5 zarokên wê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin

Yara Mihemed a ku 5 zarokên wê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin û piştî êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk neçar maye ji Serêkaniyê koç bibe û niha li Kampa Newroz a Dêrîkê dijî dibêje: “Dixwazim vegerim warê xwe, Serêkaniyê.”

EBÎR MUHEMED

Dêrik – Aloziya li Sûriyeyê û êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk ê li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Li gorî raporên rêxistinên mafan û Neteweyên Yekbûyî (NY) di 13 salan de zêdetirî 500 hezar kes hatine kuştin di nav wan de bi deh hezaran jin û zarok hene. Zêdetirî 6 milyon Sûriyeyî koçber bûne di hundirê welatê xwe de. Di heman demê de, li cîhanê hejmara penaberên Sûriyeyî ji 6 milyonî zêdetir bûye ku ev yek mînaka şerê herî xirab ê sedsala 21’emîn e.

Kampa Newroz a Dêrik a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji kampên koçberan e li Kantona Cizîrê 5 hezar û 151 kesên ji koçberên Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn û gundewarên Til Temirê dihewîne. Piraniya wan ji ber êrîşên DAIŞ’ê û herî dawî jî ji ber dagirkeriya dewleta Tirk, koçber bûn.

Yara Mihemed jineke bi temenê xwe mezin e, ew bi eslê xwe ji Şêx Meqsûda bajarê Helebê ye. Ji ber êrîşên hikûmeta Şamê, DAIŞ û dewleta Tirk gelek caran neçarî koçberiyê bû, bajar bi bajar geriya niha jî li Kampa Newroz  Dêrikê dijî. Yara Mihemed da zanîn ku ew ji bajarê Helebê ye lê neçarî koçberiyê bûye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Hevjînê min ji ber felcê jiyana xwe ji dest da. 5 zarokên min hebûn, min ew bi tena xwe bi zehmetî mezin kirin. Em bi xwe ji bajarê Helebê ne lê ji ber êrîşên rejîma Sûriyeyê em ji wir derketin.”

‘DAIŞ’ê 5 zarokên min qetilkir’

Yara Mihemed bi dilekî şewitî navê zarokên  xwe yên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin bi tiliyên xwe rêz dike û dibêje: “Piştî Helebê min berê xwe da gundewarên Minbicê, wê çaxê hê DAIŞ tunebû. Ez û zarokên xwe 10 salan li Minbicê man. Rewşa me ya aborî gelek baş bû, em bazirganên pez û dewaran bûn. Paşê me dît rojekê DAIŞ’ê bi ser me de girt û ji me re gotin derkevin ji vir. Şer jî gelek dijwar bû, me got em berê xwe bidin maleke din da ku êrîş raweste. Dema ku zarokên min berê xwe dan malekê û derî vekirin, mayînek bi wan de teqiya. DAIŞ’ê mayînek bi deriyê malê ve kiribû, ez li taxa pişt wan bûm. Her pênc zarokên min Ehmed, Mihemed, Mehmûd, Omer û Îsa xortên ciwan bûn, hemû mirin. Tenê min parçeyên laşê wan dît.”

‘Dewleta Tirk mala min a li Serê Kaniyê dagir kir’

Yara Mihemed piştî qetilkirina zarokên xwe ji Minbicê derdikeve û berê xwe dide Serêkaniyê lê li wir jî rastî dagirkeriya dewleta Tirk tê û dibêje: “Ez li Serê Kaniyê dijiyam bi tena serê xwe. Demekê li wir mam û paşê dewleta Tirk êrîş kir û bajarê Serê Kaniyê hat dagirkirin. Herî dawî ez li Kampa Newroz bi cih bûm, bi tena xwe dijîm, tu kes li kêleka min nemaye.”

‘Dixwazim wegerim Serêkaniyê’

Yara Mihemed destnîşan kir ku zarokên wê qet ji bîra wê naçin û wiha pê de çû: “Zarokên min ji bîra min naçin, her dem di bîra min de ne. Ez qet hîs nakim ku mirî ne. Her dem wan zindî hîs dikim, weke ku bi min re dijîn. Ev 10 sal in min gora wan nedîtiye. Wêneyên wan jî li cem min tune ne, hemû di şer û êrîşan de şewitîn. Ez dixwazim jiyan û rewş aram bibe, her kes bi kêfxweşî bijî. Ez dixwazim vegerim Serêkaniyê min bêriya taxa xwe kiriye.”