Li ser dikê çanda Reqayê: Koma Palmyra

Endamên koma Palmyra ya govendê dan zanîn ku Palmyra çandên herêmê li hev dicivîne û gotin: "Em hewl didin tevna çandî ya herêma xwe ji cîhanê re bidin nasîn. Ji ber ku çand neynika çanda kevnar e."

SÎLVA EL-IBRAHÎM

Reqa – Koma govendê ya Palmyra di sala 2022'an de li kantona Reqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye damezrandin. Ew navê xwe ji şaristaniya kevnar a Palmyra ku li çola Sûriyeyê geş bûye, digire. Ev kom bi 15 endamên xwe yên jin ku hemû ji 12 salî mezintir in, tê naskirin. Her wiha cilên kevneşopî yên çandên cihêreng ên herêmên derdorê Çemê Firatê nîşan didin, li xwe dikin. Koma Palmyra ji bo parastina govendên gelêrî yên bi mîrata herêma Firatê ve girêdayî derket pêşberî civakê. Palmyra bûye yek ji rêzekomên ku ji şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an vir ve hatine damezrandin.

Koma bi krîza li Sûriyeyê re belav bû

Koma hunerên gelêrî ya Palmyra li Reqayê ne koma yekem a bi vî rengî ye. Berî wê, di salên 1980'an de Koma Îsmaîl El-Ecîlî hatibû damezrandin. Endamên wê ji hemû bajarên Sûriyeyê bûn. Ev kom piştî beşdarbûna pêşandanên li Dubaî, Qeter û Tûnisê, bi performans û beşdarbûna xwe ya li welatên Rojhilata Navîn, gihîştiye navûdengek navneteweyî. Lê bi destpêka krîza Sûriyeyê re ev belav bû. Lê rêwîtiya komê nesekinî, ji ber ku hemû endamên wê ji bo parastina mîrata koma xwe li bajarên xwe komên din ava kirin. Di nav wan de Manar Necar heye ku beşdarî vejandina komê bû. Lê Manar bi navê Palmyra û bi awayekî nû tevlî bû.

Perwerdekara koma Palmyrayê Manar Necar ji parêzgeha Lazqiyê ye, lê zaroktî û jiyana xwe li Reqayê derbas kiriye. Ew beriya 3 salan carek din vegeriya Reqayê da ku koma Palmyra ji nû ve ava bike. Manar niha jinên ciwan perwerde dike, bi wan re derdikeve ser dikê û beşdarî performansên wan ên hunerî dibe.

'Komeke hemû çandên herêmê tîne cem hev'

Manar derbarê şêwaza performansên pêşkêşkirî de ragihand ku hemû tevgerên tên pêşandan ji govendên gelêrî yên civakên Kurd, Ereb, Çerkez û Ermenî yên li herêmê îlhamê digrin. Manar derbarê komê de ev agahî dan: “Palmyra hemû çandên herêmê tîne cem hev, ev jî bedewî û afirîneriyê li performansa komê zêde dike. Tiştê ku koma me ji komên din ên hunera gelêrî cuda dike, hemû endamên wê jin in. Di koma me de jin 15 deqeyan bênavber tevgeran pêk tînin, hem tevgerên jinan hem jî tevgerên mêran, ji ber vê koma me bi serkeftî tê nasîn. Tevî ku temenê Palmyrayê 3 salî ye jî, gel bi awayek xurt komê erê kir. Em beşdarî gelek festîvalên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn û piştevaniya gel dihêle em gavên serkeftî bavêjin."

'Yek ruh û yek beden e'

Manar Necar da zanîn ku koma Palmyra hestek şahî û coşê li hemû festîvalan zêde dike, ji ber ku endamên komê ahengek çêdikin, mîna ku ew yek giyan û yek beden bin, heman tevgerê di heman demê de bi heman rîtmê pêk tînin. Manar Necar wiha got: "Dixwazim vê komê biparêzim ji ber ku ew şaristaniya herêmê temsîl dike û divê şaristanî her tim zindî bimînin. Her wekî ku min li ser riya koma Îsmaîl El-Acîlî berdewam kir, ez bawer dikim ku endamên koma Palmyra dê berdewam bikin ku wê vejînin. Her wiha daxwaza min ev kom bibe komek cîhanî. Peyva cîhanî ne meseleyek hêsan e, lê bawer dikim bi gotina ku her kesê ku bixwaze dikare, wê pêk were."

Riyek ji bo xilasbûna ji enerjiya neyînî ye

Keça Manar Necar a bi navê Şam Serac, parastina mîratê ji dayîka xwe girtiye û bûye endama koma Palmyra. Şam Serac a 19 salî ku bû 10 sal e di nava xebatên çandê de cig digre. Şam Serac wiha got: "Dema ku min hewl da ku tevlî komê bibim, ji ber ku ew ji çanda peravên Sûriyeyê cuda bû, ez bi zehmetiyan re rûbirû mam. Lê dema min ew nas kir, min hest bi aîdiyeta wê kir û ew gaveke veguhêz bû di jiyana min de. Tiştê ku bedewiyê dide koma me ew e ku em hemû jin in, ev nêzîkbûn û ahengiya di navbera endamên komê de zêde dike û di performans û yekbûna me bi hev re di dema govendê de diyar dibe. Dayîka min jî piştevaniya sereke di jiyana min a hunerî de bû."

Hewl dide cîhanê bi tevna çandî bide nasîn

Îsraa Îbrahîm jî ji destpêka koma Palmyra ve beşek ji vê komê ye. Îsraa da zanîn ku di navbera endamên komê de ahengek û yekbûnek heye û wiha pê de çû: “Her kesek xwedî paşxaneyek çandî ya cûda be jî, em bi hevdu re dijîn. Performansên ku tên pêşkêşkirin vê yekê nîşan didin, ji ber hemû çandên herêmê temsîl dike. Em beşdarî gelek pîrozbahiyên li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Minbicê berî ku ji hêla dewleta Tirk ve were dagirkirin, her wiha li kantona Reqa, Tebqa, Dêrazorê û Cezîrê jî bûne. Heftê du caran perwerde û em provaya govendê dikin. Ew jî li gor dem û derfetên endaman e. Hewl didim ku bi riya vê komê tevna çandî ya Reqayê ji cîhanê re bidim nasîn û rola jinan di civakê de pêş bixim."