Jinên Lîbyayî di warê wênesazî û şanoyê de xwe bi pêş dixin

Jinên ciwan ên Lîbyayê yên di qadên hunerê yên wênesazî û şanoyê de cih digrin, bi bawerî û hêrseke mezin jêhatîbûniyên xwe bi pêş dixin û li dijî zehmetiyan derdikevin.

HINDIYE EL-EŞÎBÎ
Bingazî –
Jinên ciwan ên Lîbyayê, xwedî gelek jêhatibûnên pêşxistin û başkirina pêdivî perwerde û xebitandinê ne. Jêhatibûnên mîna wênesazî, stranbêjî û şano, ji bo pêşxistin û başkirinê pêdivî dibistan û saziyên perwerdeyê dibîne.

Şano di temenê zarokatiyê de, ji bo jinên ciwan û zarokan tercubeyek pir xweş e. Lêbelê pêwist e ev tecrubê hevseng be, di bin çavdêriya malbatê de bê kirin û ji bo zarokan û pêşketina wan guncav be yan jî zirar nede pêşeroja wan.

Hevsengiya di navbera perwerde û jêhatîbûnê de

Lamîs Salîm el-Haraz a 13 salî ya di kadroya rêzefîlma "Hedrazî 12" li piraniya kanalên uyduyên herêmî yên li Bingaziyê tê weşandin de cih digre. Lamîs Salîm el- Haraz, di gelek sehneyên ku bi hunermend û lîstikvanên berê yên welat rol girt de, bi jêhatibûyîna xwe ya lîstikvaniyê  derket pêş. Jêhatibûna wê ya di rêzefîlmê de ji aliyê temaşevanan ve rastî eleqeyek mezin tê.

Lamîs Salîm el-Haraz ya xwendekara dibistana navîn e, bi saya piştgiriya malbata xwe di yek ji rêzefîlmên dram ên herî girîng a Lîbyayê de cih girt. Niha jî xwe amade dike ku beşdarî pêşbirka “pêşkêşvanên biçûk” ên demên pêş bê weşandin bibe.

Lamîs Salîm el-Haraz, wiha dibêje: "Malbata min di pêşxistina jêhatiniyên min ên curbecur de bi taybetî lîstikvaniyê de gelek alîkar bû. Ez beşdarî gelek karên lîstikvaniyê bûm. Ez ji hunermendên pispor ên weke hunermend Feraj Abdel Kerîm, hunermend Milud el-Umrunî, Basma el-Atrash û Abîr el-Terhunî ya min perwerde kirin û alîkariya min kirin gelek tişt fêr bûm.”

Lamîs Salîm el-Haraz, di berdewamiya axaftina xwe de qala zehmetiyên ku pê re bi rû man kir: “Gelek caran ezmûnên min ên fînal û navînê bi dîroka kişandina film re hemwext bû. Ez li pişt kulîsê dersên xwe dixebitîm her wiha piştî rolên xwe jî li ser dersên xwe dixebitim. Lêbelê ev yek ji bo min pir zehmet bû. Ez gelek girîngî didim dersên xwe û pêşeroja perwerdeya xwe. Demên xwe yên din jî bi huner û lîstikvaniyê re derbas dikim.”

‘Divê ji bo jêhatibûnên ciwanan piştgirî were dayîn’

Dayika Lamîs Salîm el-Haraz, Fethiye Muhammed a mamosteya Îngilîzî ye û zêdetirî 20 sal in li Bingaziyê dijî, wiha got: “Lamîs ruxmê temenê xwe ya biçûk teqlîdê zarok, malbat û hevalên xwe dikir. Di axaftinê de xwedî zimanekî herîkbar û xweşik bû. Dema min keça xwe bi xwe re dibir televîzyon an jî radyonên herêmî yên min li wan kar dikir, bêyî tirs û dudilî bi awayekî xweş di mîkrofonê de diaxivî.”

Fethiye Muhammed, bal kişand ser jêhatibûnên keça xwe ya jiberkirina ziman û zaravayên cuda û wiha axivî: “Dema ez diçûm ba hevalên xwe yên bi zimanên cuda diaxivîn, di axaftina wan de hinek peyvan jiber dikir, diaxivî û teqlîd dikir. Lewma min tevahî bala xwe da keça xwe û hewlda jêhatibûnên wê yên lîstikvaniyê bi pêş bixim.”

Fethiye Muhammed, bal kişand ser girîngiya rola hunermendên jin ên Lîbyayî û bi taybetî hunermenda komedyen Ebîr el-Terhunî ya di piştgiriya jêhatîyên zarok û jinên ciwan de û da zanîn Abîr el-Terhunî ji bo perwerdekirina keça wê gelek piştgirî daye.

Li aliyekî din, hinek jinên ciwan ên Lîbyayê, di gelek şêweyên wênesaziyê de jî afirîner in.

‘Malbata min ji bo pêşketina min piştgirî da’

Riyan Xelîl el-Barasî ya 16 salî ya xwendekara dibistana amadeyî bû wênesazek ciwan e bi piştgiriya malbat û hevalên xwe di qada hunerên plastîk de jehatibûna xwe bi pêş xist û beşdarî pêşangehên hunerî yên xwecihî bû. Riyan Xelîl el-Barasî, da zanîn ku di 9 saliya xwe de dest bi xêzkirina wêneyan kiriye û got: “Malbata min piştgirî da û min jêhatibûna xwe di asteke bilind de bi pêş xist. Malbata min, ji bo pêşxistin û mezinkirina jêhatibûnên min hemû tiştî dike.”

Xeyala Riyan a bi saya piştigiriya malbata xwe di pêvajoya fêrbûn û pêşxistina wênesaziyê de tu zehmetî yan jî astengiyan nejiya ew e ku bi malbata xwe re bibe wênesazek navdar û xwedî nêrînek hunerî ya pir cuda.

‘Wênesazî ji bo pêşketin û pênasekirina fikran xwedî girîngiyek mezin e’

Riyan Xelîl el-Barasî, der barê tabloyên xwe yên herî girîng de wiha got: “Hemû tabloyên min girîng in û xwedî hewayeke cuda ne. Tu wêne ji yên din girîngtir nîn e; ji ber ku her yek ji wan xwedî hûrgulî û estetîkên cuda ne.” Riyan Xelîl el-Barasî, da zanîn ku xêzkirin û fêrbûna wêneyan û beşdariya pêşangeh an jî festîvalan, bandorê li ders û serkeftina wê ya akademîk kiriye. Riyan Xelîl el-Barasî, der barê şêweza karkirina xwe de got: “Ez rojên xwe baş plan dikim ku ji bo perwerdeya min astengî çênebe. Malbata min her dem piştgirî dide min.”

Riyan Xelîl el-Barasî, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû zarok û jinên ciwan ên xwedî jêhatibûnên cuda kir ku ji bo pêşxistin û îfadekirina xwe fêrî wênesaziyê bibin û da zanîn ku wênesazî ji bo pêşketina kesane û pênasekirina fikir û raman gelek girîng e.