Jin pirsgirêkên xwe li 'Mala Jinan’ çareser dikin
Endamên Mala Jinan a Qamişloyê diyar kirin ku ji bo parastina mafên jinan û pêkanîna wekheviyê têdikoşin û gotin: “Mala Jinan ji bo jinan bûye stargeh û çavkaniya ewlehiyê."
ESMAA MUHEMED
Qamişlo – Di nav herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Mala Jinan a yekem saziya jinan a bi Şoreşa Jinan hatiye damezrandin, xwedî rolek mezin û aktîf e. Ew ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan û destekdayîna wê, her tim di nava xebat û têkoşînê de ye. Mala Jinan, li ser bingeha paradîgmaya jiyana hevbeş û wekheviyê jinan bi rêxistin dike da ku karibin di nava civakê de xwedî nêrîn û helwest bin û banga mafên xwe bikin.
Rêveber û endamên Mala Jinan derbarê kar û xebatên xwe yên li bajarê Qamişlo ya kantona Cizîra herêma Bakur û Rojhilatê Sûriye de, agahî dan ajansa me. Jinan destnîşan kir ku Mala Jinan bûye stargeha ewlehiyê ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriye re.
'Mala Jinan dibe stargeha ewlehiya jinan'
Necla Eyûb di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser kar û xebatên wan ên di nava Mala Jinan de û wiha got: "Di sala 2024'an de me gelek pirsgirêk û dozên cuda yên ku jin pê re rûbirû dimînin, dîtin û ji bo çareseriya wan me rê nîşanî jinan da. Piraniya wan hatin çareserkirin. Hinek ji van pirsgirêkan ji bo çareseriyê ji rêvebera giştî ya Mala Jinan re, hinek jî ji navenda giliyan û komîteya lihevkirinê re hatin şandin. Em hemû jinan di nava xwe de dibînin û ji bo rêxistinkirina wan dixebitin. Em rêya çareseriya pirsgirêkên jinan li ser bingeha prensîbên jiyana hevbeş peyda dikin. Em dixwazin ji jinan re bibin stargehên bi ewle. Hewl didin wekheviya zayendî di nava civakê de ava bikin. Di heman demê de Mala Jinan ji bo misogerkirina mafên mêr kêleka jinê jî diparêze."
'Jin Jiyan Azadî' wê bibe rêya jiyanek azad'
Necla Eyûb bang li hemû jinan kir ku li hember maf û azadiya xwe bêdeng nemînin û wiha pê de çû: "Li hember bê mafî û adeletê bêdeng nemînin. Qêrîna jinan û avêtina silogana 'Jin Jiyan Azadî' wê bibe rêya gihîştina jiyanek azad. Hebûna jinan di nava qadên siyasî, aborî û civakî de li gor zagonên jinan gelek girîng e. Divê mafên jinan di cihên biryar dayînê de bê misogerkirin û bi azadiya xwe tevbigere."
'Bi têkoşînê rigarkirina jinê ya ji feraseta bavsalarî gengaz e'
Endama Mala Jinan Leyla Kalaş jî balkişand ser sûcên ku di encamê de jinek ciwan a 20 salî ji aliyê mirovên wê ve li taxa Qedûrbek a bajarê Qamişlo hatiye qetilkirin. Leyla wiha got: "Me kujerê vê kiryarê girt û hesabên giran jê xwest. Divê civak zanibe ku rêxistinek mafên jinan diparêze, heye. Di nava van rêxistinan de jî Mala Jinan e ya ku ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê di civakê de dixebite. Em siyasetên qirkirinê yên li ser jinan tu car napejirînin û li dijî van sûcan em ê bibin bend. Bi tekoşîn û berxwedana xwe em ê tevahiya jinan ji feraseta bavsalarî rizgar bikin."
'Berê xwe bidin Mala Jinan'
Leyla Kalaş diyar kir ku jin di nava Şoreşa Rojava de bûye xwedî rol, hebûn û mîsyonê û wiha pê de çû: “Li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde û rêxistin kir. Em jî wek Mala Jinan bi van perwerdeyan jinan bêhtir perwerde dikin. Armanca perwerdehiyan, zêdekirina hişyariyê û nasandina mafên jinan a bi jinan û pêşxistina jinan e. Divê jin tu car kiryaran û koletiyê qebûl nekin. Bang li jinan dikim ku berê xwe bidin navendên jinan ji bo ku karibin pirsgirêkên xwe çareser bikin û bibin cîhê destekdayînê."