Festîvala Şanoyê ya Amedê bi dawî bû

Festîvala şanoyê ya li Amedê hat lidarxistin bi dawî bû. Di festîvala ku bi hezaran hezkiriyên şanoyê tevli bûn de temaşevanan gotin: “Em hesreta xebatên çand û hunerê bi zimanê dayika xwe ne. Divê ev festîval li hemû bajar û gundan bê lidarxistin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- 9’emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ku îsal bi dirûşma "Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe" tê lidarxistin, ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dît. Di festîvala ku di 18’ê Nîsanê de dest pê kir û di 27’ê Nîsanê de bi dawî bû de, 18 lîstikên şanoyê hatin lîstin û hevpeyvîn û panel hatin lidarxistin. Ji  bo festîvala ku şanoyên pirzimanî û 4 lîstikên jinan hatin nîşandan, ji bajarên cuda yên Tirkiye û Kurdistanê komên şanoyê beşdar bûn. Temaşevanên ku her kêliya festîvalê şopandin, diyar kirin ku demek dirêj e şahidiya çalakiyek çandî ya bi vî rengî nekirine û wiha gotin: "Divê naverok û armanca festîvalê, belavî xebatên qadên din jî bibe û bername bên zêdekirin.

'Ez dixwazim zarokên min bi zimanê xwe yê dayikê mezin bibin'

Ji temaşevanên ku beşdarî festîvalê bû Ayşe Baykuşak, da zanîn bi hesretek mezin li benda festîvalên bi zimanê dayikê tên lidarxistin bûne û bal kişand ku ev festîval ji bo wê xwedî wateyek pir girîng e. Ayşe Baykuşak, diyar kir ku temaşekirina şanoyên bi zimanê dayikê û beşdarbûna bi hezaran kesan cihê kêfxweşiyê ye û da zanîn ku bi riya vê festîvalê çand û zimanên cuda jî nas kiriye.

Ayşe Baykuşak destnîşan kir ku festîval pirzimanî û pirçandî bûye û wiha got: “Bi zimanên Soranî û Zazakî jî şano hatin nîşandan. Her çiqas min fêm nekiribe jî ez beşdar bûm, ji ber ku bihîstin û naskirina vê zimanê hestek pir xweş bû. Em dixwazin di nava vê dewlemendiya çandî de berhemên hunerî bibînin. Ez bi tenê beşdar nebûm, min zarokên xwe jî anî. Ji ber ku tişta li vir girîng parastin û belavkirina zimanê me yê dayikê ye. Ez dixwazim zarokên min di nava hawirdorek wiha de mezin bibin. Bila hem zimanê xwe yê dayikê nas bikin hem jî çanda xwe bizanibin.”

‘Qeyûm derfetan sînordar dikir’

Ayşe Baykuşak diyar kir ku festîvala piştî qeyûman hatiye lidarxistin kêfxweşiyeke mezin daye gel û wiha got: “Ji ber qeyûm navenda kongreyê jî demek dirêj nedihat bikaranîn. Rast e şanoya Kurdî dihat lîstin lê mixabin derfet û dik bi sînor bû. Niha derfet zêdetir in û lîstikên Kurdî digihîjin zêdetir temaşevanan. Tişta ku min li vir pir zêde kêfxweş kir, guhdarîkirina şanoyên ji zimanên cuda bû. Tişta ku wê me dewlemend bike jî ev yek e. Ez hêvî dikim ku xebatên bi vi awayî gelek caran bên lidarxistin.”

‘Em hesreta xebatên çand û hunerê yên bi zimanê dayika xwe ne’

Emel Koklu ya ji bo temaşekirina şanoyê ji derveyî bajêr hat, der barê festîvala ku bi rojan şopand de wiha got: “Ez ji derveyî bajêr beşdarî vê festîvalê bûm. Ji derveyî welat hatina lîstikvanan û lîstina şanoyên bi zimanên cuda hawidorek pir xweş e. Ez jî lîstikvan im û ev festival di aliyê pêşketina min de bû tercubeyek pir cuda. Naskirina ziman û çandên cuda ji bo min pir girîng e. Min li vir mirovên pir xweş jî nas kirin. Hemû lîstik pir bi qalîte ne û gelek ked hatiye dayîn. Hemû pir serkeftî hatin dîtin. Amed xwedî çandek mezin e û divê festîvalên pirçandî bên pêkanîn. Divê gel jî di van festîvalan de hem ji aliyê çandî ve hem jî ji aliyê ziman ve xwe dewlemend bike. Festîvalên bi vî rengî bandorê li ser hemû kesên li bajêr dike. Divê ev xebat piştî festîvalan bi dawî nebe û berdewam bike. Hemû kes bi hesreta rewş û bêdewiyek wiha bûn.”

'Divê festîval li gund û bajarên jî were lidarxistin’

Mukaddes Akin da zanîn ku ji Mêrdînê hatiye û bi zarokên xwe re li şanoyan temaşe dike. Mukaddes Akin destnîşan kir ku divê ev festîval tenê li Amedê sînordar nemîne û diyar kir ku pêwîst e dewlemendî belavî gund û bajarên din bibe. Mukaddes Akin, diyar kir ku bi hesreta xebatên zimanê dayikê yên bi vî rengî mane û bi van gotinan kêfxweşiya xwe anî ziman:

“Ez îro serê sibehê beşdarî panelek bûm. Niha jî beşdarî lîstikek Soranî bûm. Ekîbek pir xweş bû, ez pir bi bandor bûm. Ekîbên ku hatibûn pir serkeftî bûn. Ez bi kombûna çandên cuda pir kêfxweş bûm. Bi rastî tama xebatên bi vî awayî pir cuda ye. Ez bi malbat û zarokên xwe re tevli festîvalê bûm. Em bi salan e bi hesreta xebatên çand û hunerê yên bi zimanê dayika xwe ne. Divê ev xebat gelek caran bên kirin. Gelê me warê çendî dewlemendiyê heq dike. Xebatên din jî pir serketî bûn lê divê ev festîval li hemû bajar û gundan bên lidarxistin. Em wek gel gelek kêfxweş bûn û dixwazin bidome. Di her aliyê de gelek tiştan fêrî me kir. Berdewambûna xebatên bi vî awayî ji bo me pir girîng e. Ez spasiya hemû kesên keda wan di vê festîvalê de heye dikim.”