Romana Mayda ya Sirpuhî Dusap hate weşandin

Romana Mayda ya berhema femînîst a bi dîroka 1883’an ya yekemîn romannivîsa jin a Ermenî ya Osmanî Sirpuhî Dusap, ji aliyê Weşanxaneya Aras ve wekî pirtûka ewil a "Rêzenivîsên Jinên Ermenî yên Stenbolê" ji nû ve hate weşandin.

Navenda Nûçeyan - Weşanxaneya Aras, wek pirtûka ewil "Rêzenivîsên Jin ên Ermenî yên Stenbolê"  romana Mayda ya Sirpuhî Dusap weşand.

Sirpuhî Dusap a mîna yekemîn  yekem romannivîsa jin a Ermenî ya Împaratoriya Osmanî tê zanîn, di vê berhema ku sala 1883’an nivisî de têkoşîna jinan ji bo azadî û ferdbûyînê bi zimanekî wêrek vedibêje.

Di naveroka romanê de, çîroka jinekî ku piştî windakirina hevjinê xwe bi zexta civakê re rû bi rû bi dimîne, cihdigre. Di berhemê de, ji bo jinan banga avakirina jiyana xwe û jiyanekî serbixwe tê kirin.

Mayda, di heyama ku hate weşandin de, rastî rexneyên tund ên entelektuelerên mêr ên Ermenî hatibû. Navên mîna Krîkor Zohrap, Arpîar Arpîaryan û Hagop Baronyan, fikrên Dusap ên parastina azadiya jin û şêwaza nivîsandina wê hedef girtin. Baronyan, ji bo henaka xwe bi romanê bike, lîstikek hîcw a binavê "Aydam" nivîsand.

Rûxme hemû rexneyan jî Dusap, hewil da dengê jinan bi rêya wêjeyê ragihîne. Piştî Maydanê, di sala 1884’an de romana Sîranuş û di sala 1887’an de jî romana bi navê Araksiya gam Varjuhîn weşand û berhemên ku avahiya baviksalar a di civaka Ermenî de lêpirsîn dike, da.