku dikanên xwe bigrin.

*Mursel Nebîzade ku beriya Talîbanê li Afganîstanê deshilatdarî bi dest bixe, parlementer bû, di mala xwe de ji aliyê êrîşkarek biçek yê nasnameya wî nediyar ve hat qetilkirin. Hat diyarkirin ku di êrîşê de parastvanek Mursel Nebîzade jî jiyana xwe ji dest daye û birayê wê û parastvanek wê jî birîndar bûye. Mursel Nebîzade di nav kêm siyasetmedarên jin ku piştî Talîbanê di sala 2021'an de desthilatdariya welat bidestxist welat neterîkand de cih digirt. Di sala 2018’an de ji Kabulê parlamenter hat hilbijartin û heta desthilatdariya Talîbanê erka xwe pêkanîn. Mursel Nebîzade di parlamentoyê de endama komîsyona parastinê bû.

*Talîbanê ku li Afganîstanê gav bi gav hemû mafên jinan xespkir, li ser xwendekarên zanîngehê ferzkir ku bi endamên wî re bizewicin.

*Li Afganîstanê ji sala 2021’an vir ve ku Talîbanê rêveberiya welat desteserkir, li dijî bûyerên zext, girtin, xespkiein û qetlîam zêde bûn. Yên ku herî zêde ji hawirdora zextê bandor bûn jî jin bûn. Jinên ku bi qedexeyan mafên wan hatin xespkirin, bi girtin, tecawîz û qetlîaman re rû bi rû man. Bi hatina Talîbanê re di nava civakê de tundiya mêr jî zêde bû. Polîtîkayên dijminatiya jinê ya Talîbanê ji tundiya mêr re zemîn avakir. Di vana du salên dawî de di cînayetên jinan û mirinên bi awayekî guman de zêdebûnek mezin hat jiyîn.
*Talîbanê ku li Afganîstanê deriyên zanîngehan ji jinan re girt, talîmat da ku xwendekarên jin ji bo ezmûnên ketina zanîngehê ya di Sibata 2023’an neyên girtin. Bi talîmatên ku Wezareta Xwendina Bilind ji zanîngehên taybet re şand re, bal kişand ser qedexeya xwendina bilind a ji bo jinan. Di nameyê de hate bibîrxistin ku saziyên li gorî talîmatan tevnegerin dê bên cezakirin.

*Rayedarên Talîbanê, ji jinên li Kandahara başûrê Afganîstanê di beşên tenduristiyê û perwerdeyê de dixebitin re ragihand bêyî ku li gel wan xizmekî wan ê mêr nebe, neyên ser kar.

*Talîbanê, bi hinceta legêrîna rayedar û leşkerên bêrê yê hikûmetê ser malan digre û gef li gel dixwe. Endamên Talîbanê yên her tim malan kontrol dikin, jinan jî neçar dikin ku bi wa re bizewicin.

*Îsmaîl Meşal ê ku li paytext Kabulê li zanîngeheke taybet profesortî dikir û beriya ku Talîban dest deyne ser rêveberiya welat di perwerdekirina 450 zarokên keç de dilxwaz bû, hat girtin.

*Talîbanê, li Afganîstanê girtina hebên kontrolkirina zayînê jî qedexe kir. Li gorî nûçeya Rukhshana organa weşanê ya jinan a Afganê, hebên kontrolkirina zayînê wek 'heram' tên pênase kirin.

*Şahidek jin a ku neçar hat hiştîn li Kabîlê jin û mêrên tên qamçî kirin temaşe bike, diyar kir bûyerên îşkenceyê di çapemeniyê de cih nagirin û serê bûyeran tên nixumandin.

*Departama Têkiliyên Gel a Heratê ya Talîbanê, gef li jinên pêçe bikarnaynîn kir ku li cihên ji gel re vekirî bi qamçiyan bixin.

*Departmana Ezmûnê ya Talîbanê ku ezmûnê finalê yên tibî ya ji bo mêran ragihand, da zanîn ku tê plankirin ji bo xwendekarên tibê yên jin ezmûnên fînalê neyên kirin.

*Enstîtuya Pêşxistina Bihêzkirina Jinên Afganê Benafsheh Hossenî, diyar kir li Afganîstanê jin ji mafên xwe yên bingehîn bêpar tên hiştin û da zanîn ji jinên li gundên goşe nikarin agahî bigrin.

*Endamên Talîbanê êrîşê jinên ku li Kabîlê ji bo rakirina qedexeyên perwerde û jiyana kar li hev civiyan, kir.

*4 jê jinên ku li Kabîlê li dijî polîtîkayên Talîbanê yên li dijî jinan çalakî pêkanîn, hatin binçavkirin û girtin. Aktîvîstên jin û ji NY’ê Richard Bennett, banga berdana jinan kirin. Piştre ji 4 jinên ku hatin girtin, Fatemeh Mohammadî, Malalî Hashmî û Ruqayyah Saî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

*Li Afganîstanê rêveberiya Talîbanê, ji bo wergirtina ruhsata fealiyetê ya doktor û hemşîreyên jin, ferzkirîna tevlî ezmûnên olî bûyin pêkanî.

*Talîbanê, di 31’ê Adarê de bi hinceta ku polîtîkayên weşanê binpê kirine îstasyona radyoya “Dengê Jinê” girt û ji sicîla xwe ya binpêkirina mafên jinan re yekî nû zêde kir. Radyoyê di 9’ê Nîsanê de ji nû ve dest bi weşanê kir.

*Jina bi navê Shukriya ya ku li Nexweşxaneya Warduj Shahr a Parêzgeha Badexşanê dixebiti, ji aliyê mêrêk alîgirên Talîbanê ku li heman nexweşxaneyê dixebitî rastî destdirêjiyê hat. Jina ku bavê wê jî ji aliyê Talîbanan ve hat qetilkirin ber bi întîharê ve hat kişandin.

*Neteweyên Yekbûyî (NY), ragihand ku Talîbanê li Afganîstanê karkirina jinan ji bo rêxistinê qedexe kiriye. NY’ê, da zanîn der barê qedexeyê de ji wan re agahdarkirinek nivîskî nehatine kirin, ji aliyê endamên Talîbanê ve bi devkî ji xebatkarên wan re hatiye ragihandin.

*Li bajarê Helmand a Afganîstanê, ji aliyê rayedarên Talîbanê ve hate asteng kirin ku rojnamevanek bi jinan re hevpeyvînan bike. Her wiha rojnamevan bi gotina "Ji jinan dûr bisekine" rastî gefan hat.

*Li bajara Zabula ya Afganîstanê dibistana ku xwendekarên jin lê dixwendin, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat şewitandin.

*Li Afganîstanê dibistanên ji aliyê STK'ê ve tên destekkirin û xwendekarên keç ku ji aliyê Talîbanê ve hat qedexekirin ku piştî pola 6'emîn perwerde dibînin berdewam dikin, ji nişka ve hatin girtin.

*Seroka Departmana Mafên Jinan a Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Heather Barr, ragihand ku ketina welat a gelek rojnamevanên ku ji ber faeliyetên Talîbanê ya li Afganîstanê dikin nûçe hatine qedexe kirin.

*Talîbanê ku destûr da vekirina kafeyên înternetê yên li bajarê Heratê hatin girtin, ev şert danî, “Lê jin wê nekevin kafeyên înternetê.”

*Talîbanê, destûr neda ku doktorên jin beşdarî ezmûnên temamkirina pisporiyê bibin û diyar kirin ji bo kadroyên pispor ên nexweşxaneyan mêr bên girtin.

*Li Eyaleta Bamyan a Afganîstanê du mamosteyên jin ji aliyê Talîbanan ve li ber çavên xwendekarên xwe rastî îşkenceyê hatin.

*Li Afganîstanê li 3 dibistanên ku zarokên keç lê perwerde dîtin, bûyera jehrîbûn hat jiyîn. Berdevkê Polîsên Saraîpolê Den Mohammed Nazarî, wiha got: "Hinek kesên nasnameya wan nediyar ketin dibistana li navçeya Sançarakê ya zarokên keç perwerde dibînin û polan jehrî kirin.”

*Li Afganîstanê eêneyên jinên pêşeng ên ji aliyê koma wênesazên bi navê "Shevgerd" ve li ser dîwaran hatibûn xêzkirin, ji aliyê Talîbanê ve hatin jêbirin û li şûna wê al, nivîs û wêneyên sembola Talîbanê hatin xêzkirin.

*Talîbanê ku li Afganîstanê rêveberiya welat desteser kir, talîmata betalkirina ruhsatên hemû salonên kuaforên jinan da. Ji ber biryarê 60 hezar jin bêkar man.

*Tevî pêkanînên paşverû yên Talîbanê jî jin dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernadin. Endamên Talîbanê êrîşê bir li ser jinên ku di meha Tebaxê de li Kabulê ji bo mafên xwe yên ji aliyê Talîbanê ve hatine xespkirin çalakî pêkanîn. Hate hînbûn ji bo ku jin belav bibin gule li ser wan hatiye reşandin. Piştî çalakiyê gelek jin hatin binçavkirin.

*Talîbanê li bajarê Heratê ya rojavayê welat, amûrên muzîkê şewitand.

* Talîbanê, li hin parêzgehên Afganîstanê talîmat da midûrên dibistanan ku xwendekarên keç ên li ser pola sêyemîn bişînin malê.

*Endamên Talîbanê yên di 20’ê Tebaxê de li ser malekî girtin, 8 jinên li malê bi hinceta “Li dijî Talîbanê têkoşîn meşandin” girt.

*Talibanê, li parêzgeha Bamyanê ketina jinan a parkekî qedexe kir.

* Li Bamyana ku yekane bajare ku destûr dide zarokên keç ên li ser pola 6’emîn perwerde dibînin beşdarî kûrsên zîman û zanîste bîbin jî, ji zarokên keç re rêya perwerdeyê hat girtin.

*Li Afganîstanê pîrik Şabana Omarî ya ku tevî 2 doktoran ji nexweşxaneya dewletê ya ku lê dixebitî ji kar hat derxistin, da zanîn li şûna wan kesên bêperwerde yên ji aliyê Talîbanê ve  nehatine diyakirin hatiye bicihkirin.

*Endama Tevegera Protesto ya Ji Xwe Ve ya jinên Efganistanê Neda Parwanî, di meha Îlonê de di serdegirtina mala xwe de li gel hevjînê xwe ji aliyê Talîbanê ve hat girtin.

*Parêzvanên mafên jinan ên li Afganîstanê, ragihandin yek ji parêzvanên mafên jinan Julîa Parsî ji aliyê “Îstixbarata Talîbanê” ve hatiye girtin.

*Li Afganîstanê biryara Talîbanê ya ku doktorên jin nexweşên jin û doktorên mêr jî nexweşên mêr tedawî bikin, nexweşan mexdûr dike, xizmeta doktor ya ji bo gel jî asteng kir.

*Endamên Talîbanê, di kontrolkirina rêyan de bi gotina "Ev fermanek e" û jinên ku li qoltikên pêş rûniştibûn danî xwarê û neçarî rûniştîna qoltikên piştê kir.

*Jinan bi berhemên xwe yên dest tevlî pêşangeha ku di navbera 13-20'ê Mijdarê de li bajara Kabûla ya Afganîstanê hat vekirin bûn, ji aliyê Talîbanê ve jî rastî gelek zextan jî hatin. Tevî ku jinan hewl dan berhemên xwe di bin kontrola tund a Talîbanê de bifroşin jî, nikaribûn pir serkeftî bibin.

*Li Afganistanê rojnameger Hasna Sedat ji aliyê Talîbanê ve hat qetilkirin.

Jinan di sala 2023’yan de jî berxwedana xwe serî li ber Talîbanê netewandin

*Komeleya Jinên Şoreşger a Afganistanê (RAWA) ji sala 1977’an heta niha hewl dide bibe dengê jinên li Afganistanê û ji bo mafên wan têdikoşe. RAWA ji roja ku hatiye damezirandin ve heta niha piştirî dide jinên Afganistanê yên xizan, ên ku hatine çewisandin û ji bo jin di warê siyasî de bibin xwedî raye gotinên xwe bibêjin xebitî. RAWA’yê navê xwe bi hemû cîhanê da bihîstin, di van salan de weke rêxistina serbixwe, siyasî û civakî ya jinên Afgan hat nasîn. Zextên Talîbanê yên şovenîst û li dijî jinan, ji bo RAWA’yê bû sedem û xala bingehîn a têkoşînê. RAWA’yê di serdema Talîbanê de ji aliyekî ve li ser sînorê Pakistanê ji bo penaberan dibistanan vekir, ji aliyekî ve jî li Afganistanê bi kursên nûjen ên ku li malan vekir xebatên perwerdeyê meşand. RAWA’yê ji aliyê din ve jî kirinên dijmirovî yên Talîbanê ji cîhanê re ragihand.

*Beriya civîna girtî ya Konseya Ewlehiyê ya NY’ê ku li ser rewşa Afganistanê hatibû lidarxistin; ji 15 dewletên endam, 11 ji wan belavokek ku der barê rewşa krîtîk a jin û zarokên keç ên Afganistanê de fikarên xwe anîn ziman, bi navê ‘Belavoka Teahudên Hevpar ên Ji bo Rêgezên Ewlehiyê û Jin û Aştiyê’ bi raya giştî re parve kirin. Di belavoka ku ji 11 welatan, Arnavutluk, Brezîlya, Ekvador, Fransa, Gabon, Japonya, Malta, Swîsre, Emîriyetên Ereb ên Hevgirtî, Îngîltere û DYA’yê pêk dihat, ev hat diyarkirin; “Jin ji bo vê rewşa xirab û xeternak sivik bikin, roleke pir girîng û jiyanî dilîzin. Xwedî pisporiyeke bêhempa ne. Li cihê ku hevpîşeyên wan ên mêr nikarin xwe bigihîjinin, ew digihîjin. Piştgiriyek wisa didin ku jiyana jin û zarokên keç ji xeterê diparêzin.” Di belavokê de her wiha hat diyarkirin ku heta jin li Afganistanê beşdarî xebatên alîkarî û belavkirinê nebin, pisporiya bingehîn tunebe; rêxistinên civaka sivîl dê nikaribin xwe bigihîjînin kesên ku pêdiviya wan alîkariyê heye, bi taybetî jin û zarokên keç.

*Yek ji aktivîstên mafên jinan ên Afganistanê Zarghune Ahmadî, diyar kir ku divê Talîban ji ber şîdeta li dijî jimam bikeve lîsteya terorê.

*Kongra Star, têkildarî qetilkirina parlamentera berê ya Afganistanê Mursel Nebîzade daxuyaniyeke nivîskî da û wiha hat gotin: "Em ji malbata Mursel Nebîzade re, ji hezkiroxên wê, rêhevalên xwe yên jinên ên Afganistanî û xwişk û birayên xwe re sersaxiyê dixwazin. Em dixwazin hûn bizanibin ku têkoşîna we, ya me ye jî û berxwedana me ji bo we ye jî. Hûn hêvî û hêzê didin me. Em bawer dikin ku şoreşa me ya jinan jî ji bo we dibe hêz û hêvî.”

*Tamna Zaryab Parîanî, ya ku piştî Talîban hat ser desthilatdariyê bi du xwişkên xwe re hat girtin û rastî îşkenceyê hat; li ser hesabê xwe yê twitterê peyama “Birînên li ser bedena min winda bûn lê êşeke kûr di dilê min de bi cih bû” parve kir.

*Piştî ku li Afganistanê Talîbanê li tevahiya welat perwerdeya jinan li zanîngehên taybet û yên dewletê qedexe kir, li Heratê komek hîndekaran, ji bo 200 xwendekarên keç ên di pola 7'an û 12'an de bi awayê veşarî perwerde da.

*UNESCO’yê, çalakiyên Roja Perwerdeya Navneteweyî ya 2023’yan diyarî zarokên keç û jinên Afgan kir û bang li hemû welatan kir ku piştgiriyê bidin jin û zarokên keç ên ku ji aliyê Talîbanê ve perwerdeya wan hatiye qedexekirin.

*Tevgera Jinên Afgan ên bi Hêz û gelek endamên “Tevgera Kesên li Penaberiyê li Azadiyê Digerin” girtina aktivîsta mafên jinan Narges Sedat şermezar kirin. Aktivîstan, ji bo ku girtina du profesorên zanîngehê yên bi navê Îsmaîl Meşal û Zakaria Usolî ku di 22’yê Mijdara 2022'yan de ji aliyê Talîbanê ve hatibûn girtin şermezar bikin li bajarên Îslamabad û Kabulê civiyan.

*Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî raporek weşand û bang li Talîbanê kir ku rêzê nîşanî mafên jin û zarokan bide.

*Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, aktivîsta mafên jinan a Afgan Ruqiyeh Sadeghî, peyameke bi vîdyo weşand. Di serî de jinên jinên Aftanistan û Îranê, 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha got: “Ez silaveke germ ji hemû jinên cîhanê re dişînim. Em bi dirûşmên jin, jiyan, azadî û nan, dikarin bingeha hemû rêveberiyên ku xwe weke yên îslamî nîşan didin bihejînin. Ez bawer im ku bi berdewamkirina têkoşîna jinan ev hikumet dê têk biçin. Serkeftin a jinan e.”

*Komeke jinên Afgan ên ku xwe weke “Tora Beşdariya Siyasî ya Jinan” li Afganistanê bi nav dikin, daxuyaniyeke nivîskî weşandin û xwestin li dijî kirinên Talîbanê civaka navneteweyî gaveke lezgîn û cidî bavêje.

*Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ku 17 sal in Xelata Jinên Cesûr a Navneteweyê (IWOC) dide îsal di navbera 11 jinan de da bijîjka Afgan Zakîra Hekmat a li Tirkiyeyê dijî.

*Li bajarên Afganistana ku di bin dagirkeriya Talîbana bi polîtîkayên zayendperest û qedexekar tê nasîn de ye, jin îsal tevî hemû zextan jî di roja 8’ê Adarê de derketin kolanan û gotin; "Em tu carî têkçûnê napejirînin."

*Navenda Rojnamegerên Afganistanê (AFJC), xelatgirên “Rojnamegera Afgan a Salê” ya dehemîn ku her sal li dar dixe eşkere kir. Merasîma xelatê 15’ê Adarê roja Çarşemê li bajarê Belçîka Brukselê hat lidarxistin. Xelatên îsal a Rojnamegera Afganistanê, nûçegihana Radio Kilîd Marjan Wafa, nûçegihanê  TOLO Newsê Mohammad Yusuf Hanîf, nûçegihanê International ê Afganistanê Mohammad Arif Yaqoubî girtin.

*Komek jin û ciwanên Afganistanî ji bo 21’ê Adarê cejna Newrozê pîrozbahiyan li dar xistin û li ser platfromên medyaya dîjîtal weşandin. Jin û ciwanan peyam dan ku ew teslîmî Talîbanê nebûne û berxwedana xwe didomînin, biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê anîn ziman.

*Seher Ebuyî ya ku yek ji jinên ku li dijî zextên Talîbanê têdikoşe, bang li jinên Afganistan û Îranê kir ku dest ji têkoşîn û berxwedana ji bo azadiyê bernedin.

*Li bajar Mezar-i Şerîf ê Afganistanê jinên ku derketin kolanan, qedexekirina xwendina jin û zarokên keç ji aliyê Talîbanê ve şermezar kirin.

*Aktivîsta mafên mirovan a Afganistanê Tehmîna Mangal, ji bo zarokên xwe nameyek nivîsand û got: “Kurên min ên ku pêşeroja min in, serî li ber fikrên baviksalar netewînin, bi awayê herî baş bibin kesên demokrat û civakê bi pêş bixin.”

*Tevgera Portestoyê ya Jinên Afganistanê li gelek bajaran bi daxuyaniyan xwest ku ji ber bêdengiya li dijî kirinên Talîbanê ofîsên NY’ê werin girtin.

*E'zem Qenberî, got ku tevî ku endamên Talîbanê diçin cihê wê yê kari bo gotin û nêrînên xwe gefan lê dixwin jî ew karê xwe didomîne û got: “Têkoşîna xwe berdewam bikin û bawer bin ku dê di dawiya vê şeva tarî de roj hilbê.”

*Tevgera Jixweber a Jinên Şervan ên Afgan, bang li partiyên siyasî û saziyên civakî kir ku li dijî polîtîkayên zextê yên Talîbanê bibin yek.

*Endama RAWA’yê Shahla Nasim, got ku bi têkoşîna li dijî zihniyeta dijminê mirovahiyê ya li Îran û Afganistanê dê serkeftin pêk were.

*Jinên ku vexwendina Talîbanê ya ji bo civîna li Dohayê ji aliyê NY’ê ve ku tê de behsa pêşeroja Afganistanê dihat kirin şermezar kirin, diyar kirin ku ew ê ji bo pêşeroja xwe ferzkirina Talîbanê nepejirînin.

*Yekitiya Jinên Rojnameger a Neteweyî ya Afganistanê ragihand ku piştî Talîbanê rêveberî desteser kiriye, hebûna jinan li gorî du sal berê ji sedî 64 kêm bûye.

*Tevgera Jixweber a Jinên Afganistanê xwestin Talîban dest ji qedexekirinên li dijî jin û zarokên keç berde û bang li saziyên navneteweyî kirin ku Talîbanê nepejirînin.

* Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî û Komîsyona Hiqûqê ya Navneteweyî xwest, polîtîkayên Talîbanê yên li dijî jin û zarokên keç ên Afganistanê weke “Sûcê li dijî mirovahiyê yê xwe dispêre zayendperestiya civakî” were dîtin û lêpirsîn were vekirin.

*Jinên ku li Afganistanê Talîbanê şermezar kirin, bi dîmenên ku li ser medyaya dîjîtal parve kirin bang li cîhanê kirin û gotin: “Divê cîhan piştgiriyê nede rêxistina terorê Talîbanê û ji bo berjewendiyên xwe weke amûr bi kar neyne.”

*Mamosteya bi navê Nîlufer Hekîmî ya ku ji aliyê endamên “Wezareta Pêşîgirtina Bêexlaqî û Teşwîqkirina Dilpakiyê” ya  Talîbanê ve hat binçavkirin û rastî heqaret û muameleya xirab hat, diyar kir ku sedem zexta Talîbanê ya li ser wê “tirsa ji îradeya jinan” e.

*Di duyemên salvegera desthilatdariya Talîbanê ya li ser Afganistanê de Yekitiya Jinên Şoreşger a Afganistanê (RAWA), têkildarî mijarê daxuyanek da û wiha got: "Li dijî komên olperest ên ku xizmetkarên emperyalîzm û her cure faşîzmê ne û dijberiya jinan dikin, ji derveyî têkoşînê tu rê tune ye. Ji bo em zincîrên wan bişkînin divê em yekitiya xwe ava bikin, xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. Jinên weke Madîna Mahboubî, Reina Amirî, Mahbobeh Siraj, Fatemeh Gilanî, Fouziehkofî, Habîba Sarabî, ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk, her dem têkoşiyan. RAWA riya çareseriyê dizane û tişta ku Mîna Shahid li ber me hîn kiriye ev e: Heta dawiyê şer û şer! Ji bo Afganistana azad, demokratîk û laîk bayê gur ê têkoşîna jinan rabûye! Jinên şoreşger ên ku çavkaniya şanazî û îlhamê ne bila xwe bigihîjînin û hêza xwe mezin bikin.”

*EŞÎK’ê bal kişand ku Afganistan ji bo jin û zarokên keç bûye girtîgehek û bang kir ku ji bo şerê taybet ê li dijî jinan bi dawî bibe, divê dewletên cîhanê bikevin tevgerê.

*Li paytexta Lubnan Beyrûdê Komeleya Jiyana Jinan, Komeleya Civakê Newroz, bi pêşengiya Însiyatîfa NÛN ji bo azadiya Abdullah ocalan bi dirûşma “Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî” 'Konferansa Tecrubeyên Jinan a Tevgerên Jinan ên Navneteweyî' di rojên 18-19’ê Tebaxê de li dar xist. Di serî de welatên Rojhilata Navîn û Afrîkayê ji 11 welatan 80 jin beşdar bûn. Konferans diyarî jinên Êzidî yên ku di 3 Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve rastî qirkirinê hatin û jinên Afanistanê yên ku ji 15’ê Tebaxa 2021’ê ve piştî destesrekirina Afganistanê ji aliyê Talîbanê ve di bin zextan de jiyana xwe didomînin hat kirin.

*Jinên Aftanistanê yên ku ji bo dewletên cîhanê zextê li ser Talîbanê bikin, li Elmanyayê dest bi greva birçîbûnê kiribûn gotin: “Divê qîrîna gel a ji bo edaletê were bihîstin.”

*Ji bo rojnameger û aktivîsta mafên jinan a Afganistanê Lîlma Sadîd Xelata Henrî La Fontaine Humanîzm hat dayîn.

*Tevgera Şemiya Mor a ji aliyê jinên Afganistanê ve hatiye avakirin, bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Şîdeta li Hemberî Jinan re ji ser medyaya dîjîtal peyamek parve da û bang kir ku li her derê têkoşîn were meşandin.