Yek ji mîrateya kevnar a ‘kilê erebî’ ji bo jinên Xezayê bûye pîşeyek

Ji bo parastina mîrata Filistînê û pîşesaziya kevneşopî, Hediya Qidêh dixwaze ku pîşesaziya kila erebî fêrî keç û neviyên xwe bike.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Jin li Xezayê hê jî ji bo dermankirina nexweşiyên çavan, kilê erebî ku bi hezaran sal e di nav gelek gelan de, di nav de Firewn jî tê zanîn, bikar tînin.

"Armanca min ji çêkirina kil vejandina mîrateya Filistînê ye"

Hadiya Qidêh a 70 salî diyar kir ku dema ew 10 salî bû ji dayika xwe fêrî çêkirina kilê erebî bû û wiha got: "Kil ji rûnê zeytûnê yê ku li ser agir tê germkirin heta ku dişewite, çêdibe. Piştî ku kil çêdikim ez dixim qutiyek metalî ya bi navê Mukehele ku ya dapîra min bû û 75 sal in li cem min e. Jinan berê her tiştî bi xwe dikirin, wek xişirkirin, dirûtin, hirî û karên çolê jî dikirin. Sadebûn taybetmendiyek bingehîn a jiyana me bû. Girîngiya kilê ku ez çêdikim ji vê yekê tê ku ew xwezayî ye û madeyên sentetîk ên ku zirarê bidin çavê te de tune ne. Kil çav ji nexweşiyê diparêze. Armanca min ji çêkirina kil vejandina mîrata Filistînê ye."

"Ez kil bi qumaşê ku temenê wê zêdetirî 35 sal e çêdikim"

Hadiya Qidêh anî ziman ku her kesî bê pere û bi miqdareke mezin şûşeyên kilê ji wê digirin û wiha pê de çû: "Ez ê hewl bidim ku kil di mîqdarên piçûktir de bi bihayek kêm hilberînim da ku wê bifiroşim. Carekê bavekî zarokê xwe anî ba min û ji min re got çavê zarok pir diêşe û çûye cem gelek bijîjkan lê bê feyde bû, min bêyî ku pere werbigirim alîkariya wî kir, ji ber ku mebesta min ew bû ku zarok şîfa bibe û pişt çend caran ji bikaranîna kil çavê zarok şîfa bû. Ez kil bi qumaşê ku temenê wê zêdetirî 35 sal e ku min di ciwaniya xwe de ji Cezayîrê aniye û heta niha jî diparêzim, çêdikim. Qumaşên ku niha li sûkê hene ji bo çêkirina kil ne guncaw in. Kil ji bo her kesî jin, mêr û zarokan tê bikaranîn. Dîroka kilê vedigere serdema Fîrewniyan û li piraniya herêmên ereban navdar bû. Ez dixwazim ku pîşesaziya kila erebî fêrî keç û neviyên xwe bikim."