Jinên li Sûdanê di nav koçberî û şer de ne: Ya me têkoşîna ji bo jiyanê ye

Herî zêde jin bedelên giran ji ber şer didin, rastî her cure tundiya fîzîkî û derûnî tên, endamên malbata xwe winda dikin. Ji ber ku ji bo xwe û zarokên xwe di lêgerîna ewlehiyê de ne koçberiyê û çûyîna cihên din tercîh kirin.

MERVET ABDULQADIR

Sûdan – Ji şerê di navbera Artêşa Sûdan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ku di Nîsana 2023’an dest pê kir û heta niha didome de, Sûdanî ji ewlehî û pêwistiyên bingehîn ên weke derman û xwarinê bêpar in. Bi belavbûna şer re krîza mirovî dijwar bûye û li cîhanê bûye krîza herî giran a mirovî.

Li gorî Îstatîstîkên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî, hat diyarkirin ku li Sûdanê pêla koça hundirîn a herî mezin hatiye jiyîn. Zêdeyî 12 milyon kes di nava welatê xwe de koçber bûne.

Li gorî daxuyaniya Komseriya Bilind a Koçberan a NY’ê ku di Hezîrana 2025’an de weşand, di 5 mehên destpêkê yên sala 2025’an de, hejmara koçberên Sûdanê yên çûne Ewropayê, li gorî sala borî ji sedî 134 zêde bûye. Di heman demê de rapor diyar dike ku ji sêyan yek nifûsa Sûdanê (ji sê kesan yek) bi zorê ji cihên xwe dibin; derket holê ku zêdeyî 3,8 milyon kes jî çûne welatên cîran. Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Koçberan, zêdeyî ji sedî 53 kesên di hindirê welat de ji cihê xwe bûne jin in.    

‘Riya çolê bijarteka herî guncaw bû’

Xwîşkên hev Sefa û Merwe Mihemedî ji bo jiyana xwe û zarokên xwe tu çareyek din nedîtin. Hem ew hem jî zarokên wan, li herêma Hac Yusuf ku li nêzî Bahrî ye, li benda hevjînên xwe yên di dema ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatin binçavkirin û windakirin, êdî fam kirin ku tekane riya jiyanê koçberiya bi zorê ye. Destpêkê di nava welat de li herêmên cuda cihê xwe guhertin lê belê piştî ku şer belavî gelek eyaletan bû, di dawî de biryar girtin ku ji bo biçin derveyî sînor riyên qaçax ên çolî derbas bikin.
Ajansa me di dema koçberiya ku di nava çolê de, di kamyoneke serêvekirî û di bin tava germ de, hemû di nava westandin û tirsa nediyariyê de bûn, dema amadekariyên domandina rê dikirin dîmenê wan kişand.

Sefa Mihamed dibêje: “Em û zarokên xwe roja me ya çaremin e em li çolan in. Bi hêviya jiyana bi ewle em diçin welatên cîran. Li Sûdanê hem belavbûna şer, hem jî bihabûna jiyanê û hem jî pirsgirêkên derman û hilweşîna pergala perwerdeyê êdî em nikarin xwe li ber bigrin.”

Dema me pirsî rê çiqas xeter e Sefa Mihemed wiha got: “Li Sûdanê mayîn, tê wateya sekna di bin xetera mirinê de. Du bijartek hebûn. Yan em ê di siya çekan de li benda mirinê bimaniyana, yan jî me yê riya mirinê bida ber çavê xwe. Dibe ku em rizgar bibin.”

Jin qurbanên şer in

Xwendekara zanîngehê Îsra Alî ji ber şer neçar maye perwerdeya xwe di nîvî de bihêle, bavê xwe bi lêdana guleyan a li mala wan a li eyaleta Hartumê ya Bexdanê winda kiriye. Ji ber bêçaretiyê bi dayika xwe re rêwîtiya çolê hilbijartine. Bi hêviya ewlehî, tedawî û perwerdeyê ye û dibêje: “Ev cara yekem e em neçar mane bikevin vê riyê û edî em hatine wê rewşê ku koça xwe bi riyên qaçax bikin. Ji ber di nava Sûdanê de gelek cih liweşiyane. Ev rê çiqas ne bi ewle be, xwegihandina rêwîtiyan yan jî îhtîmala mirinê jî ewqas heye. Her kêlî em neçar in li ber çavan bigrin. Di gelek malbatên Sûdanê de mêr, ji bo hevjîn û zarokên xwe bişînin welatên bi ewle, bi xwe di nava şer de mayînê tercîh dikin.”

Îsra Alî bal kişand ser barê li ser jinên rêwî û got: “Li çolê derfetên bicihbûnê tune ne. Ji ber gefa lawirên hov, mêş û kêzikên bi jehr, bi rojan em ji derve dimînin. Zarokên ku bi tirs û xof dinêrin, nîşan dide ku ev xeter çiqas mezin e.”