Jinên Xezayê li dijî zehmetiyên jiyanê li peravê li ber xwe didin
Jinên Xezayên yên ku ji ber êrîşên hêzên Îsraîlê koçî perava bajarê Xezayê bûne qala zehmetî û kêşeyan kirin û gotin: "Perav ne cihekî ji bo penaber lê bi cih bibin e, em bi gelek rewşên zor re rûbirû dijîn."

REFÎF ISLÎM
Xeza – Jinên li perava Xezayê yên penaber di şert û mercên dijwar de dijîn. Dûrbûna peravê ji navenda bajêr wan ji gihîştina avê bêpar dike û ji bo gihîştina bazar û kirîna pêdiviyên xwe, zehmetiyên fizîkî dikşînin. Her wiha riyên xirab, tava germ û şilbûna ku dibin sedema gelek nexweşiyan rewşa wan dijwartir dike.
Jinên Xezayê yên penaber bûne û li perava bajêr neçar mane bi cih bibin behsa zehmetî û dijwariyên ku dijîn kirin.
Cihê bîranînê bûye kabûs ji penaberan re
Daliye El-Sultan destnîşan kir ku derya di dilê jinên Xezayê de xwedî bîranînên xweş e, beriya şer ew dihatin ber deryayê û wiha got: "Beriya şer em dihatin ber deryayê û me kêliyên xweş bi malbatên xwe re derbas dikirin. Di dawiya rojê de jî me kona xwe radikir û em vedigeriyan malê. Lê mixabin niha em di kabûseke xeternak de dijîn. Ji ber êrîşên Îsraîlê neçar man li ber peravê bi cih bibin. Em di bin germahiya tavê de dimînin. Ji ber hilma hewaya deryayê û şilbûna zêde nexweşiyên çerm di nava koçber û zarokan de çêbûye, ji ber rêgiriyê derman jî li nexweşxaneyan nayên peydakirin."
'Alîkarî nagihîjin penaberên li peravê'
Daliye El-Sultan destnîşan kir ku ji ber êrîşan kona wê parçe bûye, pêwist e konek nû peyda bike da ku zarokên xwe biparêze û wiha axivî: "Kona ku em tê de bi cih bûne ji bo domandina jiyanê ne guncaw e. Ez ji bo çêkirina konê li qumaşek nû digerim. Her wiha ne av û ne jî xwarin digihîjin peravê ev jî zehmetiyan dijwartir dike. Tenê depoyek av dikarim peyda bikim, ji ber vê bi ava deryayê ya qirêj neçar dimînim pêdiviyên xwe pêk bînim. Di heman demê de ji ber buhabûnê ez neçar dimînin xwê ji ava deryayê derxim û pêwistiyên xwe pêk bînin."
'Divê cihek guncav ji koçberan re bê peydakirin'
Xenîma El-Enqah jî qala rewşa jiyanî ya dijwar kir û got: "Jiyana li ber tavê pir zor e lê ji bo parastina zarokên xwe ji êrîşên hêzên Îsraîlê em neçar mane. Yek ji mezintirîn pirsgirêkên ku jin dema li peravê bi cih bûne pê re rûbirû dimînin, pirsgirêka tuwaletê ye. Ji ber ku cih ji bo hebûna kampek li herêmê ne amade ye. Serşûştin kabûsek e, bi taybetî ji bo jinan gelek zor e. Zarokek min jî xwedî pêdiviyên taybet e, ev jî zehmetiyan girantir dike. Bi hêvî me ku dermanan ji zarokê xwe re peyda bikim û divê cihekî bi ewle ji koçberan re bê avakirin."