'Çapemeniya jinan riya şoreşa hunerî nîşanî min da'

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a navçeya Til Temirê Reşa Elo got ku tişta bûye sedem ji şoreşa jinan bi bandor bibe û dest bi xebatên hunerî bike çapemenî bûye.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Di ser Roja Rojnamegeriya Kurdî re 126’an derbas bûn, ên ku vê xebatê heta roja îro bi pêş xistin û xizmeta doza gel û jinên Kurd kirin hebûn. Lê belê em ji bîr nekin, weşangeriya ku xizmeta bîrdoziya azadiya jinan dike, bandorê li jinên civakê yên di hundirê malan de kiriye. Reşa Elo ya ku ji pêkhateyên Ereb e û îro rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn e li navçeya Til Temirê ya Kantona Cizîrê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, yek ji wan tamaşevanên qenal û ajansên Kurdî bû. Reşa wiha ji me re behsa serpêhatiya xwe ya sûdgirtina ji ragihandinê kir.

'Şoreşê di nava xwe de şoreş afirand'

Reşa Elo di destpêkê de Roja Rojnamegeriya Kurdî li tevahî rojnamevanên jin pîroz kir û wiha got: "Wekî çawa em Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinan pênase dikin, heman wextê jî em wê weke şoreşa ragihandinê dibînin. Ne ji rojnamevanên jin bûya wê deng û rengê jinan û doza wan nehatibûya bihîstin û dîtin û îro em ê ne di pêvajoyeke wiha de bûna. Îro li ku derê pêwîstî hebe jinên rojnamevan amade ne çi li qadên şer be, çi jî li nav kolanan û di nav civakê de hebûna xwe diyar dikin."

'Berê min li ser ekranan didît îro ez bi xwe di navê de me'

Reşa Elo bal kişand ser weşangeriya tv, ajans û radoyoyên Kurdî û wiha nêrîna xwe anî ziman: "Di televîzyonên giştî de herî zêde rengê mêr derdiket holê, da ku rastiyeke wiha biteyisînin ku civak bêyî mêr nikare xwe birêve bibe û weke civakeke mêrperest were dîtin. Lê îro cuda ye, îro gelek tv û ajansên me bi rengên jinan in û bi aqilê jinan bêtir dikarin xwe îfade bikin. Bername û nûçeyên ku bêtir doza jinan şîrove dikir, di taşamevanan de hezkirina beşdarbûna xebatên jinan çêdikir. Ez jî yek ji hezaran jinan im ku ji bernameyên di tv û ajansan de dihatin pêşkêşkirin, bi bandor bûm. Berê me li malê li ser ekranan didît ku jin di nava meş serhildan û çalakiyan de ne lê îro em bi xwe ketine navê û em vê xebatê dimeşînin. Dezgehên ragihandinê dikaribûn bandorê li jinên di nav malê de bikin û bi wan re hezkirin û hêza beşdarbûna xebatê mezin bikin."

'Ya ku jinan ber bi hezkirina zanist û hevgirtinê ve bir çapemenî bû'

Reşa Elo da xuyakirin ku ragihandinê dikarîbû bi jinan re hisiyata ku ew jî dikarin bikin û berpirsiyariya vê şoreş û dozê bin bide avakirin û wiha pêl da gotinên xwe: "Eger îro em qenalên jinan ên taybet dibînin tenê em dikarin vê bêjin ku destkeftiyeke din a şoreşa çapemeniya jinan e. Ragihandin roleke wiha lîst ku hezkirin, hevgirtin û zanista jinan bihêz kir û hevgirtina neteweyan bêtir derxist pêş. Ji lewre îro bihêzbûna şoreşa me bi bihêzbûna çapemeniyê derdikeve pêş û eger îro şoreşa me deng vedabe, ev bi saya keda rojnamevanên jin û yên giştî ye. Ragihandinê dikaribû hêza hundirîn bi jinan re bêyî tirs birêxistin bike."

'Divê çapemeniya jinan di warê jiyana komunal de bêtir rola xwe bilîze'

Reşa Elo got ku divê çapemeniya jinan di warê xwedîderketina li gundan û jiyana komînal û xebatên kolektîf de bêtir rola xwe bilîze û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê kamerayên me dozên jinan ronî bikin, di warê leşkerî, civakî, bîrdozî, rewşenbîrî û hwd. de dibe ku li gundan bigerin û xebatên dewlemendtir bikin, jinên rewşenbîr û pêşeng bibînin. Ji ber em di civakek de dijîn û yên bibin dengê vê civakê jî ragihandin e. Her wiha divê ku hemû ragihandin zêdetir li ser jiyana gundan raweste, vebêje û bi her awayî bide nasîn lewre jiyana bi wate di nava xwezayê de û li gundan veşartiye."