Jin li Sidî Bouzîdê li dijî bêdengiyê dengê xwe bilind dikin

Jinên Tûnisê dan zanîn ku Şehrazad dê melodiyeke azadî û hêviyê di dilê civakê de temsîl bike û tekez kirin ku dengê jinan dikare bibe hêzeke hunerî û civakî ya divê were hesibandin.

ÎXLAS HAMRÛNÎ

Tûnis – Li eyaleta Sîdî Bouzîd ku bi karekterê xwe yê muhafezekar û civaka xwe ya piranî hêla mêran ve tê nasîn, fikra koroya jinan a "Şehrazad" weke însiyatîfek hunerî û çandî ya pêşeng ji çêbû. Ev însiyatîf ne tenê komeke stranbêjiyê ye, qadeke nû ye ji bo azadiya derbirîn û afirîneriyê. Ew di hundurê xwe de tovên guhertinên kûr ên çandî û civakî digre ku ev yek dikare bandorê li ser rewşa giştî ya herêmê bike.

'Ev çalakî jinan ji paşxaneyên cihêreng tîne gel hev'

Mamoste û damezrînera însiyatîfê, Semîra Bin Seîd behsa xewna xwe ya bi salan e ku bi damezrandina koroya jinan dest pê kiriye kir û got: "Fikra damezrandina koroya stranbêjiyê ya jinan li Sîdî Bouzîd xewneke min a bi salan bû, me niha dest bi pêkanîna wê kiriye. Em hê jî di destpêka rêwîtiyê de ne. Proje bi hinek zehmetiyan re rûbirû ye lê em ji pêşveçûna heyî pir kêfxweş in. Ev çalakiya çandî jinên ji paşxaneyên cihêreng ên civaka me li hev kom dike û armanc dike ku bi riyên curbecur stranên ku mîrata Tûnisê bi muzîka Rojhilat û Rojava re dike yek, şahî û enerjiya erênî belav bike. Ji bo me stranbêjî riyek e ji bo sivikkirina zextên jiyana rojane û cihê îfadekirinê ye."

'Ji nûve pênasekirina rewşa jinan di civakê de'

Semîra Bin Seîd der barê zehmetiyên ku pê re rûbirû maye de diyar kir kir ku ev fikir hê jî di qonaxa pêşveçûnê de ye û bi îhtîmalan re rûbirû ye. Semîra wiha axivî: "Ev fikir li Sîdî Bouzîd nû ye, ji ber vê fikar hene li ser beşdarbûnê. Beşdarbûn heta niha hinekî kêm bûye lê em geşbîn in ku hejmara jinên dixwazin beşdar bibin dê di rojên pêş de zêde bibe. Jin hê jî bi rola xwe ya kevneşopî di mal û malbatê de sînordar in. Ev jî derfetên wan ên beşdarbûna di çalakiyên çandî de sînordar dike. Bi riya vê koroyê, em dixwazin jinan di civakê de ji nû ve pênase bikin û derfetê bidin wan ku xwe bi pêş bixin û jêhatiyên xwe derbirin. Stranbêjî di koroya jinan de ji çalakiyeke kêfê bêtir e, ew derfetek e ji bo ku mirov xwe îsbat bike, ji nû ve bi xwe ve girêbide û enerjiya şahî û bextewariyê bi dest bixe ku alîkariya mirov dike."

'Însiyatîf tevneke yekgirtî ya beşdariya kolektîf e'

Endama koroyê Olfa Aşûr bal kişand ser naskirina koroya jinan û got: "Min li ser Facebookê, ku li eyaleta Sîdî Bouzîd bûye platformek girîng, vê ramanê bihîst. Dema ku vê yekê hîn bûm, pir kêfxweş bûm. Ew însiyatîfek e ku qencî û kêfxweşiyê digihînjîne nifşê me. Ez hêvî dikim ku ew ê pejirandinek berfireh bi dest bixe, ji ber ku ew yekem însiyatîfa bi vî rengî li eyaletê ye û bi rastî jî gaveke nû ye, hêjayî teşwîqê ye. Ew ne tenê stranbêjî ye, tevneke yekbûyî ya beşdariya kolektîf û xwe îfadekirina rasteqîn e."

'Jin bi riya stranan xwe ji zextan azad dikin'

Olfa Aşûr destnîşan kir ku muzîk giyanekî beşdarbûnê di koroyê de diafirîne û huner ji bo wê têrbûna ji bo giyan, hiş û beden e û wiha got: "Dema ku jinek stranan dibêje, ew xwe ji zext û êşan azad dike, enerjiya neyînî davêje û giyanê xwe bi enerjiyeke nû, ya erênî tijî dike. Stranbêjî dergehek e ku dibe alîkar hevsengiya psîkolojîk vegerîne. Ew ne tenê çalakiyeke reaksiyonê ye, rewşeke giyanî ya bêkêmasî ye ku mirov vedigerîne xwe. Ji ber ku ev raman nû ye, pir xwezayî ye ew ê bi hinek astengiyan re rûbirû bimîne. Çanda me li Sîdî Bouzîd hê jî li hemberî muzîk û stranbêjiya jinan e. Gelek kes wê weke dûrketinek ji norman dibînin, mîna ku jinek tiştek ne asayî bike."

'Stranbêjî zimanê serdemê ye'

Olfa Aşûr tekez kir ku dem diguhere û muzîk bûye amûrek ragihandinê ya hemdem ku divê were qebûlkirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ez bawer nakim ku muzîk tenê luks e, zimanê serdemê ye, alîkariya me dike ku em bi yên din re têkilî daynin û fêm bikin. Ez hemû jinên herêmê teşwîq dikim ku tevlî vê koroyê bibin û ji mêrên Sîdî Bouzîdê re dibêjim; vê fikrê qebûl bikin. Ev ne gef e, derfetek e ku jin xwe di rewşek rêzdar de îfade bikin. Koroya jinan dibistanek huner û rêzdariyê ye û sûdê dide malbat û civakê."

'Huner di jiyana me de roleke girîng dilîze'

Mamosteya muzîkê û serpereşta hilberînê ya vîdyoya nû ya koroyê, Meryem Brêk kêfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna vê projeyê anî ziman û got: "Fikra strana Şehrazad ji Profesor Samîra Bin Saîd hat û pir kêfxweş bûm ji ber ku ev cara yekem e ez beşdarî projeyeke muzîkê ya bi vî rengî dibim. Ez niha di bernameya masterê de me û hêvî dikim ku ev xebat dê serkeftinek mezin be. Civaka me ji bo derbirîna hunerî cihên taybet ji bo jinan peyda nake, ji ber vê me xwest em vê qadê biafirînin, ji ber ku huner di jiyana me de roleke girîng dilîze. Jinên di koroyê de dixwazin xwe îfade bikin û ew bi vê derfetê kêfxweş in. Em perwerdeya muzîkê ji bo jinan re didin, teknîkên performansê û hunera stranbêjiyê fêrî wan dikin ku ev alîkariya wan dike jêhatiyên xwe yên hunerî bi awayekî berbiçav bi pêşve bibin."

'Destpêkek rastîn ji bo guhertina nêrîna civakê ya li ser jinan e'

Xwendekara masterê ya beşa muzîkê û endama koroyê, Henaa Kedosî li ser girîngiya vê însiyatîfê ji bo jinên li Sidî Bouzîd wiha axivî: "Strana Şehrazad ramanek bêhempa ye ji ber ku ew dengek dide jinên li Sîdî Bouzîd ku demek dirêj winda bû. Berê, jinan meraq dikirin ka kî dê li kêleka wan bisekine an ji bo wan bistrê, niha em bi xwe vê yekê dikin. Ev însiyatîf derfetê dide jinan ku ji rûtîna xwe ya rojane derbikevin. Di navbera saet 5 û 7'ê êvarê de, em di atmosfereke kêfxweş de dicivin, bi stran û muzîkê xwe îfade dikin. Ev yek morale me bilind dike û giyanê me nû dike. Koro destpêkek rastîn e ji bo guhertina nêrîna civakê ya li ser jinan. Ew deriyekî fireh e bo azadî, baweriya bi xwe û şahiyê."

Şehrazad astengiyên civakî hildiweşîne

Koroya Şehrezadê mînakek zindî ya însiyatîfeke jinan e, hewl dide astengiyên civakî hilweşîne û hunereke sofîstîk pêşkêş bike da ku dengê jinên Sîdî Buzîdê temsîl bike.