Zarokên Mexmûrê bi wênesaziyê hunera xwe bipêş dixin
Atolyeya wênexêzkirinê ya Şehîd Delîla zarokên Mexmûrê fêrî wênesaziyê dike. 80 zarok bi perwerdeyên ku li atolyeyê hatin dayîn fêrî wênesaziyê bûn.

ASYA DENÎZ
Mexmûr – Atolyeya Şehîd Delîla, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê di sala 2004’an de ji aliyê komek ciwanên Mexmûrê ve hatiye avakirin. Niha jî di bin sîwana Weqfa Jinê de xebatê xwe dimeşîne. Di meha Hezîranê de dewreya wênexêzkirinê bi 80 zarokan pêk hat. Dewre, bi coşeke mezin û tevlîbûna malbatên xwendevanan bidawî bû.
Li ser girtina dewra perwerdê ya atolyeya Şehîd Delîla, mamosteya dewreyê Zîlan Ozek ji ajansa me re axivî. Zîlan diyar kir ku pêwîst e malbat di her milî de zarokên xwe bipêş bixin.
‘Xwendevan bi xwestek û kelecan bûn’
Zîlan Ozek di destpêka axaftina xwe de li ser bidawîbûna dewreya perwerda wênexêzkirinê ya du mehan berdewam kir, axivî. Zîlan diyar kir ku di Hezîranê de dest bi perwerdeya wênesaziyê kiriye û wiha got: “Min di atolyeya Şehîd Delîla ya wênexêzkirinê de wek mamosteya xwendevanên navîn cihê xwe digirt. Bi hejmareke ku ji 80 kesî pêk dihat, me ji asta seretayî heya asta amadeyî perwerde dida. Xwendevan di milê wêne çêkirinê de pir bi xwestek û kelecan bûn.”
‘Xwendevan ji bo bibin wênesaz hatin perwerdê’
Zîlan Ozek di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku taybetî di betlaneya dibistanê de xwestine vê xebatê bikin û wiha got: “Me bixwe jî xwest dewreyek wisa vekin ku xwendevan di betlaneya dibistanê de vala nemînin û bikaribin him di mile wêne him jî di beşên cûdatir de xwe bipêş bixin û wextê xwe vala derbas nekin. Hinek xwendevanên me ji bo wextê wan vala derbas nebe hinek jî ji bo demên pêş bibin wênesaz, hatin vê perwerdê. Me di vê perwerdeyê de hinekî xwendevanên jêhatî hilbijartine ku bikaribin hîn zêdetir xwe bipêş bixin. Ev kesên me hilbijartine, emê bimin astekî din ku ew jî hîn zêdetir xwe bipêş bixin ku derbasî asta tablo çekirinê bibin.”
‘Zarokên Mexmûrê ji pêşketinê re vekirî ne’
Zîlan Ozek li ser hatina malbatên xwendevanan a ji bo girtina dewreya wênexêzkirinê hestên xwe anî ziman û wiha pê de çû: “Em îro pir keyfxweş in ku me bang li malbat û xwendevananên xwe kir û me bi merasîmek dewreya xwe bidawî kir. Em jî wek mamoste pir bi kêfxweş in ku me malbatên xwendevanên xwe bi coş û kêfxweş dîtin. Tevî ambargo, zor û zehmetiyên li ser wargehê jî malbatan zarokên xwe şandin perwerdê. Tevî ku dijmin li ser zarokên me şerê taybet dimeşîne jî zarokên Mexmûrê xwe ji van xebatan nadin paş û ji pêşketinê re jî vekirî ne.”
‘Xwendevanên me di milê xeyalan de pir pêşketî ne’
Zîlan Ozek diyar kir ku xeyalên xwendevanên wan pir berfireh in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me carekê xwendevanên xwe kom kirin û me got hûn çi xeyal dikin. wêya xêz bikin. Hinekan wêneyê Rêbertî, hinekan jî yê gerîla û gogbazan xêzkiribûn. Di aliyê xeyalan de pir pêşketî ne. Ji ber wê me jî xwest xwendevan her tim bên vir û ne tenê wêne, xwe fêrî tiştên cûda jî bikin. Em ji malbat û civaka xwe dixwazin ku zarokên xwe di her milî de bipêş bixin ku nekevin fikre kapîtalîzmê. Bila her tim di nava lêgerînê de bin û ji pêşketinê re vekirî bin. Wê demê pêşeroja me jî hîn zêdetir ronî be.”