Nesrîn Cafer: Sê zarokên min di hembêza min de bi gaza xerdelê mirin!

Di ser komkujiya Helebceyê de 36 sal derbas bûn. Nesrîn Cafer yek ji mexdûrên kîmyabaranê ye û sê zarokên wê di hembêza wê de bi gaza xerdelê jiyana xwe ji dest dane, diyar kir ku tu carî wê rojê ji bîr nake.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helebce- Sibeha 16’ê Adara 1988’an rejîma Baas bi serokatiya Sedam Hisên biryara kîmyabarana Helebceyê hat dayîn. Gaza xerdelê li dijî Helebceyê bi kar anî û zêdeyî 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes koçber bûn û gelek şêniyên Helebceyê heta niha jî êş û paşmayên wê karasatê dijîn. Nesrîn Cafer, ji Helebceyê ye, sê zarokên wê di hembêza wê de ji ber kîmyabaranê jiyana xwe ji dest dane ew jî birîndar bûye. Nesrîn Cafer diyar kir ku ew tu carî wan rojan ji bîr nake.

Nesrîn Cafer wiha behsa roja kîmyabaranê dike: “16’ê Adarê bû, bi şev em ji Helebceyê derketin ber bi Sazanê ve çûn, pasdar hetin nava bajar û gotin ku divê bajar vala bikin û piştre jî em ber bi Sazan ve çûn.”

‘Em nizanibûn kîmyabaran e’

Nesrîn Cafer da zanîn ku ji ber zarokên wê gelek biçûk bûn nikaribûn ber bi şikeftê ve biçin û wiha got: “Xizmên me çûn şikeftê, ez li Sazanê mam, piştî ku balafir rabûn, min destên du kurên xwe girt û yek ji li pişta min bû em çûn. Lê belê wê demê kîmyabaran çêbû, em nizanibûn kîmyabaran e. Bêhna dermanê lawiran û sêv têkelî hev bûbûn û piştre gotin gaza xerdelê ye.”

Nesrîn Cafer behsa êşa xwe kir û diyar kir ku ew wan rojan tu carî ji bîr nake û got: “Ji ber bêhna gaza xerdelê min zarokên xwe xist nava avê, tu caran ji dilê min dernakeve ku dema min zarok bi lez ber bi şikeftê ve dibir, kevir ketibû nava pêlava kurê min, di wê demê de em nikaribûn derbas bibin û hersê zarokên min di destên min de jiyana xwe ji dest dan.”

Bedena Nesrînê jî ji ber kîmyabaranê şewitiye û nîşaneyên wê hê jî hene.