5 salan êrîşên dagirkeriyê dît: Em bi xwe bawer in

Rehef Îbrahîm a ji gundê Zirganê yê Kantona Cizîrê ye û ev 5 sal in bi êrîşên dagirkeriya Tirk re rû bi rû ye, dîsa jî dibêje “Pêvajo ji bo me giran e lê em bi xwe bawer in ku em ê wê derbas bikin.”

SORGUL ŞÊXO

Zirgan – Li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dijwar ên çeteyên El-Nusra, çeteyên DAIŞ’ê û çend salên dawî jî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê çêbûn. Van êrîşan di bîra gel, jin û zarokan de birînên gelek  kûr vekirîn. Yên herî zêde ji şer zirar dibînin jin û zarok in û kesên xwedî pêdîviyên taybet in.

Şer nexweşiyên giran ên derûnî tîne

Ev kes kesên ku rojane di bin balafirên şer de xwe ji mirinê di quncikan de parastine, di can, beden û giyanê wan de birînên kûr hene bi hêsanî nayê jibîrkirin ango sivikkirin. Di her kêliyê de bîranîna dengê bombe û mûşekan, wêneyên topbaranê û parçeyên bedenên belavbûyî, şoqên herî bihêz di bîr û xeyala kesên saxmayî de dihêle. Ji lewre kesên saxmayî ji şer, nexweşiyên derûnî û psikolojik ên weke deprasyon, fikar, nexweşiyên stresê û şîzofreniyê dikşînin. Li bajarê Zirganê yê Kantona Cizîrê di nav 5 salên êrîşên dagirkeriya Tirk de, gelek kes jê jin û zarok û mêr bi top û balafirên şer yên dagirkeriya Tirk hatin qetilkirin. Lê kesên ku şahidî ji van komkujî û binpêkirinên mafê mirovan re kirin, van kêliyên hovîtiyê jibîr nekirine û ev jî bûye sedema nexweşiyan. Rehef Îbrahîm ji gundê Mişêrfê ya ku rojane dihat topbarankirin û lê gelek kes hatine qetilkirin û birîndarkirin e. Rehef ji ajansa me re behsa sûcên dagirkeriyê û tiştên ku li dû şer di bîra wan de maye, kir.

‘Bi SÎHA’yê êrîş kirin’

Rehef Îbrahîm got ku gundê wan di xeta agir de ye û wiha berdewam kir: “Êrîş û şerê ku çêbû tenê bandora xwe li binesaziya herêmê nekir, bandorê li jin zarok û hemû civakê kir. Di dema ku cîran û dostên me dihatin serdana hevjînê min ê emeliyatkirî de, topbaran li gundê beramberî me çêbû. Gava tiyê min wesayîdê ji ber malê ji ber parçeyan dida aliyekî, balafirên SIHA’yê wî bombebaran kirin. Êdî me li vir pêşiya xwe nedît, deng gelek bihêz bû, ji dûmanê me pêşiya xwe nedît. Min li kurê xwe yê biçûk nihêrî di pişta wî de parçeyek hebû, di serî de sê parçe hebûn û tenê xwîn jê diherikî. Li balqonê jî xwîn diherikî, 2 zarok yek jê 12 salî, parçe li dilê wî ketibû, zaroka din a 13 salî jî ji ber parçeyên li bedena wê ketibûn, hatin kuştin. Tiliyên gorma min jêbûn, tiyê min birîndar bû, keça meta me jî ji ber parçeyên li zikê wê ket roviyên wê parçe kirin, ez jî ji destê xwe birîndar bûm. Rojeke pir nexweş bû, tirsê konên xwe li ser zarok, jin û mêran vedabû.”

Derûniya zarokan ji ber êrîşan xirab bû

Rehef Îbrahîm bal kişand ser êrîş û komkujiyên ku dagirkeriya Tirk kirine û bandorên li ser zarokan hiştiye anî ziman û got: “Êrîşan û şerê çêbû bandoreke xwe ya mezin li ser zarokan hiştiye. Ger dengek bihêz were zarok destê xwe didin ser guhên xwe û dibezin xwe di odeyan de vedişêrin. Dibêjin qey dê careke din topbaran çêbibe. Vî şerî bandorê li jinan jî kiriye, barê wan girantir bûye û li ser gelek aliyan bandorê dike. Kurê min, ji ber parçeya li pişta wî ket hindik maye ku bighîje hestiyê pişta wî û parçeyê di serî de piçek maye bighê mêjî. Piştî birîndariyê derûniya kurê min guherî, tirs, depresyon pê re çêbû, pir bi hêrs dibe. Em bi baldarî danûstandinê bi kurê xwe re dikin hewl didin wî aciz nekin ji ber şoqa ku derbas kiriye hiştiye tenê di cîhana xwe de bimîne. Niha êdî naxwaze bi zarokên li kolanê re bilîze, diçe li wan dide û dibeze. Şêwazê lîstinê û tevgera wî gelek guherî ye, pir ber bi tenêbûnê ve diçe. Ji kewre pêwîstiya van zarokan bi lênêrînê heye ku her wext piştgiriya wan bikin.”

‘Li her derê gund şopên topbaran û bombebaranê hene’

Rehef Îbrahîm ji sivîlên ku koçber bûne û yên vegerin malên xwe careke din ava bikin re got ku bila derûniya xwe û zarokên xwe tedawî bikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Jibîr nekin bi qasî ku çêkirina malên rûxandî girîng e, tedawîkirina derûniya xwe û zarokên xwe jî bikin. Zarok her dem êrîşan bibîr tînin, em çiqas hewl didin bi wan bidin jibîrkirin jî nabe. Ji ber tu li ku dera gund dimeşî şopa topbaran û bombebaranê heye. Zarok bi xwe wan rojan bi bîr tînin, kî birîndar bûye mala kê hilweşiyaye û top li kîjan malê ketiye dizanin. Di vî temenê biçûk de zarokên me êdî dizanin mûşek çi ne, lêdana balafiran çawa ye û dengê balafiran ji dengê topan êdî ji hev cuda dikin. Zarok ji tirsa topbaranê ji lîstina di kolanê de qut bûne û êdî tenê di nava hewşa malê de dimînin, ev bûye sedem ku rewşa wan a derûnî bêhtir zirarê bibîne û rê li ber derxistina behreyên wan hatiye girtin.”

‘Pêvajo giran e lê em bi xwe bawer in ku em ê wê derbas bikin

Rehef Îbrahîm got ku jiyana aştiyane dûrî şer hêviya hemû gelan e û wiha daxwazên xwe anîn ziman: “Pêwîstî bi vekirina navendên tenduristiyê û yên tenduristiya derûnî heye. Bi van re divê parkên ku zarok bikaribin li wir enerjiya xwe ya negatîf vala bikin û enerjiyeke pozîtîv kom bikin û bikaribin şopa şer û xwînê ji hişê wan bibin hebin. Ev tedawî ne tenê ji bo zarokan, di heman wextê de ji bo jinan e jî. Em ji Erdoganê faşîst re vê peyamê dişînin; êdî şer bes e, bihêle bila gel bi aramî û aştî bijî. Bêguman gava ku derûniya mirov baş bibe, em ê gaveke nû ber bi pêşxistina civakê û avakirina wê ve bavêjin. Ji ber civakeke saxlem û avakirî bi derûniyeke baş û tedawîkirî pêkan e. Pêvajo ji bo me giran e lê em bi xwe bawer in ku em ê wê derbas bikin.”

Dixwazim her kes vegere gund û em dîsa bi hev re bilîzin

Rîtac Ebdilbasît a 10 salî jî, ji 5 saliya xwe ve şahidiyê ji êrîş û komkujiyan re dike. Rîtac çend sûc û bîranînên şer ên wiha bi me re parve kir û vana wiha bilêv kir: “Rojekê, ber destê sibê demijmêr sê bû, topbaran çêbû. Top li mala apê min ket, hemû kesên ku li ser text razabûn, kuştin. Tê bîra min, rojek ez û xwişkên xwe li bin siya darê dilîstin, dîsa topbaran çêbû parçeyên obûsan dihatin bi ser me ve û em nizanibûn çawa xwe xilas bikin, heta ku kurê apê min hat û em xilas kirin. Hevaleke min perçe li destê wê ket û êdî nikaribû destê xwe bilivîne. Roja din gava vegeriya malê dîsa topbaran çêbû, li wê derê hat kuştin. Niha hevala min di gorê de ye. Ez û çar xwişkên xwe gelek biçûk bûn, em gelek ditirsiyan. Min her dem xeyal dikir ku wê topek li min bikeve û ez ê jî bimrim, wekî xelk û hevalên min ên hatin kuştin. Dixwazim her kes vegere gund û em careke din weke berê bi hev re bilîzin.”