Çima rêjeya xwekuştina jinan li Misirê zêde dibe?
Jin bi gelek barên kombûyî re rûbirû dimînin û ji gelek aliyan ve di bin zextên aborî, civakî û psîkolojîk de dimînin. Ji ber êmasiya zagonan û piştgiriya qels her diçe bûyerên xwekuştinê li Misrê zêdetir dibin û ev pirsgirêkan kûrtir dike.
ESMAA FATHÎ
Misir – Di demên dawî de, di nava şert û mercên bi aloz ên aborî û civakî de ku zextên rojane girantir dikin, rêjeya xwekuştinê bi taybetî di nava jinan de, her diçe zêde dibe. Ev diyarde êdî ne bûyerên takekesî, krîzeke kûrtir nîşan dide ku bi xizanî, demxeya civakî û parastina qanûnî ya qels ve girêdayî ye.
Bi taybetî hejmarek ji van dozan jinên ku dozên wan ên li dadgehên malbatê hene, vedihewîne ku pirsên li ser cewhera piştgiriya ji wan re heye, derdixe holê. Pêvajoya
dozê pir caran li şûna rêbazek ji bo bidestxistina edaletê, dibe barekî zêdetir û girantir.
Berevajî vê, ev pirsgirêk bi rolên civakî yên li ser jinan, nemaze jinên ku debara xwe dikin, tê ferzkirin ku xwe bi tevahî berpirsiyar dibînin piştgiriyê bidin malbatên xwe bêyî çavkaniyên têr an piştgiriya sazûmanî ya bi bandor. Di vê çarçoveyê de, pirseke bingehîn derdikeve holê: "Ma ev doz têkçûnek di pergala parastina civakî û qanûnî de nîşan didin, an encameke xwezayî ya zextên kombûyî bêyî riyên piştgiriyê yên rastîn in?"
Jinên ku debara xwe dikin
Jinên ku debara xwe dikin bi vê krîzê re, bi çavkaniyên sînorkirî û zextên zêde gelek berpirsiyariyan digrin ser xwe. Ev rastî ne tenê bi aliyê darayî ve sînordar e, digihîje aliyên psîkolojîk û civakî ku hestên wan ên tenêtî û bêhêvîtiyê zêde dike.
Helwestên civakî jî di kûrkirina krîzê de roleke mezin dilîzin. Bi taybetî bi demxeya berdewam a hinek jinan, nemaze yên hevberdayî. Ji ber ku ji ber têkiliyên têkçûyî wan berpirsiyar dibînin.
Parêzer Şeyma Hasan diyar dike ku jinên debara xwe dikin bi gelek zextan re rû bi rû dimînin û dide zanîn ku ev yek bi barê aborî dest pê dike digihîje demxeya civakî. Şeyma Hasan destnîşan dike ku ev zext, digel nebûna ewlehiya aborî, hinek jinan ber bi rewşên bêhêvîtiyê ve dibe û dibêje ku bi taybetî dema ku ew xwe bi tenê berpirsiyar dibînin zarokên xwe bêyî piştgirî xwedî bikin barê wan girantir dibe.
Zagonên bêmaf û barên aborî
Aliyê zagonî yek ji wan pirsgirêkên herî berbiçav e ku jin piştî veqetînê pê re rû bi rû dimînin, ji ber ku biryarên dadgehê pir caran nikarin standardên jiyanê yên herî kêm bigrin bin temînatê. Ev kêmasî rasterast bandorê li ser şiyana jinan a ji bo lihevhatinê dike.
Ev pirsgirêk di heman demê de valahiyek di navbera metnên qanûnî û pêkanîna wan de eşkere dike ku gelek biryaran bêbandor dike.
Şeyma Hasan destnîşan dike ku nefeqeya ku hinek jin digrin têra pêdiviyên jiyanê nake, carna tenê çend hezar lîre ye û got ku têra dabînkirina hewcedariyên bingehîn ên weke xwarin, xanî, perwerde û lênihêrîna bijîşkî nake.
Ev rastî jinan di bin zexteke domdar de dihêle, hinek ji wan neçar dike ku bi tevahî ji jiyanê vekişin.
Krîza bicîhanînê
Krîz bi derxistina biryaran nabe; digihîje mekanîzmayên ji bo pêkanîna wan ku ji ber wê aloziyên mezin dikşînin. Ev kêmasî gihîştina mafan dike pêvajoyek bargiranî û nediyar.
Wekî din, newekheviya di pêkanîna di navbera dozan de eşkere ye, i taybetî di navbera kesên ku di meqamên hikûmetê de dixebitin û xwe bi xwe ku di bidestxistina edaletê de valahiyên zêde diafirîne.
Şeyma Hasan eşkere dike ku bicîhanîna biryaran hinek jî dijwariyek rastîn e, bi taybetî ger mêr di meqamên hikûmetê de nexebite. Di vê rewşê de dibe ku jin neçar bimîne bi mîqdarên sînorkirî razî bibe her çendî gelek biryarên wê di berjewendiya wan de bin jî. Ew tekez dike ku ev mîqdar ji bo pêkanîna hewcedariyên zarokan têrê nake, êşa jinan girantir dike û hesta wan a bêçaretiyê
zêde dike.
Însiyatîfên sînordar
Tevî hinek însiyatîfên ji civaka sivîl, bandora wan bi taybetî di gihîştina jinên herî bêparastin de sînordar dimîne kesên ku bêhêvîtiyeke giran dijîn pir caran xwe ji civakê vediqetînin, ev yek jî ji bo van însiyatîfan zehmet dike ku bigihîjin wan.
Ev rastî di heman demê de pirsan li ser cewhera piştgiriya ku tê dayîn û guncavbûna wê bi pîvan û tevliheviya krîzê re derdixe holê. Bi taybetî ji ber ku vebijarka bidawîanîna jiyana xwe di demên dawî de ji bo gelek kesan bûye bijareya herî muhtemel. Ev krîzeke rastîn di dîtina çareseriyan an jî çareserkirina krîzên her
cure de nîşan dide.
Şeyma Hasan bawer dike ku semînerên hişyariyê yan rûniştinên piştgiriya psîkolojîk, her çendî girîng bin jî bi tena serê xwe ne bes in, ji ber ku jinên ji bêhêvîtiya rastîn êşê dikşînin pir caran xwe vedikişînin û beşdarî van çalakiyan nabin. Her wiha tekez dike ku krîz hewceyê mudaxeleyên kûrtir û gihîştina rasterast a kesên xwedî pêdivî ne.
Reformên pêwîst ji lezkirina dadgehkirinê heta bilindkirina hişyariya civakê pêwîst in
Li hemberô vê krîzê, reformên berfireh pir girîng in ku bi nirxandina prosedurên qanûnî dest pê dikin û digihîjin bilindkirina hişmendiya civakê. Ev çareserî nêzîkatiyeke yekgirtî hewce dikin ku aliyên cuda yên pirsgirêkê li ber çavan bigrin.
Her wiha girîng e ku dem û barên prosedurî yên li ser jinan kêm bibin, bi taybetî di dema dozê de ku dikare bi awayekî ne hewce dirêj be û meseleyan ji bo jinan, bi taybetî yên ku dabînkerên yekane yên malbatên xwe ne yan jî çavkaniyeke wan a dahatê tune ye demên dirêj bidomînin, bêhtir tevlihev bike.
Şeyma Hasan pêşniyar dike ku pêdivî bi kêmkirina prosedurên ne hewce, weke demên li bendê li ofîsên çareseriyê û lezandina pêvajoyên doz û îtîrazê heye. Her wiha girîngiya destpêkirina kampanyayên hişyariyê yên bi bandor ên ku bi riya dezgehên medyayê yên cûrbecûr digihîjin jinan li malên wan û piştgiriya rasterast a psîkolojîk û civakî peyda dikin, bi taybetî ji bo jinên ku debara sereke dikin da ku alîkariya wan bikin beriya krîz xirabtir bibin, ji krîzan derbas bibin.
Çîrokên jiyana rastîn
Ji bilî îstatîstîk û analîzan, çîrokên jiyana rast kûrahî û giraniya krîzê eşkere dikin. Ev çîrok asta êşa ku hinek jin dikşînin nîşan didin û nîşan didin ka zext çawa dikarin bigihîjin xalên krîtîk. Ev doz her wiha pêwîstiya lezgîn a destwerdanê nîşan didin ku pêşî li krîzan bigrin bibin dawiyên trajîk.
Şeyma Hasan dibêje ku di xebata xwe de li dadgehên malbatê rastî dozên şokdar hatiye, yek ji wan ew bûye ku jinek piştî veqetînê bi zarokên xwe re bêmal maye. Diyar dike ku neçar maye li ber deriyên avahiyan razê û ji bo dabînkirina pêdiviyên jiyanê derenceyan paqij bike. Şeyma Hasan destnîşan dike ku dozên wiha dikarin bibin sedema ramanên xwekujiyê.
Hêjayî gotinê ye ku hejmara zêde ya bûyerên xwekuştina jinan krîzeke tevlihev çêdike, ji dozên takekesî derbas dibe, nîşan dide ku kêmasiyek di pergalên parastina civakî û zagonî de heye. Di navbera zextên jiyana rojane, tevliheviyên dozê û piştgiriya sazûmanî ya qels de, gelek jin xwe bi barên ku ji kapasîteya wan derbas dibin re rû bi rû dibînin. Ev krîz nîşan dide ku çareserî ne di destwerdanên qismî yan demkî de ye, di ji nû ve avakirina pergaleke berfireh a ku edaleta aborî, pêvajoyên qanûnî yên bilez û piştgiriya psîkolojîk û civakî ya bi bandor digre bin temînatê. Tenê ev rê dikare deriyên jiyana çêtir ji bo jinan veke, li şûna ku wan ber bi bêhêvîtiyê ve bibe.