Hewar sê rojan li ser bedena dayîka xwe ya bê ruh şîr vexwar
Çîroka Hewar, trajediya zarokek Kurd e, bi hezaran çîrokên wiha hene. Eve çîrokek wisa ye ku were vegotin jî mirov di xeyalkirina wê de zoriyê dikşîne, felekata herî mezin a bi serê gelê Kurd û bi taybetî jin û zarokan de hatiye nîşan dide.
ŞILÊR KOYE
Koye – Êvara 3’ê Gulanê, gundên girêdayî navçeya Koye ya Hewlêrê, bi taybetî Goptepe û Esker bi çekên kîmyewî hatin bombebarankirin. Di encama vê êrîşê de nêzî 200 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn. Di çarçoveya vê komkujiyê de bi sedan gund bi erdê re bûn yek û li deşta Koye nêzî 900 kes ji aliyê rejîma baasê ve hatin windakirin di bin navê ‘enfalê’ de.
Çîroka Hewar Qadir, trajediya zarokek Kurd e. Her çendî weke fîlm were vegotin, tu derhêner nikare tam tiştên ku Hewar jiyaye biteyîsîne. Hewar zarokek 4 mehî bû, li kêleka cenazeyê dayîk, bav û birayê xwe, di heman malê de bi tenê sax dimîne. Gelo zarokek wiha çawa sê rojan dikare bijî? Piştre ji aliyê hêzên rejîmê ve tê dîtin, wê didin dapîr û malbata wê.
‘Sê rojan ez li ser bedena dayîka xwe ya bê ruh mam’
Hewar Qadir Namiq, yekem kesa ku ji êrîşa kîmyewî ya li dijî gundê Goptepe yê girêdayî bajarokê Axçeler ê nêzî sînorê Çemçemal û Koye sax rizgar dibe. Der barê çîroka xwe de ji ajansa me re axivî û wiha got: “Dayîk, bav û birayekî min rastî êrîşa kîmyewî hatin li gundê Goptepe. Jin, zarok, ciwan û extiyar zêdetirî 300 kesan ji ber êrîşa kîmyewî jiyana xwe ji dest dan. Ji mala me tenê ez sax rizgar bûm. Wê demê ez zarokek 4-5 mehî bûm. Birîndar bûbûm. Sê rojan li ser bedena dayîka xwe ya bê ruh mam û min şîrê wê xwar. Li ser bedena wê ya sar û bê tevger...”
Hewar Qadir wiha got: “Li gorî gotinên pîra min û kes û karên me, piştî ku gundê me di 3’ê Gulana 1988’an de rastî êrîşa kîmyewî hate, operasyonên enfalê destpê kir. Rejîm hemû kes kom kir û bir. Dema pîra min diçe berê xwe dide dibîne ku hemû malbata min mirine. Bedenê birayê min parçe bûbû, bedenê dayîka min jî parçe parçe bû, ew parçe kom kirin û defin kirin. Lê cenazeyê min ne dîtin. Piştre hate gotin ku endamên rejîmê zarokek birine Çemçemal. Dema pîra min vê dibîhîse gelek di êşe û mamê min dişîne da bigre. Di dawiyê de mamê min min di mala wan min dîbîne û di encama hewldanan de min tîne.”
Hevjîn û dayîka rayedar bi veşartî Hewar didin malbatê
Dema malbat diçe mala ku zarok lê ye, rayedar destpêkê înkar dike, pirîka wê bi çavên rondik dibêje ‘wê bide me’ lê belê rayedar dibêje; ‘ev ne yê we ye û tu belgeya we nîn e.’ Bavê rayedar jî heman tiştî dibêje. Li ser vê mamê wê şopa şîn a li stuyê wê dibîne û dibêje memikê di destê de wî daye, her wiha dibêje çavên zarok şîn in û porê wê zer e. Li ser vê rayedar îqna dibe. Mamê wê bi israr ji wir naçe û demekê dimîne. Di dawiyê de havjîn û dayîka rayedar, bi rehm nêz bûn û veşartî zarokê didin. Bivî awayî Hewar dîsa digihije malbata xwe.
Hewar di zarokatiya xwe de birîndar bû mehek tedawî dît
Hewar Qadir wiha got: “Pirîka min got dema ku min te anî weke ku min cenazeyê keça xwe ji nûve girtibe hîs kir. Gelek hestiyar bûm. Ez birim Çemçemalê gel bijîşkek bi navê Xalid. Wî jî ji tirsan nexwest min tedawî bike û got; ‘ger hikûmet bizanibe ez zaroka şehîdên rastî êrîşên kîmyewî hatiye tedawî dikim wê min bigrin.’ Mamê min gelek hewl da lê di dawiyê de bijîşk qebul dike ku bi şev veşartî min tedawî bike. Dapîra min digot ku her şev di nava cilên xwe de min veşartiye û biriye ba doktor ji bo tedawiyê. Mehek bi vî awayî min tedawî kirine. Digotin ku hemû bedena min birîndar bû. Di dawiyê de ez baş bûm.
Hewar hê bi fermî weke kesek ku rastî êrîşa kîmyewî hatiye nayê nasîn
Hewar Qadir ev tişt got: “Ji ber tiştên ku min û malbata xwe jiyan divê min bi fermî nas bikin. Ev mafê min e. Lê belê ne ez, ne jî yên din hatin nasîn. Tenê em mûçeyê şehîd ê dayîk û bavê xwe digrin, ew jî nîvî wê didin min û nîvê din jî didin dapîra min. Diviyabû mûçeyek min ê serbixwe hebûye. Mixabin Wezareta me ya Şehîdan tu destekê nade me.”
‘Heta mezin bûm nizanibûm ez kî me’
Hewar Qadir wiha domand: “Salek ez bi dapîra xwe re mam, piştre min dan dayîka bavê min û ez li Koye mezin bûm. Dema ku biçûk min nizanibûm kî me û çi bi serê malbata min ve hatiye. Dema ku bûm 6 salî, ji axaftinan hîn bûm. Min xwest biçim dibistanê lê belgeyên min ên nasnameyê tunebûn, ji ber zewaca fermî ya malbata min tunebû. Di sala 1994’an de bi alîkariya hinek rayedaran nasname ji bo min derxistin û ez wisa dikaribûm dest bi dibistanê bikim. Ez spasiya hemû kesên ku di vê mijarê de alîkariya min kirine dikim.”
‘Bandora çekên kîmyewî hê jî didome’
Hewar Qadir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hê bandorên êrîşa kîmyewî li ser bedena min heye. Ez bê xwîn im gelek lawaz im, dem bi dem bêhtengiyê dijîm. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê neçar mam dev ji dibistana navîn berdim. Niha li Koye dijîm, zewicîme û zarokên min hene. Daxwaza min, mûçeyek serbixwe ye û divê em weke kesên rastî êrîşa kîmyewî hatine werin nasîn. Ez di wê hêviyê de me êdî felekatek wisa neyê jiyîn. Ev êş tu caran nayên jîbirkirin û çiqas were vegotin dê kêm bimîne.”