Jinên Xezayê di nav şer de zextên derûnî dibînin

Jinên Filistînî yên Xezayê di Rojhilata Navîn û cîhanê de ji ber kombûna trawmayek rojane, koçberiya bi darê zorê û nebûna hêmanên bingehîn ên ewlehî û edaletê ve, di rêza pêşîn a êşên derûnî de ne.

NEXEM KERACÊ

Xeza – Li quncikên konên koçberiyê yên li derdora Zîvala Xezayê belav bûne, tenê nalînên tepeserkirî û hêstirên veşartî tên bihîstin. Li wir ne ewlehî û ne jî aramî heye. Jinên Xezayê ceribandinek psîkolojîk dijîn ku ji her tiştî wêdetir çûye. Jiyana wan bûye têkoşînek domdar li dijî hilweşîna navxweyî ku piştî şerê 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve, berdewam dike.

Li gor raporek dawî ya ku ji hêla Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) ve di meha Gulanê de hat weşandin, nêzî 1.9 milyon Filistînî li hundir koçber bûne, ji sedî 70'yê ji wan jin û zarok in. Daxuyaniyek dawî ya Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) destnîşan kir ku herî kêm ji sedî 90 jin û jinên ciwan li Xezayê yan koçber bûne yan jî neçar mane ku biçin stargehên ku ewlehî û nepeniya wan têr nîne.

Kerasetên mirovî dê zêdetir bibin

Şêwirmenda psîkolojîk Latîfa Şatat ku ji du salan zêdetir li stargeh û kampên koçberan xebitiye wiha dibêje: "Tiştê ku diqewime hilweşînek sîstematîk a jinên Filistînî ji hundir ve ye. Jin her kêliyê aramiya xwe ya psîkolojîk winda dikin û jiyana wan vediguhere girîna bêdeng. Ew ne dijîn, lê rûbirû di nav tarîtiya psîkolojîk û wêrankirina fîzîkî de sax dimînin. Jinên li wir ne cihekî wan heye ku cilên xwe biguherînin, ne jî cihekî wan heye ku bi azadî li ser êşa xwe ya fîzîkî an derûnî biaxivin. Ew bi xelayên birçîbûnê û bê aramiyê re rûbirû dimînin, ev jî bandor li ser kesayet û derûniya wan dike. Ger rewşa wan wiha bidome dê kerasetek mirovî pêk were."

Rûniştinên psîkolojîk tenê têr nake

Latîfe Şetat tekez kir ku tenê rûniştinên piştgiriya psîkolojîk têr jinan nakin û wiha axivî: "Xala rûniştina alîkariya psîkolojîk ji bo jineke birçî ku tiştek tune li xwe bike an zarokên xwe têr bike çi ye? Piştgiriya psîkolojîk bêyî bernameyên xurtkirina aborî û parastina qanûnî tenê çareseriyek demkî ye. Di encama windakirina hêviyê, zêdebûna zextên derûnî û zewaca di temenê biçûk de, di nava jinên ciwan de bûyerên xwekuştinê zêdetir bûne. Bi hincetên parastina wan ji newlehiya stargehan an destdirêjiyê jinan bi temen biçûk dizewcînin, lê mixabin ev jî pirsgirêkan zêdetir dike li şûna ku çareser bike."

Westandina bêdeng yek ji nîşaneyên nû yên psîkolojîk e

Jinên li stragehan dimînin bi anoreksiya demarî ya bi fikar û tirsê re, bêxemiya zêde heta li hember qîrîna zarokan an jî wêrankirina malên wan, nexweşiyên xewê yên bi kabûsên rojane re, êrîşên panîkê yên ji nişka ve bi dengê teqînan û kêmbûna balkişandinê û dûrketina ji rastiyê, rûbirû ne. Ev jî rewşeke civakî ya "Westandina bêdeng" derdixe holê. Latîfa Şatat wiha got: "Dîmenên jinan ên ku li pey otobusên alîkariyan dimeşin ji bo ku xwarinê ji zarokên xwe re peyda bikin, yek ji dîmenên herî xeternak ku rûmeta wan binpê dike ye."

Hewcedarî bi çavdariyek dahatê heye

Latîfa Şatat riyên çareseriyê ji bo alîkariya malbat û jinan pêşkêş dike û wiha vedibêje: "Divê bernameyên piştevaniya derûnî bikevin meriyetê, bihêzkirina aborî di warê aktîvkirina projeyên piştgiriyê didin jinan, avakirina nuqteyên zagonî û tendrustî di nava kampan û aktîvkirina çavdêriya civakî ji bo pêşîgirtina zewaca di temenê biçûk de. Jinên Xezayê ne tenê mexdûrên şer in, ew mexdûrên bêdengiya cîhanî ne jî. Ew temsîla lûtkeya êşa psîkolojîk a jinên li cîhanê dikin û bûne wêneyek zindî ya hilweşîna hestyarî û derûnî ve."

Nebûna dadweriyek yasayî û jiholêrakirina mafên jinan

Latîfa Şatat bal kişand ser nebûna edalet û zagonên ku parastina jinan di nava şer de dikin û wiha berdewam kir: "Zagonek ji bo parastina jinan tuneye. Tawankar serbest azadî digerin û yên bindest ji tirsa tolhildanê, şermê an jî paşguhkirinê bêdeng dimînin. Ev nebûna edaletê dibe sedem ku jin di pergala hiqûqî de xwe bêqîmet, bêdeng û bê hebûnek naskirî hîs bikin. Nebûna edaletê ne tenê tê wateyê ku ji sûcdaran hesab nayê pirsîn, di heman demê de di jinan de hestek kûr a dûrxistin, kêmasî û windakirina baweriya bi saziyên civakî jî çêdike.”

Rêxistinên mafên mirovan ên herêmî ji destpêka şer a di Cotmeha 2023'an de, zêdetirî 14 hezar dozên belgekirî, zêdebûnek girîng a şîdeta navmalî ya li dijî jinan bi rêjeya ji sedî 68 belge kirine. Ev statîstîkek tirsnak e ji ber nebûna mekanîzmayên parastina yasayî an stargehên jinan ên taybet.