Qutkirina înternetê ji bo tunekirina raman û komkujiyan e

Lî îranê bi destpêkirina şer re nêzê du mehan e înternet qut e, vê yekê pêşî li girtina agahiyan girtiye. Her wiha rê daye hikûmetê ku çîrokan kontrol bike, tepeserkirinê veşêre û gihîştina rastiyên di nava civakê de sînordar bike.

SARA PORXEZARÎ

Kirmaşan – Zêdetirî du mehan e li Îranê înternet qut bûye, gel di nava rewşeke dijwar de ye. Tenê nêzî ji sedî yek ji nifûsa welat dikare bigihîje înterneta cîhanî. Beşek ji wan jî înterneta ku di bin kontola hikûmetê de ku gihîştina wan sînordar kiriye bi kar tînin. Dê nebûna înternet li Îranê çi bandorê li ser civakê çêbike? Tiştê ku destpêkê Bala gelek dezgehên medyayê yên li dijî Komara Îslamî ne, ne li ser rewşa civakê ye lê belê li ser windahiyên aborî yên vê rewşê bi xwe ye. Piraniya raporan tekezî li ser wêrankirina bi hezaran karsaziyên ku bi înterneta belaş ve girêdayî ne dikin. Lê belê, ev tenê beşek biçûk ji encamên berfireh ên înternetê ye.

‘Hikûmet li gorî berjewendiyên xwe naverokê destnîşan dike û pêşkêş dike’

Di rastiyê de, pirsgirêka sereke, kontrolkirina tevahî çavkaniyên herikîna azad a agahiyan e ji aliyê hikûmetê ve. Her wiha ev kontrol bi awayekî bêhempa bi girtina înternetê ve gengaz bûye. Di şert û mercên girtina înternetê de, hikûmet tenê dikare naveroka ku li gorî berjewendiyên xwe destnîşan kiriye pêşkêşî raya giştî bike, bi bandor mafê hilbijartinê, berawirdkirinê û analîza serbixwe ji civakê digre. Heta niha, medyaya muxalefetê ji bo eşkerekirina binpêkirinên mafên mirovan, şopandina rewşa girtiyên siyasî û nirxandina li ser tundiya pergalî ya li dijî jinan û kêmaran bûye amûrek bi bandor. Ev medya dikaribû amûreke parastinê ji bo civakê biafirîne. Lê di du mehên dawî de, bi kontrolkirina tevahî çavdêriyê herikîna agahiyan û tepeserkirina her çavkaniya serbixwe, hikûmet dikaribû danûstandina agahiyan a herî biçûk jî sînordar bike.

‘Di bin siya nezaniyê de qutkirina înternetê û berfirehkirina asta zordariyê’

Rojnamevan û çalakvana medyayê Soreya X. diyar kir ku di nava du mehên dawî de li dijî girtiyên siyasî zexteke mezin çêbûye û wiha got: “Em dikarin bi teqezî bibêjin ku di nava du mehên dawî de, tundî, zextên ewlehiyê û pêla darvekirinê ya li dijî girtiyên siyasî ne tenê nesekiniye, zêdetir bûye. Bi kontrolkirina giştî çavkaniyên herikîna agahiyan û bi awayekî sîstematîk berevajîkirina bûyeran, hikûmetê dikaribû armancên xwe yên tepeserkirin û zordariyê di bin siya şert û mercên şer de û bi hinceta pêwîstiya qutkirina înternetê bi pêş bixe. Di vê demê de, nihek caran nûçeyên li ser darvekirina xwepêşanderan hatine weşandin lê ev tenê beşek biçûk a rastiya heyî ye.”

‘Divê zext û tundiya li ser jinan hatiye sepandin neyê paşgukirin’

Soreya X. behsa rewşa binçavkirina çalakvanan û nebûna înternetê kir û wiha got: “Di vê heyamê de hejmareke zêde ji çalakvanan jî hatine girtin. Lê belê, ji ber qutbûna têkiliya mirovan bi medyaya serbixwe û piştgir re, van girtinan hema hema qet bala tu kesê nedikişandin. Ji bilî vê rewşê divê zext û tundiya di van du mehan de li ser jinan hatiye sepandin, neyê paşguhkirin. Beriya girtina înternetê, her meh çend bûyerên kuştinê bi bihaneya şeref û namûsê her wiha bi dehan raporên tundiya li herêmê û di hundirê malê de di medyayê de dihatin weşandin. Di gelek rewşan de, weşandina nûçeyan ji bo jinan dibû awayekî parastinê. An jî pêleke berfireh a piştgiriya civakî ji bo kuştiyan diafirand. Lê niha, di bêdengiya giştî ya nûçeyan de, bêguman gelek bûyerên tundiyê rûdidin.”

‘Torên piştgiriyê di kêliyên krîtîk de jiyana mirovan rizgar dikin’

Soreya X. destnîşan kir ku rêjeya tundiya heyî çiqas bilind be ji ber nebûna înternetê tê nixumandin û wiha anî ziman: ”Tundî heye û jin li hemberî wê bi tenê dimînin, ji ber ku êdî medya yan jî toreke piştgiriya giştî tune ye. Ji aliyekî din ve, gelek çalakvanên mafên jinan li derveyî Îranê bi salan e wekî pirek di navbera jinên di hundirê welat de rastî tundiyê tên û di torên piştgiriyê yên cîhanî de xizmet kirine. Van girêdanan ji bo gelek jinan wekî sîwaneke parastinê tevdigerin. Sîwaneke ku dikare di kêliyên krîtîk de jiyana mirovan rizgar bike. Lê di du mehên dawî de, ev tor jî ji ber qutbûna tevahî awayên girêdanên înternetê; rewşek ku dikare encamên pir xeternak ji bo jinên rastî tundiyê tên, b, xwe re tîne.”

‘Dema ku amûrên medyayê qut bin gotegot û agahiyên manîpulekirî şûna nûçeyan digrin’

Soreya X. di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku girtina înternetê li ser civakê ne tenê tedbîrek teknîkî ye, beşek ji projeya ewlehî û siyasî ya mezintir e û ev yek wiha şîrove kir: “Armanc ew e ku têkiliya civakê bi rastiyan re ji nû ve pênase bike. Dema ku gihîştina agahdariyê tê sînordarkirin, hikûmet dikare çîroka xwe ya fermî bêyî pêşbaziyê ji nû ve hilberîne. Di hawirdoreke wisa de, gotegot û agahiyên manîpulekirî şûna nûçeyan digrin û mirov neçar dimînin ji bo têgihîştina rastiyê xwe bispêrin çavkaniyên ku ji hêla hikûmetê ve hatine destnîşankirin. Ev reşkirina agahdariyê di heman demê de, dibe sedema encamên psîkolojîk ên kûr.”

‘Qutbûna înternetê pêşî li zêdebûna zext û zordariyê vedike’

Soreya X. bal kişand ser rewşa şiyana ragihandinê û wiha pê de çû: “Civatek ku şiyana ragihandin û gihîştina agahdariyê winda dike hêdî hêdî dikeve nava çerxek ku dikare wekî endezyariya ramanê were binavkirin. Tê de hikûmet wekî kontrola sereke ya herikînên rewşenbîrî xuya dike. Tenê armanca vê tedbîrê ew e ku ramanan li gorî berjewendiyên hikûmetê bike yek lê ji aliyekî din ve, girtina înternetê dikare bibe amûreke girîng ji bo veşartina tepeserkirinê. Di nebûna înternetê de, wêne, rapor, şahidiyên populer û îhtîmala belgekirina binpêkirinên mafên mirovan kêm dibin. Ev valahiya agahdariyê dihêle ku hikûmet zext, girtin û serdegirtinên ewlehiyê bêyî lêçûnek siyasî zêde bike û her xwepêşandanê di destpêka wê de bitepisîne.”

Pêşîgirtina li agahiyan rêbaza hikûmet û desthilatdariyê ye

Soreya X. da zanîn ku gava Komara Îslamî ya sînordarkirina gihîştina mirovan ji bo agahiyan ne diyardeyek nû ye û got: “Berovajî vê, di tevahî dîrokê de ew beşek ji şêwazeke hevpar a hikûmetên dîktator e. Ger em li dîrokê binêrin, em ê bibînin ku hema hema tevahî hikûmetên otorîter bi qutkirina herikîna azad a agahdariyê gava yekem avêtine da ku desthilatdariya xwe xurt bikin. Van hikûmetan her dem hewl dane mirovan ji çavkaniyên serbixwe yên zanînê dûr bixin, da ku vegotinên fermî yên bi hêza serdest ve girêdayî ne tenê vegotinên gengaz bin.”

‘Dewlet dixwaze civakek nû bê pirtûk bê dibistan û bê bîra dîrokî biafirîne’

Soreya X. gotinên xwe bi şahidiyên dîrokî dewlemend kir û got: “Ger em li dîrokê binêrin, di dema rejîma Khmer Rouge de li Kamboçyayê, mirov bi tevahî ji cîhana derve qut bûn. Hikûmetê hewl dida civakek nû biafirîne; civakek bê pirtûk, bê dibistan û bê bîra dîrokî. Di vê serdemê de, xwedîbûna pirtûkek an jî zanîna zimanekî biyanî dikaribû bibe sedema jiyana mirov. Hemû bijîşk, mamoste û  kesên ku xwenda bûn, dihatin kuştin, bi armanca eşkere ya jiholêrakirina her îhtîmala ramana serbixwe. Heman şêwaz li Elmanyaya Nazî jî hat dubarekirin. Bi şewitandina pirtûkan, hikûmetê bi girtina rojnameyên serbixwe û kontrola tevahî ya medyayê hewl da raya giştî ji her çavkaniyek agahdariyê ya ne-dewletî bêpar bike. Li Yekîtiya Sovyetê, gihîştina pirtûk, rojname û heta ansîklopediyan ji hêla hikûmetê ve bi tundî dihat kontrolkirin.

Di salên dawî de, hikûmetên wekî Tirkiyeyê bi girtina medyayê û girtina rojnamevanan riyeke wekhev şopandine. Ev mînak nîşan didin ku sînordarkirina agahdariyê ne tedbîrek teknîkî ye, amûreke siyasî û ewlehiyê ye; amûrek ku hikûmetên otorîter bi kar tînin da ku hiş, bîranîn û pêşeroja civakê kontrol bikin.”

‘Sînordarkirina agahiyan ji bo sînordarkirina mirovan’

Soreya X. di dawiyê de diyar kir ku ezmûna dîrokî nîşan dide her gava herikîna agahiyan tê sînordarkirin, tundî, tepeserkirin û binpêkirinên mafên mirovan zêde dibin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji ber ku hikûmet dizanin di tarîtiyê de, lêçûna tepeserkirinê kêmtir e û dengê kesên dibin hedef kêmtir tê bihîstin. Îro, heman şêwaz li Îranê dubare dibe; qutkirina înternetê, jiholêrakirina medyaya serbixwe û kontrolkirina tevahî ya vegotinan rewşeke çêkiriye ku tê de girtin, darvekirin û tundiya pergalê bêyî çavdêriya giştî berdewam dike. Lê di dawiyê de divê were fêmkirin ku sînordarkirina agahiyan her gav pêşgotinek e ji bo sînordarkirina mirovan. Li her deverê ku pirtûkek tê şewitandin, rojnameyek tê desteserkirin, an jî înternet tê qutkirin, azadî jî li wir tê sînordarkirin. Ev kiryara hikûmeta Komara Îslamî ya qutkirina înternetê dikare hişyariyek were dîtin û dibe ku ev ji bo komkujî û pêşîgirtina li ramanên mirovan be.”