Li Adenê pêşangeh: Çîrokên şer ên jinan dîtbarî dibin

Înîsiyatîfa Huner û Çandê ya Kayan Loon, di çarçoveya projeya piştgiriya derûnî ya ji bo mexdûrên şer de, li Adenê pêşangeheke huner û wêjeyê vekir.

FDATIMA REŞAD

Aden – Piştî çend rûniştinên ji aliyê “Înîsiyatîfa Huner û Çandê ya Kayan Loon” ve hatin li dar xistin, li bajarê Adenê ya li Yemanê di çarçoveya projeya bi armanca piştgiriya derûnî ya ji bo mexdûrên şer de, yekemîn pêşengeha huner û wêjeyê hate li dar xistin. Gelek jin beşdarî pêşengehê bûn.

Di atolyeyên perwerdehiyê ku gelek kesên ji şerê Yemenê ya sala 2015’an rizgarbûn beşdarbûn de, hunermend û nivîskarên çîrokan jî di nav de beşdarvanan perwerdeyek mezin wergirtin. Hejmara nivîskarên beşdarbûn 11 û wênesazan jî 15 bû. Rûniştên rihetbûna derûnî ya bi navê terapiya hûnerê hatin li dar xistin û ev rûniştinên ku bi kesên ji şer rizgarbûnê re hatin kirin, veguherî çîrok û wêneyên ku jinên mexdûrê ewil ên şer hestên xwe yên hundurîn bi tiliyên nerm îfade dikin.

Yek ji beşdarên pêşangehê hunermenda dîtbarî Hind Karam, bi berhema xwe ya ku çîroka jinekî mexdûrê şer vedibêje, di pêşengehê de cihê xwe girt: “Ez bi wêneyekî ku çîroka jina ciwan ya binavê Nawal ya xeyal dike beşa tibê bixwiyne vêdibejê beşdarbûm. Di pêvajoya şer de ji ber ku şert û mercên şer wê neçarî alîkariya dermankirinê kiriye, biryara hemşîre bûyîne daye. Lê piştî demekî pê mayîne kiriye û bedana wê zirar dîtiye. Lewma neçar mayê ji bo dermankirina xwe berê bide hinek welatên din. Lê ji ber ku di dema dermankirina xwe de ji aliyê welatekî ve bêyî agahiya wê li ser bedana wê hinek ceribandinên tibî hatiye kirin, rastî binpêkirina hatiye û ev yek jî birînên wê girantir kiriye. Lêbelê, piştî qonaxa bêhêvîtiyê ya di pêvajoya dermankirinê de hêviya xwe ya başbûna birîna xwe ya ji ber teqîne windakiriye jiyan kir, rastî kesekî ku ji nû ve hêvî dide wê hatiye. Lewma, min ji bo vegotina hemû hûrgiliyên jinekî birîndar ya di pêvajoya şer de jiyan kiriye, wêneya hêviyê xêz kir.”

Çavderiyên beşdarvanan ya têkildarî pêşengehê

Hana Yasser ya serdana pêşengehê kir, heyrantiya xwe ya ji bo pêşengehê wiha anî ziman: "Pêşangehê êşa birîndarên şer vedigot û encamên ku di encama vê yekê de derdiketin êşêk mezin bû. Rûxmê ku min amedekariyên vê pêşengehê nizanîbûn jî, beşdarbûna hejmarek mezin ya ji bo dîtîna vêgotina hunermend û wênesazan ya êşa Aden û mexdûrên şer, min matmayî kir. Her wiha rûniştinên piştgiriya derûnî ya alîkariya hêvî û pejirandina mexdûrên şer jî dike, hebû.”

Pêvajoya dermankirinê

Naqaa Mihemed, ji bo vegotina êşa birîndaran ya di pêvajoya dermankirinê de jiyan kirine, dîtbarî dike wêneyek amedekiriye. Naqaa Mihemed, têkildarî wêneya xwe de wih axivî: “Ev wêneyê di çavderiya min û hevpîşeyek min de bû. Ev wêne, êşa birîndarên ku tedawîbûnê ji xwe wekî erkek dibînin, vedibêje. Wêne, cihê birînên wan, qonaxa dermankirina wan û nexweşxaneyên çûne, vedibêje. Her wiha îfadeyên ku me dibe rojên şer jî dihewîn e.”

‘Pêşengeh nêrîna hemû kesê guhert û veguheran têkoşîn, biryardarî û îrade’

Yek ji beşdarvanên pêşengehê Safiya Mustafa jî, der barê pêşengeha ku êşa gel vedibêjê de wiha got: “Ji ber ku me di pêşengehê de gelek wêneyên ku êş û berxwedana kesên ji astengiyên şer rizgarbûne û birîndarên şer vedibêje dîtin, ev pêşengeh ji bo hemû kesan bû qada nefes girtin e. Her wiha rûniştinên piştgiriyê yên pêşengehê, ji bo vegotin û nîşandana asta êşa hatiye jiyîn têrkêr bû. Bi saya van rûniştinan de, nêrîna hemû kesê guherî û veguherî têkoşîn, biryardarî û îrade.

Çîroka hunermendekî

Çîroknivîs Reem Darwish ya çîroka yek jî kesên ji şer rizgarbûye nivisî jî, wiha axivî: “Her çîroka tê nivîsandin, bi rêya wêneyekî ku hunermendan xêzkir hate vegotin. Berhemen ne takekesî, kolektîf bû, ji ber ku bi vî awayî pêşkêşî temaşevanan hate kirin û ew jî me bi beşdariyek mezin rûmetdar kir. Em hêvî dikin ku di pêşerojê de berhemên bi vî awayî hê baştir bên pêşkêşkirin.”

Ev hewildanên di vê pêşengehê de, ji aliyê Weqfa Pêşvebirinê ya Umbrella û Rêxistina Pêşvebirinê ya Tracks ya balê dikşîne li ser êşa birîndarên şer û bi rojevkirin û ragihandina pirsgirêkên mirovî ya jinên ciwan û mêran re ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê alîkar dibe ve hate pêkanîn.