Aya Qatînî ya ku di zarokatiyê de hat zewicandin: Divê jin bi xwe bawer bin

Li Sûriyeyê ku nêzî 13 salan e pevçûn û bê îstîqrariya siyasî didome; zewicandina zarokan her diçe zêde dibe. Aya Qatînî ya ku di temenê zarokatiyê de hat zewicandin; got ku divê jin bi xwe bawer bin.

ROCHELLE JUNÎOR

Suveyda- Li Sûriyeyê nêzî 13 salan e, ji ber şer û pevçûnan û bê îstîqrariya siyasî, şîdeta li dijî jinan, di temenê biçûk de zewicandina bi zorê, krîza aborî, bêparbûna ji xizmetên tendirustiyê û pirsgirêkên ewlehiyê her diçe kûrtir dibin. Zihniyeta baviksalar a her diçe bi hêztir dibe û berdewam dike, ji bo polîtîkayên zextê yên li dijî jin û zarokan dibe zemîn.

Zêdebûna zewicandina zarokan ku binpêkirina mafên mirovan e, zêde dibe û digihîje asteke bi xeter. Aya Qatînî ya ji gundê Raymah Hazem ê Suweydayê, weke gelek zarokan di 14 saliya xwe de hatiye zewicandin. Aya Qatînî bal kişand ku ji ber sedemên aborî hatiye zewicandin û got ku wê zarokatiya xwe nejiyaye.

Di 15 saliya xwe zarok anî

Aya Qatînî diyar kir ku di 15 saliya xwe de zarok aniye cîhanê û got ku kesê pê re zewicî, ji bo xwbatê diçû welatên din, ji ber vê yekê hemû berpirsyarî ketine ser milên wê. Aya Qatînî da zanîn ku 6 piştî zarok anî cîhanê bi nexweşiya penceşêrê ketiye û wiha domand:

“Min gelek tişt xeyal dikirin lê rastî cuda bu. 6 meh piştî welidînê bi penceşêra nazofarenks ketim. Ji ber ku min nikaribû kurê xwe xwedî bikira, min şand ba malbata xwe. Piştî ku nexweşiya min bi pêş ket, hevjînî min dûr ket ji min. Me hev berda û ez vegeriyam ba malbata xwe. Zewicandina zarokan ji ber nezaniyê ye. Min demek dirêj piştgiriya derûnî girt lê ji ber ku hevjînê min mesrefên zarokê me neda, min di nîvî de hişt.”

Aya Qatînî anî ziman ku bi alîkariya hinek saziyên alîkariyê dermanên xwe girtiye û got ku divê jin bi xwe bawer bin.