Li Xezayê dîmena hilweşîna mirovahiyê: Malbatek di bin otobusê de dijî

Di bin otobuseke terkkirî de, dayîkek û zarokên wê di nav tekeran de radizên, di dîmenek ku nîşan dide ka şer çawa dikare mirovan neçar bike ku li cihekî ku qet ji bo jiyanê nehatiye çêkirin, bijîn.

NEXEM KERACÊ

Xeza – Îsraa Cinêd, yek ji hezaran jinên ku xwe bi tenê li hember dijwariya şer dîtin, rêwîtiyek dirêj a koçberî, birçîbûn û bêewlehîyê dijî. Roja wê di nebûna stargeh, dahat û parastinê de veguheriye têkoşînek domdar a ji bo jiyanê, hûrguliyên jiyana wê ya rojane dike şerekî aşkera û bê navber.

Îsraa Cinêd dibêje: “Ez hest dikim ku bi gelek şeran re rûbirû me. Şer ne tenê bombebaran e; şer birçîbûn, koçberî, dayîkek ku ji bo parastina zarokên xwe bê piştgirî û bê ban radizê ye.”

Li ser erdê û bê parastin xew kirin

Piştî ku ji bakurê Zîvala Xezayê ber bi başûr ve hate koçberkirin, Îsraa Cinêd xwe bi rastiyekê re rûbirû dît ku ji ya ku wê hêvî dikir dijwartir bû. Ne cih hebû ku lê bimînin, ne kon hebû, ne jî cîhek biçûk li ser peyarêya kolanek qerebalix hebû. Îsraa Cinêd wan kêliyan wiha vegot: “Min tiştek nedît, ne kon, ne ode, ne jî quncikek ku zarokên xwe tê de bi cih bikim. Piştî gelek hewlan, em du rojan li zanîngehek, li erdê razan. Kêliya herî dijwar a di jiyana xwe de jiyam.”

Paşê, rêveberiya yek ji stargehan pêşniyar kir ku Îsraa Cinêd di bin otobusekê de razê, da ku wesayîta veguhastinê bibe stargeheke demkî. Îsraa Cinêd dibêje: “Ji min re gotin di bin otobus de razên. Ji bo zarokan betaniyek jî nedan min. Banê min ji avahiyek hesinî ye û bişev em ji serma, kêzikan û bêhna fetisok ditirsin. Em di navbera tekerên wesayîtê û bêhnên giran ên cih de, asê mane.

Ma dibe ku mirovek di bin otobusek de bijî?

Îsraa Cinêd hûrguliyên wan şevan bi aşkerayî wiha vegot: “Carna em difetisîn. Hewa têr nedikir, cîh tunebû ku em lê bigerin. Kêzik qet derneketin û zarokên min tevahiya şevê digirîn. Min ji xwe dipirsî: Ma gengaz e ku mirovek di bin otobusek de bijî? Dayîk çawa dikare vê yekê ji zarokên xwe re rave bike? Di nav van şert û mercan de, ti rêyên parastinê, germkirin, heta pêdiviyên jiyanê jî tunebûn. Ez bi tenê me. Kes li min napirse, kes alîkariyê nake.”

Îsraa Cinêd zû dest bi roja xwe dike, agirek biçûk pêdixe da ku her tiştê ku bibîne bipije. Lê belê, carna ew tiştek nabîne ku bipêje, ji ber vê yekê bi zarokên xwe re li dora agir di bêdengiyek giran de rûdine.

Zarok ji mafê perwerdehî û jiyanê bê par in

Her sê zarok ji perwerde, zaroktî û aramiyê jî bêpar in. Dayîka wan nikare kelûpelên dibistanê an jî kaxezên nivîsgehê bikire, ji ber vê dibistan mîna xewnek paşxistî dimîne. Malbat ji kêmasiyeke giran a cil û bergan jî dikşîne, zarok carna zivistanê cilên havînê û havînê jî cilên zivistanê li xwe dikin, ji ber ku nikarin pêdiviyên herî bingehîn jî peyda bikin. Di stargeha xwe ya demkî de, êşa dayîkê ji ber kêzikên ku li herêmê belav dibin, dijwartir dibe, ku ew bi tena serê xwe nikare ji heqê wan bê der. Îsraa Cinêd ji bo zarokên xwe yên biçûk ditirse, yên ku nikarin xwe biparêzin.

Jinên li Xezayê bi dijwariyan re rûbirû ne

Di çarçoveyek berfirehtir de, çîroka Îsraa Cinêd rastiya bi hezaran jinên li Xezayê nîşan dide ku barê duqat ê şer di nav hilweşîna aborî û mirovî ya berfireh de hilgirtine. Jinên li kampên koçberiyê ne tenê kêmasiya xwarin û stargehê, di heman demê de rastî barekî giran ê psîkolojîk jî tên: zarokên xwe di hawîrdorek bê ewlehiya herî bingehîn de ji birçîbûn, tirs û nexweşiyan diparêzin. Gelek ji wan neçar in ku rolên xwe yên rojane ji nû ve diyar bikin, dayîktiyê, lêgerîna xwarinê û lênêrîna zarokan di şert û mercên nemirovane de hevseng bikin. Ev yek ezmûna wan dike yek ji mînakên herî tirsnak ên berxwedanê di vî şerî de.

Prensîbên parastinê hewcedariya lezgîn a dabînkirina pêdiviyan e

Rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan û mafên jinan piştrast dikin ku jin li Xezayê di şerên çekdarî de barekî nehevseng hildigrin. Ew di bin qanûna mirovî ya navneteweyî de di nav komên herî xeternak de têne hesibandin û prensîbên parastinê hewcedariya lezgîn a dabînkirina stargeh, xwarin, lênêrîna tenduristiyê û piştgiriya psîkolojîk ji sivîlan re, bi taybetî jin û zarokan re, destnîşan dikin. Qanûna navneteweyî her wiha aliyên şer mecbûr dike ku piştrast bikin ku binesaziya sivîl û stargeh neyên hedefgirtin û pêdiviyên bingehîn koçberan mîsoger bikin. Raporên Neteweyên Yekbûyî piştrast dikin ku ev hê jî tengasiyek girîng e.

Tenê cihekî bi ewle ji bo zarokên xwe dixwaze

Di dawiya axaftina xwe de, Îsraa Cinêd vedigere da ku dîmenên xwe yên rojane bi gotinên sade lê giran kurteber bike: “Her roj ez dibêjim sibê dê hêsantir be. Lê her roj ji ya berê dijwartir e. Tenê cihekî ewle ji bo zarokên xwe, banekî ku wan netirsîne û şevekê ku em tê de nefes negirin dixwazim.”

Wek dayîk bi tena serê xwe li ber xwe dide

Di navbera vê xwesteka sade û rastiya dijwar de, jiyana Îsraa Cinêd di navbera jiyan û revê de di şerekî de ku tenê yek vebijarkek ji wê re hiştiye, daliqandî dimîne: ku wek dayîkek bi tena serê xwe li ber xwe dide.