Majîda Qudeih ya Xezayî erebeya xwe vegerandiye malê

Majîda Qudeih di êrişên Îsrail li ser Zîvala Xezayê de ji warê xwe bûye, erebeya xwe vegerandiye malê û diyarkir ku li dijî şert û mercên zehmet bi rêyên alternatîf li berxwe dide.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Êrişên Îsrail li Xezayê ji 7’ê Cotmehê heta niha bê navber berdewam dike. Maf û pêwistiyên jin û zarokên keç ên li Xezayê li ber çav nayên girtin, ji xwegihandina pêwistiyên herî bingehîn yên jiyanê de jî zehmetiyan dikêşin. Ev jî rewşa jin û zarokên keç yên li qamp û navendên bicihbûnê, di aliyê civakî, aborî û derûnî de xiratir dike. 

Li Zîvala Xezayê şerê ku ev 6 mehe berdewam dike, gelek jin ji bo xwe biparêzin berê xwe didin avakirina amûran. Yek ji van jinan jî Majîda Qudeih ya 55 salî ye, piştî ku mala xwe ya li Abasab winda kir neçar ma koç bike.

Neçar ma bireve

Majîda Qudeih derbarê ji warê xwe bûnê de ev tişt got: “Di roja 7’ê Cotmeha 2023’an de li Zîvala Xezayê ez bi tirsek rabûm. Hêzên Îsrailê ji bo em malên xwe vala bikin zorî li me kir, ez jî neçar mam koçî Nasir bibim. Min li Kompleksa tibî ya li bajarê Xan Yûnis sê mehên herî zehmet derbas kir, cihek gelek sar û biyanî bû. Rewşa ewlehiyê cardin xira bû û ez jî neçar mam biçim zanîngeha Mescid-i Aksa.”

Di erebe mayînê de hilbijart

Majîda Qudeih diyarkir ku bi erebeya xwe ya taybet nêzî mehekê li zanînageha Mescîd-i Aksa ma, rêwitiya wê ya ji cihê xwe bûnê li vêderê bi dawî nebû û got: “Bi dijwarbûna şer û bombardûmanan re ez ber bi bajarê Refahê ve ketin rê. Di heman demê de ew westana fîzîkî û derûnîya ku di erebeyê de razan min jiyan kir. Ji bo ez ev şert û mercên zehmet yên têde asantir bikim,  min pirtuk û roman xwend. Min xwarin çêkir, ez razam û di erebeya xwe de min mirov pêşwazî kirin. Ji ber ez di nava erbeyê de jiyan dikim ez rastî rexneyan hatim. Destpêkê ne asan bû, lê belê di dema rewşên lez yên bombardûman û şeran de min hilbijart ku ez di nava erebeya xwe de bimînin.”

‘Rastî metirsiyên êrişên fîzîkî û zayendî hatin’

Majîda Qudeih bal kişad ku jinên li Xezayê bi biryardarî hewl didin ji heqê şert û mercên ku tên serê wan derbikevin û îfadekir ku jinan gelek êşên zehmet jiyan dikin û got: “Jin li dijî şertên şer bi îradeyek bi hêz radiwestin. Jinên Filistînî bi hêz, biryar û li dijî pêlan, weke zinara bi hêzin û xwedî îradeyek gelek mezinin. Piştî biryara hêzên Îsrailê ya valekirina herêmê, li erdnîgariyek nufasa wê gelek û gelek sînordar de ji ber kombûnê jin û zarokên keç rastî metirsiyên êrişên fîzîkî û zayendî hatin.”   

‘Rewşek li dijî mirovahiyê ye’

Majîda Qudeih da zanîn ku di bûyerên tundiya di nava malê de piraniya jinan xwe di şert û mercên xirab de neçarî jiyankirinê dîtine û wiha dom kir: “Kamp û navendên bicihbûnê nexwediyê bînasaziya ku pêwîstiyên bingehîn bicih bîne ye. Xizmetên tendirûstiyê  qasî têrker nîne. Ji bo nexweş û birîndaran rewşek der mirovî heye. Di heman demê de jin û zarokên keç ên ji cihên xwe bûne di kamp û navendên bicihbûnê de, ji ewlehî û lênêrîna pêwîst bê parin, di şert û mercên zehmet de jiyan dikin. Ev jî li dijî gelek zehmetiyên ku bandorê li jiyan û pêşeroja wan dike bê parastin bimînin.”

‘Jin di şertên tarî de jiyan dikin’

Majîda Qudeih di berdewamiya axaftina xwe ev tişt anî ziman: “Jin di windakirina mahremiyetê, sînordarkirina tevgerê, di navendek ku qirêj û ne guncaw jiyan kirin de rastî gelek zehmetiyan tên. Di konên qerebalix de, bi temamî ji ewlehiyê bê parin, di şert û mercên trajedîk ku mahremiyeta wan ji destê wan hatî girtin de jiyan dikin. Ev şert di heman demê de tevgerên wan jî sînordar dike, ev jî azadiya wan  û tevgerkirina wan di kamp û navendên bicihbûnê de sînordar dike. Li Xeza hemû jin di nava tirs û bê hal de di şertên tarî de jiyan dikin, dibin şertên zextê de karê xwe dimeşinin. Rewşa jin û zarokên keç ên li Zîvala Xezayê ji cihên xwebûne di kamp û navendên bicihbûnê de trajike, ji bo  parastina pêwîst, pêkanîn lênêrînê, başkirina şertên jiyan,  mafê wan bixin dibin ewlehiyê de pêwîstî bi mudexeleya acil û bi bandor ya navnetewî heye.”

Majîda Qudeih ji bo pêkanîna berpirsyartiya derbarê jinên li Xezayê, pêkanîna piştevaniya wan, şopandina rewşa jinan tedbîr werin girtin de bang li saziyên navnetewî ên ku bi jinan re eleqeder dibin kir û got: “Ez bang dikim ku Netewên Yekbûyî û Dîwana Edaletê bi hevkariya hev kar bikin û alî demildest biryarên hişk ên ku agirbestê pêkbînin bigrin.”