Di rêwîtiya koçberiyê de çanda çêkirina tenûr û kewarên mêşên hêngiv zindî kir
Şêxa Ehmed weke bi hezaran jinan, ji gundê zaroktiya xwe lê derbas kir ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk koçber dibe, di rêwîtiya koçberiyê de ji ber zor û zehmetiyên jiyanê, biryar dide tenûr û kewarên mêşên hingiv çêbike û pêdîviya xwe pêk bîne.

SORGUL ŞÊXO
Zirgan – Koçberî barê jinan giran dike, bi zor û zehmetiyên pir dijwar rû bi rû dimînin. Dibe ku koçber ne tenê kesên di kampan de dijîn bin. Şêxa Ehmed ji gundê Til El-Werid ê girêdayî bajarê Zirganê ye û mala wê ya ku dikeve xeta agir ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rûxiyaye. Şêxa wekî deh hezaran jinên koçber li benda rizgarkirina ax û gundê xwe ye, pêkanîna azadî, aştî û edaletê ye.
Şêxa Ehmed niha tevî malbata xwe li projeyeke çandiniyê li nêzî gundê Ereb Xan ê rojhilatî bajarê Zirganê yê Kantona Cizîrê dikeve dijî. Li benda demijmêrê ye ku xulek bi xulek di bîra xwe de dihejmêre, dagirkerî ji axa wan derkeve û bikaribin bi awayekî bi ewle careke din vegerin malên xwe.
Di gera me ya li gundên bajarê Zirganê de, tenûr û kewarên mêşan ên şêxan çêkirine bala me kişand. Şêxa ji ajansa me re behsa karê xwe kir.
Ji dayika xwe fêr bû îsal jî teoriya xwe veguherand pratîk û tê de bi ser ket
Şêxa Ehmed dibêje ku ew ji dayika xwe fêrî hunera çêkirina tenûran bûye û ev yek bûye pîşeyek girîng ji jinên gundan re û wiha berdewam kir: “Dayika min ez fêr kirim lê ji ber ku ew nexweş e, min li şûna wê erk girtiye û tenûran çêdikim. Ev sala min a yekem e tenûran çêdikim, berê me ji bo malê çêdikir lê niha ji bo firotinê ye ango ji bo bazirganiyê ye. Îsal ji ber ku pêwistiya me pê hebû, me her tenûrek bi 50 hezar lîreyê Sûriyeyê difrot, da ku cîranên me bikirin li ser wan xwarin û nanê xwe çêbikin.”
Çêkirina kewarên mêşan ceribandina destpêkê ye
Şêxa Ehmed dest bi çêkirina kewarên mêşên hêngiv kiriye û weke ceribandin bi nav kir û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Me berê li mala xwe mêşên hêngiv xwedî dikirin, gava ku text tunebûya dayika min bi heriyê kewar çêdikir. Çend roj berê jî ji me xwestin em kewarek çêkin û wiha me biryar da ku em kewaran jî bi tenûran re çêbikin. Îsal mêş dihatin xwedîkirin, li gorî wê jî kewar tên xwestin. Çêkirina kewarê jî gelek ked û westandinê dixwaze, baldariyek zêdetir jê re pêwist dike da ku qiyasên wê weke hev derkevin. Ev ceribandina destpêkê ye, baş e lê belê cara were wê hîn baştir çêbibe. Bêguman em ê di çêkirina wan de li gorî tê xwestin berdewam bikin.”
Plana çêkirina tenûran alternatîfa kêmbûna çandiniya îsal bû
Şêxa Ehmed sedema ku îsal berê xwe bidin çêkirina tenûran wiha anî ziman: “Îsal çandinî kêm bû, vê yekê hişt ku ez îsal dest bi çêkirina tenûran bikim ji ber ez û dayika xwe bi tenê ne û ev bi me re dibe alîkar. Dibêjin pêwistî bi dayikên afrîner heye û çîroka me jî wiha bû. Ji bo ku em bijîn divê ked bidin û alternatîfan bibînin. Ji lewre di 3 rojan de tenûrek çêdikim. Heta ku pêwistiya xelkê û dayikan bi tenûrê hebe, ez ê tenûran çêbikim.”
Kêfxweşiya wê bi kombûna jinan a li ser tenûrê di nav ken û henekan de temam dibe
Şêxa Ehmed kêfxweşiya xwe ya temamkirina tenûrê wiha bilêv kir: “Kêfxweşiya min a çêkirina tenûrê bi kirîna wê ji aliyê dayikek ve, dema dayik hevîr distirên û bi hev re diçin ser tenûrê û bi ken û henekan nanê xwe lêdixin, temam dibe. Ez tenûrê çêdikim dayikek din nan çêdike û jinên taxê jî li dora wê kom dibin, ev hesteke cuda ye ji min re û kêliyên bi nirx in.”
‘Ji bilî dagirkeriya Tirk tu dijminekî me yê din tune ye’
Şêxa Ehmed got ku daxwaza wan a sereke ew e ku dagirkeriya Tirk ji axa wan derkeve û wiha pêl da gotinên xwe: “Dagirkerî ji xaka me derkeve wê ewlehî û aramî pêk were, em ê bê tirsa ji bo siberojê razên û nebêjin gelo ez ê sibê bibînin, an jî em ê kesek ji malbata xwe di teqîn an jî bombebaranek de winda bikin an na. Tenê dijminekî me heye ew jî dagirkeriya Tirk e, wekî din tu dijminê me tune ne. Berê em bi ku ve biçûna kesek ji me nasnameya me nedipirsî ka em Kurd an jî Ereb in. Em diçûn û dihatin bêyî ku kesek destwerdana azadiya me ya kesayetî bike lê niha rewş guheriye.”
‘Em dixwazin li herêma me şer bi dawî bibe û mirov neyên kuştin’
Şêxa Ehmed da zanîn ku ew herêmeke bêyî ku mirov werin kuştin dixwazin û wiha erka kesên li welat ku divê pê rabin anî ziman: “Divê ku dilê her kesê li ser avakirina welat be divê cih nedin netewperestî û nijadperestiyê, da ku em dijmin û dostên xwe ji hev derxin. Divê em dijminê xwe yê hundirîn baş nas bikin û rê nedin tevliheviyan. Li ser vî bingehî jî ez bang li jinên Aşûr, Kurd Ereb û hemû jinên din dikim ku yekdest bin, bêhtir kar bikin da ku welat zû ava bibe. Baweriya min bi rola jinan heye, wê azadiyê bînin vî welatê ku ji şer westiyayî ye. Ger aştiyek domdar pêk were wê bi pêşengiya jinan be tekez.”
‘Pêwistiya jinên gundan bi piştgiriyê heye’
Şêxa Ehmed di dawiya axaftina xwe de daxwaz ji saziyên ku bi dozên jinan re mijûl dibin kir ku piştgiriya jinên gundan bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin karekî wisa dixwazin ku destê wan di berîka wan de be, ne ku destê xwe li ber mêr vekin û li benda wan bimînin. Pêwistiya jinên gundan bi piştgiriyê heye, projeyên biçûk li gorî hostetiya wan ji wan re divê werin vekirin. Gelek keç û jinên temenê wan mezin hene li gundan di hinek mehan de bê kar dimînin. Em bang li saziyên ku bi dozên jinan re mijûl dibin dikin ku guh bidin jinên gundan.”