Fermana ku li serê jinên Ezidî rabû û piştî wê - 3

Endama koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico li ser salvegera êrîşên bi armanca qirkirinê di sala 2014’an de gelê Êzidî çêbûn, tiştên ku hatin serê jinan sekinî.

SITÎ ROZ

Rewşa jinên dîlgirtî û jinên ku ji destên DAIŞ’ê rizgar bûne

Riham Hico bi gotinên; “3.8.2014’an de êrîşên qirkirinê li dijî civaka Ezidî çêbûn. Şahidên herî zindî yên wê qirkirin û hovîtiyê, jinên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn dîlgirtin û dûre rizgar bûne ne” behsa têkoşîna tevgera jinan a ji bo jinên ku hatine rizgarkirin û yên hê jî dîl tê meşandin kir. Riham Hico dibêje: “Em wek tevgera jinan ji bo jinên dîlgirtî rizgar bikin bênavber dixebitin. Heta îro çi ket ser milên me di vî warî de me pêk anî û em heta dawiyê xebatên xwe bidomînin. Em bi malbatên jîn dîlgirtî re têkildar bûn, li pey her agahiya der barê şopa dîlgirtiyan çûn. Dema ku sînorê Rojava vekirîbû, têkiliyên me bi Kongra Star û QSD’ê re hebûn û ji bo rizgarkirina jinên dîlgirtî em bi hev re dixebitîn. Ji ber ku DAIŞ’ê piraniya wan jinan biriye Reqa, Tebqa û wan deveran, di rizgarkirina wan de rola QSD’ê zêde bû. Heta niha jî têkiliyên me bi QSD’ê re hene û ji me re di vê mijarê de pir bûn alîkar. Hinek berê ji me re hat ragihandin ku jinek dîl hatiye rizgarkirin lê nikarin derbasê Şengalê bibin. Iraq ji bo derbaskirina kesên dîlgirtî nabe alîkar. Em herî zêde di vî warî de zehmetiyan dikşînin. Dewleta Iraqê di vê mijarê de ji destpêkê ve bû asteng û heta îro jî heman polîtîkayê didomîne.

 Mijareke din jî heye divê em balê bikşînin ser wê jî. Hêzên navneteweyî, ji bo şahidên fermanê ji hev belav bike û şopên bûyerên qewîmî ji holê rake, di ser jinên dîlgirtî yên hatine rizgarkirin de bazarê dike. Piştî jin tên rizgarkirin, welatên Ewropayê ji bo wan bibe welatên xwe ketine pêşbaziyê. Her jina ku diçe dikare bi xwe re malbatek, her malbat jî dikere bi xwe re malbateke din bibe. Ev tê wê wateyê ku dixwazin Şengalê bê Êzidî bihêlin. Li Şengalê berxwedan çêbû û ji bo rizgarkirina jinên di dest DAIŞ’ê gelek şehîd çêbûn. Welatên Ewropayê vê yekê nabînin û jinên ku tên rizgarkirin bi lez û bez direvîne Ewropayê. Avusturya, Kanada, Hollanda û gelek welatên din, van jinan ji koka wan dûr dixin. Bi wê yekê dixwazin şahidên qirkirinê di bin siya xwe de biçewisînin. Bi riya dîlên ku tên rizgarkirin, şebekeyên koçberkirina mirovan dikevin dewrê. Em wek TAJÊ di vê mijarê de dixwazin bi Iraqê re bi hevparî bixebitin. Em dizanin hinek ji wan kesên dîl birine kîjan welatî û ji bo bigihîjin wan em hewl didin. Me hemû konsolosxaneya ziyaret kir û ji wan re got ‘jinên dîl nebin, bihêlin bila li warê xwe bimînin, baweriya xwe bijîn’ lê kesê guh neda me. Li hemberî daxwazên me bêdeng dimînin.

 Di 3.8.2014’an de li Şengalê 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê, 6 hezar hêzên parastina hundir û derve yên girêdayî Iraqê hebûn.

- 360 hezar mirov neçar man ji Şengalê koçber bibin.

- 200 hezar kes koçberî Başûrê Kurdistanê bûn.  

- 10 hezar kes çûn welatên Ewropayê.

- 3504 jin, 2869 mêr ketin destên DAIŞ’ê. Hejmara zarokan jî hê nayê zanîn.

-  Heta niha 1188 jin, 337 mêr, 1020 zarok keç, 935 zarokên law hatin rizgarkirin.

-  Ji jinên hatine rizgarkirin, 150 kes li Şengalê dijîn, hejmarek kêm jî li kampan dimînin. Hejmara yên çûne Ewropayê pir zêde ye.

-  1340 jin, 1597 mêr hê jî di destên DAIŞ’ê de ne.

-  Li Şengalê 80 gorên komî, bi dehan jî yên yek kes hene.

-  Hejmara zarokên ku piştî fermanê sêwî mane 2166 e.

-  6 warên pîroz ên baweriya Êzidayetiyê hatin rûxandin.

Sedema ku qetlîama li ser Êzidiyan wekî qirkirina nijadî nayê dîtin çi ye?

 Şengal cihekî girêdayî Iraqê ye, li axa Iraqê, li cihek di bin hîmayeya wê ferman rabû lê heta niha parlamentoya Iraqê, fermanê nepejirandiye. Gelek parlamenterên ku tiliya wan di fermandê de ye hene û dema ku Iraq vê yekê weke ferman bibîne û bipejirîne divê sûcdar werin darizandin. Ji ber wê kesên sûcdar, ji bo ev mijar nekeve rojeva parlamentoyê her tişt dikin. Em bi israr hewl didin ku qirkirina li dijî gelê Êzidî hat kirin li parlamentoya Iraqê werî jenosîd were pejirandin. Ger Iraq bipejirîne dê hemû welatên cîhanê wisa bibînin û bipejirînin ku ev jenosîd e. Almanya, Hollanda, Belçîka û Neteweyên Yekbûyî, qetliama li dijî Êzidiyan, bi awayê fermî wekî jenosîd pejirandin.

Van welatan, weke jenosîd pejirandin lê tenê ev yek li ser gaxiz ma, tiştên ku diviyabû werin kirin pêk nehatin. Ger tiştên hewce dikir bihatana kirin diviyabû kesên ku fermanê kirine û bûne sedem bihatana darizandin. Loma jî heta îro fermana li dijî me didome, Tirkiye her roj bombeyan bi ser me de dibarîne, pêşeng û zarokên me dikuje. Siyaseta qirkirina Êzidiyan berdeam dike. Pejirandina jenosîdê, di heman demê de tê wateya rawestandina siyaseta qirkirinê. Mînak; Belçîkayê wekî jenosîd pejirand lê diyar kir ku ew tifaqa 9’ê Cotmehê ji bo gelê Şengalê girîng dibînin. Ango dibêje ku bila vegerin pozîsyona xwe ya beriya fermanê. Dibêje bila bê îrade bimînî, bê parastin bî, tu mafê te tunebe. Niha tuyê hem bibêjî jenosîd, hem jî tifaqa 9’ê Cotmehê ku ji bo jenosîdê wekî rûpoşa zagonî ye bipejirînî! Ev siyaseteke rast nîn e, dijberê wê xapandin e. Cîhan îro deyndariya xwe ya ji bo Êzidiyan bi pejirandina jenosîdê, bi naskirina îradeya me, dikare bide. Ger wisa be dikare rastiya bûyerên qewimî bibîne û li gorî wê hereket bike.